Peymangeha Vejîn nifşekî afirîner di warê çandî û civakî de ava dike
Peymangeha ‘Vejîn’ ku ji sala 2019’an ve li Kobanê perwerdeyeke akademîk dide, mîrat û folklora muzîka Kurdî diparêze û bi piştgiriya malbatan nifşekî afirîner û xwedî bawerî mezin dike.
NORŞAN EBDÎ
Kobanê – Peymangeha Vejîn di sala 2019’an de li bajarê Kobanê hat vekirin. Ev navendeke hunerî û muzîkê ye ku perwerdeyeke akademîk di qadên cuda yên muzîkê de pêşkêşî zarok û ciwanan dike. Peymangeh xwendekaran ji temenê 7 saliyê û jor de qebûl dike û derfetê dide wan ku amûra muzîkê ya ku jê hez dikin hilbijêrin. Her wiha peymangeh şevbihêrkên muzîkê li dar dixe û beşdarî mîhrîcan û çalakiyên çandî yên li hundirê bajêr jî dibe.
Peymangeha Vejîn bi rêya waneyên xwe yên perwerdeya muzîkê, roleke sereke ji bo pêşxistina şayanên zarokan di leyze. Ji bo ku zarokan di warê muzîk û stranan de bi şêwazekî akademîk bi pêş bixe roleke sereke dileyze. Ev peymangeh bi van çalakî û rahênanên xwe, hewl dide çand, mîrat û folklora muzîka Kurdî ya xweser a herêma Kobanê biparêze.
Pêşxistina perwerdehiya muzîkê yên li gel zarokan ji bo nifşên pêşerojê gaveke pir girîng e. Ji ber ku xurtkirina hunerî asoyekî fireh ji bo avakirina nifşekî afirîner di warê çandî û civakî de ava dike. Ji ber vê yekê, hebûna navend û peymangehên pispor ên muzîkê di nav civakê de wekî pêdiviyeke bingehîn tê dîtin.
Pêşxistina perwerdeyên zarokan bi şêwazekî akademîk
Mamosteya muzîkê ya li Peymangeha Vejîn, Emel Bozan, li ser şêwaz û armanca xebatê ji nûçegihana ajansa me re diyar kir ku peymangeh û navendên bi vî awayî ji bo parastina çanda herêmê pir girîng in.
Mamoste Emel di destpêka axaftinaxwe de got: “Li bajarê Kobanê, bi taybetî di salên dawî de, me dît ku asta muzîka profesyonel hinekî paş de çûye. Ji ber vê yekê, em bi rêya vê peymangehê hewl didin perwerdeyeke akademîk pêşkêş bikin da ku şayanên nifşê nû û ciwanan di qada muzîkê de bi pêş bixin. Ev der ji bo fêrbûna stran û lêdana amûrên ku zarok bi xwe hildibijêrin, cihekî gelekî girîng e.”
Emel Bozan da zanîn ku perwerde li ser gelek amûrên muzîkê tê dayîn, lê hilbijartina amûrê ji zarok û malbata wî re tê hiştin. Diyar kir ku hinek zarok di serî de dest bi amûreke wekî tembûrê dikin, lê paşê dixwazin derbasî amûreke din bibin. Piştî ku xwendekar fêrî amûreke taybet dibe, êdî perwerdeyên li ser deng, rîtîm û solfejê (perwerdeya deng û notayan) pê re dest pê dikin.
Hêjayî gotinê ye ku dema peymangeh nû hat vekirin hejmara xwendekaran kêm bû, lê piştî ku xwendekarên navendê beşdarî şevbihêrkên muzîkê bûn û gelê herêmê pêşketina wan dît, eleqeyeke mezin çêbû. Îro hejmara xwendekaran gihîştiye nêzî 150 xwendekarî (keç û xurt) û ev hejmar di betlaneya havînê de hê bêtir zêde dibe.
