Pirojeyên nû yên pirtûkxaneya Amara yê

Ji rêveberên pirtûkxaneyê Amarayê Dilvîn Tobal da zanîn ku wan dibiniya pirtûkxaneyê de pirojeyên nû dane despêkirin û got: “Bazara berhemên jin a bajarê Qamişloyê di 11’ Adara 2021’an de hat vekirin, me firoşgiheke pirtûkan jî vekiriye û hîna ji bo firehkirina kar xebatên me didomin.”

ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo – Xwendina pirtûkan zanebûna mirovan dewlemend dike û têghîştina mêjî zindî dihêlê. Ji bo xwendekar bi rehetî bikaribin bixwînin û di nava cîhana pirtûkan de zanebûnên xwe fireh bikin, pirtûkxane cihê herî guncav in. Komîteya wêjeyê ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca nûjenkirina çanda xwendina pirtûkan û kişandina ciwanan ji xwendinê re di 1’ê Mijdara 2018’an de pirtûkxaneya bi navê Amara vekirin. Di vê pirtûkxaneyê de nêzî 10 hezar cureyên pirtûkan bi zimanê Kurdî, Erebî, Tirkî, Îngilîzî û Fransî hene, mijarên wê jî li ser dîrok, lêkolîn, çîrok, felsefe, helbest, roman, erdînîgarî, pirtûkên fêrkirina ziman û gelek mijarên din pênase dibe. Hemû pirtûkên di pirtûkxaneyê de ji berhemên jinên nivîskar in. Li kêleka pirtûkxaneyê cihekî taybet ji bo kesên dixwazin bixwînin heye. Têkildarî mijarê Rêvebera Pirtûkxaneya Amara Dilvîn Tobal ku ev sê salin di pirtûkxaneyê de dixebite girîngiya xwendinê nirxandin kir.
Girîngiya xwendinê   
Dilvîn girîngiya xwedinê  û ji bo xwendinê amadekirina derfetan wiha anî ziman: “Dema mirov bibe aşiqê xwendinê, pêwîst e cihekî taybet ji bo mezinkirin û hînbûne vê eşqê bê veqetandin. Pirtûkxaneya Amara jî watedariya vê yekê pênase dike. Di pirtûkxaneyê de 10 hezar pirtûk bi zimanên cuda hene, piraniya pirtûkan em ji Şam, Lubnan, Misir û Bakur, Başûr û Rojhilat ê Kurdistanê tînin.  Hêjmarek baş ji ciwanan derbasî pirtûkxaneyê dibin û pirtûkan dixwînin, berî niha me pir zehmetî di vî alî de dikişand, ji ber piraniya ciwana bi teknîkê ve mijûl dibûn. Niha ciwan ji temenê 11 salî heta 15 salî derbasî pirtûkxaneyê dibin û dixwînin. Gelek caran em jî bi wan re dibin alîkar û ji wan re mijaran hildibjêrin, cihê kêfxweşiyê ye dema em îro dibînin nifşê pêşerojê li ser fêrbûn û zanebûnê dixebitin. 
Ji bo xwendinê pêşxistina pirojeyên nû
Dilvînê projeyên ku di pirtûkxaneyê de hatine pêşxistin bi bîr xist û ev tişt got: “Ji bo em civakeke zana ava bikin divê em çanda xwendinê pêş bixin. Pêwîst e her kes bixwîne li dîrok û nasnameya xwe bigere. Îro pirtûkxaneya Amara berhemên hemû jinên nivîskar himbêz dike, dema nivîsakar jî tên û dibînin ciwan van pirtûkên wan dixwînin pir kêfxweş dibin û hîs dikin ku ji bo civaka xwe pêşketinek pêşkêşkirine. Niha me projeyên xwe fireh kirine, li bazara berhemên jin a bajarê Qamişloyê di 11’ Adara 2021’an de hatiye vekirin, me firoşgiheke pirtûkan vekiriye ji bo mirovên ku bixwazin ji xwe re pirtûkan bigirin gel xwe dikarin li wir mijarên cuda bibînin. Her wiha li bajarê Reqayê me pirtûkxaneya bi navê “Borseyid” nûjen kir û di bin sîwana pirtûkxaneya Amara de xebatê xwe didin meşandin. Bi van projeyan re em difikirin çaxên pirtûkxaneya Amara li gelek herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê vekin.”