"Pîşeyên destan baştirîn îfadeya mîrasê ye "

Hunerên ku em nîşan didin ji aliyê jinên bajarê Şalatînê ve tên çêkirin û kevneşopî ne, li ser hilberandina wan bi awayekî tekûz dixebitin, xwezaya jîngeha ku em tê de dijîn radigihînin û heta radeyekê wê temsîl dikin. Der barê pêkhateyên van huneran de jî ew ji hawirdora me ne ku bi çermê siruştî ne û ew amûrên bingehîn in.

ASMAA FATFÎ
Qahîre- Dema ku mirov dikeve salonê, hunerên destan ên xweş mirov dûr dibin, bi tevahî ji cîhana li dora mirov vediqetîne û gava ku wan huneran dibîne, teqez dike ku destek pispor heye vê destkeftiyê bi dest bixe û tiştê herî xweş jî ew e ku mirov têbigihîje ku tiştê ew li ber rawestiyaye yek ji wan projeyan e ku tê de hejmareke mezin ji jinên bajarê Şalatîn ê Misrê dixebitin.
Jin ji aliyekî ve ji bo dabînkirina dahat û berhemeke madî ji bo malbatên xwe kar dikin, ji aliyê din ve jî hemû hêza xwe ji bo gihandina diyardeyên mîrateya herêmê ku ji nifşên dûr û dirêj ve hilgirtine terxan dikin. Xweza ji wan re dibe alîkar ku mîratê li gorî dema xwe nûjen bikin, nû bikin û ji nû ve vegerînin. Di vir de mirov dibîne ku di nav destên xwe de hilberînên ji  çerm û hiriyê dibîne ku hemî baş hatine çêkirin.
Ji bo bêtir em detayan li ser projeyê û jinên ku li pişt wî disekinin bizanin, me hevdîtinek bi Rêvebera Têkiliyên Giştî ya Meclisa Şaredariya Şalatîn, Kerîma Seîd re kir ku beşdarî 53’yemîn pêşangeha pirtûkan a Qahîreyê bû.
Hunerên destan ên ku hûn di projeya xwe de pêşkêş dikin, hin ji wan ji tiştên ku me berê didîtin bi pêkhatina wan xerîb in, di çêkirina wan de amûr û malzemeyên ku hatine bikaranîn çi ne?
Zêdebarî hin reng û hûrgiliyên zêde hene ku hin ji wan ji hev cuda dikin. Berhem bingeha projeyên biçûk in ku dahata gelek malbatan bi riya jinên ku di wan de dixebitin dabîn dikin da ku standarda jiyana xwe ji bo jiyana çêtir ji zarokên xwe re bilind bikin.
Xebateke jinan a pak e, mîna ku em li ber mêşên hingiv ên birêxistinkirî bin, van jinan ji bo ku bigihîjin berhemên ku di pêşangehê de hatine nîşandan, çawa fikir bi pêş xistin?
Bi rastî jî li ser riya gihîştina berhema dawî sîstemeke yekgirtî heye. Em di eslê xwe de behsa berhemên mîrasê dikin. Jinên li vir jî xwedan zanîn û behremendiya taybet in û zêdebarî sêwiranên taybet ên ku ji jêhatîbûnek xwerû derketine ku bi rêjeyek mezin bi mîrata malbatê ve girêdayî ye. Hunerên destan baştirîn derbirîna mîrasê ne. Bi kurtî em dikarin bibêjin ku jin bi erka xwe radibin ku berhemên xwe yên herî baş hilberînin ku nasnameya wan û jîngeha derdora xwe îfade dike û ji bo bilindkirina rewşa malbat û zarokan dibe alîkar.
Di nav berhemên destan ên ku me di pêşangeha navneteweyî de pêşkêş kirin de, çenteyên ji çermê xwezayî hatine çêkirin ku pêvajoya hilberîna wan bi lêdana rûnên çerm piştî tûjkirinê dest pê dike heta ku nerm bibe. Ew wek perçeyên piçûk tê birîn û paşê çenteyê bi dirûnên teng û girêk jê tê çêkirin da ku ji av û baranê bi bandor nebe ji ber ku ew pêkhateyên sereke yên jîngeha ku jin li Şalatînê tê de dijîn in. Her wiha di destên me de firaxên xurde yên bi qapa jî hene ku jin tiştên xwe yên giranbuha di nav wan de datînin, ew ji fîşekên biçûk tên xêzkirin, li gorî daxwaz û hewcedariyê mezinahî û şêweyên wan diguhere.
Hêjayî balkişandinê ye  ku hûn bi hunerên destan beşdarî pêşangeha pirtûkan dibin gelo em li vir li pêlberî behremendiyê yan debara malbatan in?
Em nikarin hunerên ku em nîşan didin wekî behremendiyek bihesibînin ji ber ku di wê demê de ew ê bi gelemperî bi hilberîna nû nûjeniya bi kalîte ve girêdayî be ku kêşeyên mîrateya me nîşan nade. Xebata li ber destên me vejandina berhemên mîratî ye û sedema hebûna me di pêşangeha pirtûkan de jî ew e û em dixebitin ku çanda xwe bi wan berhemên ku nasnameya me diyar dikin veguhezînin.
Fikir ji pêşgotina xebatê tê ji bo perwerdekirina jinan ji bo îfadekirin û danasîna mîrasê bi berhemên ku dikarin di gelek waran de werin bikaranîn, di nav wan de geştyarî û hilberînên ku bi kalîteya bilind tên çêkirin hene. Dikare bê gotin ku projeya hunera destan bi kêrî her maleke li Şalatînê tê, ji ber ku mîrate ye û ne pîşe ye, pîşesazî bi kargehên biçûk tên meşandin, der barê berhemên ku em ê behsa wan bikin de, piraniya xelkê bajêr di malên xwe de pê re dixebitin.
Wezareta Hevgirtina Civakî û komeleyên wê yên sivîl di projeyên biçûk de ku em jî beşek ji wan in, roleke xwe ya mezin heye di piştgirî û rênîşandana jinan de her wiha yaneya civakî û yaneya jinan jî roleke xwe ya aktîf heye. Wezaret bi riya dezgehên girêdayî xwe kurs û atolyeyên rahênanan li dar dixe û alîkariya me dike ku em baş biqedînin û mamosteyên jin ji heman welatî ne. Di  dema bidestxistina tecrube, kalîte û jêhatîbûnê de, ew jinan kom bi kom perwerde dikin da ku wan ezmûnan di nav xwe de veguhezînin û her kes jê sûd bigire. Hevgirtina civakî alîkariya jinên ku di van kargehan de dixebitin dike ku ji bo jinan navendên kirûbirê vekin, wekî di pêşangehên "Diyaruna" û yên din de.
Gelo belavbûna pandemiya koronayê bandorê li firotanê dike?
Vîrûsa koronayê bandoreke neynî li ser hemû cîhanê û hêza kirînê jî kiriye û êdî ji bo temaşevanên pêşangehê pêşanî hene û helbet vê yekê bandorê li ser beşdarbûn û tevgera kirîn û firotinê bi giştî kiriye.
Em her sal beşdarî pêşangeha pirtûkan dibin û bi taybetî "Pêşengeha Qahîreyê ya Navneteweyî ya Pirtûkan" di warê kirûbirê de navdariyekê çêdike, nemaze ji bo pîşeyên destan û mîrateyên ku em pêşkêş dikin. Hejmarek ne kêm hez dikin ku ji hilberînên me bikirin her çend bi awayekî sembolîk be jî ji ber vê yekê ew dergeheke girîng e ku her dem em, tevî her şert û mercî, li ser hebûna wê baldar in.