Rahaf Şemalî bi stranên ku li qadan dibêje li hemberî rexneyan li ber xwe dide

Rahaf Şemalî der barê girtina rexneyên ji kesên ji derveyî hunermendên li Xezayê de dibêje; “Ev yek tiştek ne asayî ye min ji bo gelê Xezayê kiriye. Ez dibim yekem keça ku derketiye kolanê û li peravên deryayê û li Meydana El-Cindî ku yek ji kevintirîn şûnwarên bajêr e, stran gotiye. Gelek keçan performansên stranbêjiyê pêşkêş kirin lê nikaribûn têkiliya nêzik bi temaşevanan re çêbikin.”

REFÎF ÎSLÎM
Xeza- Rûniştina bi hev re ya Rahaf Şemalî û dapîra wê di wê rojê de, ne normal bû. Dema ku wê yek ji stranên kevnar ên terab "Eger min rojekê tu ji bîr bikira" digot dapîra wê fam kir ku neviya wê dengê xwe yê xweş jê girtiye lê tenê hewcedariya wê bi perwerdeyê hebû. Di vir de çîroka Rahafê bi xwendina muzîkê li yek ji navendên pispor ên li Xezayê dest pê dike û bi rûbirûbûna nêrîna civakê ya ku stranbêjiya keçan li cihên giştî û meydanan qebûl nedikir, dest bi têkoşînê dike.
Rahaf Şemalî dibêje ku dema wê dest bi fêrbûna stranbêjiyê kiriye, temenê wê sêzdeh salî bûye lewre dê û bavê wê biryar dane ku wê di koroya Navenda Zarokan a El-Qatan de tomar bikin heta ku mezin bibe û karibe tevli navend û enstîtuyên pispor ên ku li gorî jêhatîbûn û temenê wê ne bibe. Der barê wê demê de diyar dike ku ew bi wê yekê kêfxweş bûye, nemaze bi fêrbûna notên muzîkê. Ji ber ku wê hîs kir jêhatîbûyîna wê ji hêla zanistê ve dest pê kiriye û ketiye riya hunerê.
Dema ku tevli komê bû xwest bala xwe bide ser stranên kevnar en mîrata Filistînê 
Rahaf Şemalî, keçeke hejdeh salî ye dibêje ku raza pêşketina jêhatîbûna wê ew e ku di navbera navendên çandî yên cuda de çûye û hatiye. Ji Navenda Qatanê ya Zarokan bo Enstîtuya Seyîd Derwîş ku behremendiyên wê zêdetir kiriye û ji wir ber bi tîma "Soul Band",- ve ku ew jî koma muzîkê ya ciwanan e di 2012’an de hatiye avakirin ve çûye. Piştî tevlibûna wê ya tîmê ew pir navdar bûye û da zanîn ku dema ew tevli komê bûye xwestiye bala xwe bide ser pêşkêşkirina stranên kevnar ên mîrata Filistînê, ji ber sembolîzma mezin a ku ev stran ji bo wê di nava xwe de dihewînin.
Bernameya "Wesla" ku ji aliyê Rahaf Şemalî ve hat pêşkêşkirin, ligel koma wê, yek ji girîngtirîn bernameyan e ku bi belgekirina van stranan ve girêdayî ye. Her wiha 30 stranên mîrata folklorî pêşkêş kirin ku di dema konser û cihên giştî de hatin kişandin di nav de "Jafra, Wahbat al-Nar, û Leya û Leah hene.”
Rahaf Şemalî anî ziman ku fikra bernameyê li ser bingeha lêgerîna li stranên kevin ên jibîrkirî ye û ji nû ve pêşkêşkirina wan bi rengekî ku li gorî nifşê ciwan be ku nav wan de belav bibe û xwedîtiya Filistîniyan îsbat bike. Bi taybetî di serdema geşedan û nakokiya milkiyeta rewşenbîrî de li cîhanê îro. 
