'Rakin Meşala Newrozê' wê li qadên Newrozê deng vede

Di Newroza 2023'an de strana 'Rakin meşala Newrozê' wê li her qadê deng vede.

Navenda Nûçeyan – Newroza 2023’an wê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê” bê lidarxistin. Li Amedê starta pîrozbahiya Newrozê ya ji bo kesên di erdheja navennda vê Mereşê de jiyana xwe ji dest dane hat dayîn, strana Newrozê ya îsal jî hat pêşkêşkirin.

Mihemedê Pîrosî strana Newrozê ya bi navê 'Rakin meşala Newrozê' nivîsand û ji aliyê Kolektîfa Navendên Çanda Mezopotamyayê ve gotin.

Gotinên strana "Rakin meşala Newrozê" wiha ye:

 Rakin Meşala Newrozê

 Wek dilopên cemra mezin

Dîsa ketine xwezayê

Derket roja li rojhilatê

Germ û şewqa xwe dayê

Dengê serdemeke nû

Kuşt hêza sir û sermayê

Agirê germesor em in

Newrozê tîna xwe dayê

           ***

Dîsa em, pêla bahozê

Hilda bizotê Newrozê

Em ê rakin dûxan û tozê

Bi meş govenda Newrozê

Rakin meşala Newrozê

            ***

Dîsa em qewmê mezin

Li vê axê bû hêz û vîn

Em in hêrsa li dîrokê

Ser soz û qewlê dawîn

Sonda me bi demsalan

Bihar payîz û havîn

Îsal agirê Newrozê

Dê bikin gurzê dawîn

            ***

Dîsa em, pêla bahozê

Hilda bizotê Newrozê

Em ê rakin dûxan û tozê

Bi meş govenda Newrozê

Rakin meşala Newrozê