'Pîşe ji bo her jinê hêz û piştgirî ye'

Hemşîreya bi navê Xada Odeh a ji Ramalahê dibêje: "Destpêkê tiştên hêsan an jî nîgarên ku min li cihên giştî didît min xêz dikirin."

TEHRÎR BIN SAXIR
Ramalah – Xada Odeh a 26 salî, Bawernameya Bakelorya di Hemşîreyê de ji zanîngeha Bîrzêt bi dest xistiye. Digel xebata xwe ya hemşîreyê di lênihêrîna zarokan a li Nexweşxaneya Ramalahê de, di xêzkirinê de jî jêhatiye.
Xada Odeh dibêje: "Di encama xwendin û azmûnan de min pir serî li xêzkirinê nedida lê piştî min xwendin xelas kir û ji ber cewherê kar, dema min a vala hebû, ji ber vê yekê min biryar da ku ez vegerim xêzkirinê û wextê xwe yê vala bi xêzkirinê derbas bikim. Min lênûsa xêzkirinê û pênûsê ji xwe re kirî û min dest bi xêzkirina şeklên geometrîk an sembolên bêhemdî kir û ji ber vê yekê min dîsa xêzkirin paşguh kir. Lê rojekê hat bîra min ku ez rengên zeytî biceribînim û piştî min li ser kartonan mezinahiyan, piçûk xêz kir, min dît ku hêjayî berdewamiyê ye."
“Meyîla min li ser xêzkirina gulan û şînkahî û ronahiyê ye”
Der barê hewldanên wê yên beşdarbûna pêşangehan de, Xada dibêje: "Ez li ser înternetê li lewheyên navneteweyî geriyam û piştre min dest bi lêgerîna cihekî ku karibim li ser lewheyên mezin xêz bikim kir da ku beşdarî pêşangehan bibim û behremendiya xwe bi pêş bixim. Her wiha piştî lêgerînek domdar, min di Navenda Çandî ya Bîra de cihekî xêzkirinê dît."
Daxwaza wê ya mezin di beşdarbûna pêşangehan de, hişt ku ew xêzkirina xwe bidomîne li ser vê wiha dibêje: "Dema ku min dest bi xêzkirinê kir, min dît ku meyla min li ser xêzkirina gulan, cihên kesk û nîgarên ronahî heye."
Der barê rola piştgirtiya ku wê dîtiye, Xada dibêje: "Min piştgiriyeke mezin ji malbat, hevjîn, hevalên xwe û ji civaka derdorê jî dît. Wê piştgiriyê hişt ku ez bihêztir bibim."
“Xêzkirin di aliyê derunî de min rehet dike”
Xada piştrast dike ku xêzkirin enerjiyeke erênî didê û got: "Xêzkirin bi hemû emûrên xwe, hesteke rehetiya psîkolojîk dide mirov."
Di 2’yê Çileya 2012'an de Xada beşdarî pêşangeha xwe ya yekem Zil û Lewn (Siya û Reng) bû. Lê di encama belavbûna coronayê de, hemî pêşangeh û mihrîcan hatin betalkirin.
Xada wiha lê zêde kir: "Ez ji pîşeya xwe ya hemşîretiyê pir hez dikim ji ber ku pîşeyek mirovî ye. Tevî zextên ku em di kargehên xwe de wekî karmendek tendirustiyê bi wan re rû bi rû ne jî ez ê li ser pêkanîna xewna xwe ya duyem bixebitim ji bo ku bikaribim pêşangehek taybet ji lewheyên xwe re bi awayekî herêmî û navneteweyî vekim."
Xada di peyama ku ji hemî jinan re şandiye de dibêje: "Peyama min ji her jina ku pîşe yan hewesa wê ji bo tiştek diyar re heye, ew e ku divê li ser bixebite da ku xwe tê de bi pêş bixe. Her wiha pîşe ji bo her jinê hêz û piştgirî ye."