“Hin kesan tiştê ku min ji bo welatê xwe kir fêm nekir û rûmetdar nedîtin”
Rahaf Şemalî keçeke beyî hîcab bû, di nav hejmarek xortan de di tîmeke stranbêjiyê de ku li deverên giştî derdiket ser dikê de cih girtibû. Ew dibêje ku pirsgirêkê ji vir dest pê kiriye. Civakê ew fikir qebûl nekir, ji ber vê yekê jî gelekan bi gotinên nexweş êrîş kirin, li gel pêlên sîstematîk ên tundiyê yên ku li ser medyaya civakî li dijî wê dihatin kirin û wiha didomîne: "Hinekan tiştên ku min ji bo welatê xwe kir, qîmet nedanê û girîngî nedan parastina mîrat, berovajî wê tiştê ku ez pê radibûm wek kiryarek bêrûmet û ne guncaw a civakî didîtin.”
Heta îro Rahaf Şemalî fêm nekir ku di pêşkêşkirina van performansan de çi bêrûmetî heye û sedem çi ye ku di van demên dawî de gelek konseran pêşkêş bike. Ew amaje bi wê yekê jî dike ku wek keçeke li sînorên Xezayê dijî, ew nikare kêfa xwe ji şahiyê re bîne. Ev bajar xwedî rêgezên ku nayên şikandin e û yên ku van rêgezan bişkînin, gelek aliyan li pêşberî xwe dibînin, ew alî jî dixwazin bi awayê fermî rawestînin.” 
“Ez yekem keç im li Xezayê derketime kolanê û min li peravên deryayê stranan gotiye”
Rehaf Şemalî destnîşan dike ku her cara rastî heqaret û rexneyan tê, guhdarî dike û diyar dike ku tu pirsgirêkek wê bi rexneyên çêker ên jêhatîbûna wê bi pêş dixin re tune ye lê qebûl nake ji hêla kesên ku tiştek ji notên muzîkê nizanin ve were rexnekirin. 
Der barê girtina rexneyên ji kesên ji derveyî hunermendên din ên li Xezayê de, Rehaf Şemalî dibêje; “Ev yek tiştek ne asayî ye min ji bo gelê Xezayê kiriye. Ez dibim yekem keça ku derketiye kolanê û li peravên deryayê û li Meydana El-Cindî ku yek ji kevintirîn şûnwarên bajêr e, stran gotiye. Gelek keçan performansên stranbêjiyê pêşkêş kirin lê nikaribûn têkiliya nêzîk bi temaşevanan re çêbikin.”
Rexneyan ji bo xwe veguherand pêşketinê
Der barê berdewamiya zincîreya êrîşên li dijî xwe de jî dibêje ku rojekê ew bi gotegotên nenas matmayî maye ku dibêjin ew ji Xezayê ji ber stranên wê li meydanên giştî hatiye derxistin lê ew nehatiye dersînorkirin, ji bo pêşkêşkirina performansan li Kenara Rojava, li ser vexwendnameya ku bi beşdariya koma wê û çend komên din ji wê re hatiye şandin çûye. Rahaf bi bîr xist ku di wê gerê de tiştekî ne asayî ji bo xwe dîtiye, ew jî ferqa ramanî ya di navbera Xeza û Ramallahê de û rêzgirtina gel a ji çanda muzîkê re bûye û dibêje: “Ji ber vê yekê min biryar da ku herim Kenara Rojava û beşa muzîkê li zanîngeheke Filistînê bixwînim.” 
Ew hez dike ku derkeve ser sehneya vê dawiyê jê bêpar mabû û hê jî ew yekem performansa xwe ya stranbêjiyê bi amadebûna temaşevanek mezin bi "Rojên Şanoyê" bi bîr tîne ku tê de wê bi gelek alîgir û rexnegirên çêker re hevdîtin kiriye. Rahaf da zanîn ku dema ew derbasî Kenara Rojava bibe ji ber vê yekê ew ê hewl bide gelek pêşandanan pêşkêş bike.
Hevsengiya di navbera kar û xwendinê de ji bo Rehaf Şemalî mijarek e normal e. Di heyama berê de, wê karibû lîseyê bi notek pir baş biqedîne, wekî ku wê diyar kir, di gel kişandina wê ji strana "Evîndarek ji Fîlîstînê" ya gotinên wê ên helbestvanê Filistînî Mehmûd Derwîş bûn. Ew ji bo hemû keçan pêşniyar dike ku dudilî nebin ji bo derbasbûna ezmûnê û teqez kir ku rexne dikare bibe sedemek bihêz ji bo bidestxistina serkeftinê lewre wê ev yek bi xwe re dîtiye.