Projeya şalokên destan derfetên kar ji gelek jinan re peyda dike

Têkildarî projeya xwe ya şalokên destan, Dûaa Rebîe ku li bajarê Xezayê dijî, ji ajansa me re axivî û got: "Ez zêde li karekî di warê pisporiya xwe de negeriyam, ji ber ku ez ji girêdan û pabendbûnê hez nakim û ne jî dizanim di warê pisporiya xwe de bi zarokan re mijûl bibim lewre min berê xwe da cîhana hunerê."

NEXEM KARACA
Xeza-Derçûya beşa zimanê Erebî, Dûaa Rebîe, riyeke din dûrî xwendina xwe ya zanîngehê dît da di cîhana hunerê de afrîneriyê bike û parastina çanda Filistînî bi şêweyeke cihêreng bi pêş bixe. Ew ber bi serkeftinê ve çû heta ku gihîşt qonaxên pêşketî. Di nav wan de hatina berhemên wê ji bo welatên derve, firotina wan di pêşangehên navdewletî de û peydakirina derfetên kar ji bo hejmareke mezin ji jinan re.
Têkildarî projeya xwe ya şalokên destan, Dûaa Rebîe ku li bajarê Xezayê dijî, ji ajansa me re axivî û got: "Ez zêde li karekî di warê pisporiya xwe de negeriyam, ji ber ku ez ji girêdan û pabendbûnê hez nakim û ne jî dizanim di warê pisporiya xwe de bi zarokan re mijûl bibim lewre min berê xwe da cîhana hunerê. Destpêka ramanê ew bû ku ez sêwiranek girîdayî xwe bi cih bînim di munasebetan de û ev yek bû cihê ecibandinê li gel her kesê li derdora min. Xwişka min bi vekirina firoşgeheke onlayn ji bo xemilandin û dirûtina cil û berg û karên kevneşopî yên bi karakterek nûjen û sêwiranek taybetî piştgirî da min. Ez berhemên xwe li gorî daxwazê difiroşim. Kirûbir di destpêkê de bi riya reklamên bandorkeran di nav rûpelên wan ên kesane de bû.”
"Min di Nîsana 2020’an de pêşangehek li navenda bajarê Xezayê vekir "
Dûaa Rebîe ev yek anî ziman: "Min hewcedariya avakirina dikanê hîs kir da ku hilberînerî û karsaziya xwe nîşan bidim, ji hemû mirovan re xuya bibe. Ji ber vê yekê min fînansek pir hêsan peyda kir ku lêçûnên projeyê nagire nava xwe. Ji ber vê yekê min mîqdara mayî deyn kir da pêşangehek li navenda bajarê Xezayê li herêmek girîng kirê bikim, alîkariya zêdekirina daxwaziya hilberîneran bike. Di Nîsana sala 2020'an de, min pêşangehek vekir ku tê de ez hemû berhemên hunerî û mîrasê di çarçoveyek curbecur de nîşan didim, ne tenê li ser cureyek taybet di bin navê şalokên destan de.” 
Têkildarî zehmetî û rewşên ku di dema xebata xwe de dîtiye de, Dûaa Rebîe ev yek eşkere kir: "Min pêşangeh çend roj beriya belavbûna pandemiya koronayê û ragihandina karantînayê li malan vekir, bûyer û dawet hatin betalkirin ku wê kategoriya karê min kir armanc. Her wiha ji ber êrîşên vê dawiyê yên li ser Xezayê, dergeh hatin girtin û tu kelûpel û madeyên xav tunebûn. Ji bilî derengketina gihandina berhemên min ji bo derve ku demek pir girt û zêdebarî şert û mercên aborî û kirêya dikanan.”
"Tenê bi pêşangeh û firotinê bi sînor nema li ser berhemên xwecihî jî xebitî "
Dûaa Rebîe her wiha got: "Ez tenê li ser damezrandina pêşangehê û firotina berhemên xwecihî û cihêrengkirina wan ranewestiyam lê belê min fikra projeyê bi pêş xist û radestî welatên derve kir. Ji ber ku niha li Tirkiye û Fransayê nuqteya min a firotanê heye ku alîkariya zêdekirina daxwaza tiştan kir û xebata min berfireh kir. Ji bo Fransayê rûpeleke min a kirûbira serhêl heye ku min navê "Tiliyên Xeza" lê kir û bi zêdebûna daxwaziyan û serkeftina projeyê re, derfet ji bo min çêbû ku ez 60 jin û keçan bixebitînim. Ew di malên xwe de kar dikin da ku karên pêwîst biqedînin, ji ber ku hin perçe û kar hene ku li gorî daxwaza kiryar, mehek an salek dirêj didomin.”
"Ji kursa dirûtinê dest pê kir, bi çêkirina cil, çente û karên din ên destan domand "
Yek ji xebatkarên wê di projeyê de, Sabrîn Ebû Dawaba, got: "Min kursek perwerdeyê li ser dirûtinê dît û piştre min dest bi çêkirina cil, çente û karên din ên destan kir û ez wan ji mişteriyan re dişînim. Ez di pêşangehên ku her sal ji bo jinan tên lidarxistin de berhemên xwe nîşan didim.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Sabrîn Ebû Dawaba wiha behs kir: "Ketina min a cîhana dirûntinê behremendiyeke berî ku ew hewcedariyên min bi cih bîne ye. Ez karên neqişandin û dirûtinê li jinên li herêma xwe yên ku dizanin çawa neqişandinê bikin belav dikim, ji ber ku çend destan hewce dike ku ew bi zûtirîn demê were kirin. Bêguman ji ber dorpêç û girtina deriyên dergehê rewşa aborî ya xerab em dikşînin lê heta ji destên me tê em hewl didin xwe di civakê de îsbat bikin û rewşa xirab a li Xezayê sivik bikin.”