Mamoste Emel destnîşana wê yekê dike ku piraniya xwendekaran keç in û ev yek wekî geşedaneke erênî nirxand. Emel wiha gotinên xwe bi lêv dike: “Berê civak ne di pejirand ku jin di qada hunerê de cih bigrin bi taybetî jî muzîk. Pir kêm peyda dibû. Lê îro herêm di warê beşdariya jin û keçan de di hemû qadên jiyanê de, bi taybetî di muzîk û hunerê de, pêşkeftineke berçav dijî.”
Xwendekar li ser amûrên wekî gîtar, keman, bizif (tembûr), ûd û her wiha dersên solfejê perwerdeyê dibînin. Emel Bozan destnîşan kir ku peymangeh çalakiyên cihêreng li dar dixe, mîna beşdarbûna di mîhrîcan û pîrozbahiyan de, da ku xwendekar bêtir cesaretê bigirin û baweriya wan bi xwe hebe.
‘Muzîk sînor û astengiyan nasenake’
Emel Bozan di dawiya axaftina xwe de got ku fêrbûna muzîk û strandinê bi temenekî sînordar nîn e, muzîk “sînor û astengiyan nasenake” û her kesê ku daxwaza wî hebe dikare xwe bi pêş bixe.
‘Bi piştgiriya diya xwe û mamosteyan ez fêrî stran û lêdana amûrên mûzîkê bûm’
Xwendekara peymangehê Ayfer Mistefa ya 15 salî diyar kir ku wê beriya sê salan dest bi fêrbûna muzîkê kiriye bi armanca ku xwe di warê hunerî de bi pêş bixe. Ayfer dibêje ku: “ Ez wekî keseke ku ji muzîk û hunerê hez dikim, ji bo min pir girîng bû ku ez perwerdeyeke akademîk bibînim. Beriya ku ez bêm peymangehê, min digot qey muzîk tenê guhdarîkirina stranan e, lê piştî perwerdeyan ez bi awayekî akademîk fêrî rêbazên lêdana bizifê û hunera stranan bûm.”
Ayfer da zanîn ku wê di 12 saliya xwe de hunera xwe ya muzikê kifş kiriye, dema ku li dibistanê û li pêşberî heval û diya xwe stranan digot. Diya wê piştgiriyeke mezin dayê da ku vê hunera xwe bi pêş bixe. Wê anî ziman ku yekem car di 12 saliya xwe de di Mîhrîcana “Arîn Mîrkan” de derketiye ser dikê. Derketina ser dikê di wê de hestên tijî şadî û tirs ava kiriye. Lê heman demê de ev yek di jiyana wê de bûye xala werçerxê. Ayfer spasiya mamosteyan kir ku bi rêbazên rast û li ser bingeha notayan wan perwerde dikin.
‘Ji dengê kemanê bandor bûm, ji ber vê yekê min ew hilbijart’
Her wiha xwendekara 14 salî Sewsen Mehmûd diyar kir ku wê di 10 saliya xwe de bi dest perwerdê kiriye. Bi vekirina peymangehê ve bi piştgiriya dê û bavê xwe tevlî perwerdeyê bûye. Sewsen got ku piştî destpêkirina perwerdeyê, wê guhertineke mezin di kesayetiya xwe de dîtiye û fêrî bingehên lêdan, rîtîm û pîvanên dengê bilind û nizm bûye.
Li ser sedema hilbijartina amûra kemanê, Sewsen wiha got: “Min li ser torên dîjîtal dîmenên kesên ku li kemanê didin temaşe dikir. Min ji deng û hestê taybet a vê amûrê pir hez kir. Tevî ku fêrbûna wê zehmet e û mirov kêm berê xwe didinê, min dîsa jî xwest ez fêrî kemanê bibim.”
Ezmûna Peymangeha “Vejîn” di nav van salên borî de rola zindî ya saziyên hunerî di pêşxistina şayanên zarok û ciwanan de nîşan dide. Di navbera hezkirina xwendekaran, hewildanên mamosteyan û piştgiriya malbatan de, peymangeh di avakirina nifşekî xwedî hişmendiya hunerî de berdewam e. Ji ber ku muzîk ne tenê hobiyek e, lê belê qadek e ji bo avakirina kesayetî, xurtkirina baweriyê û avakirina civakek çandî û vekirî.