Peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan dînamîka pêşveçûna muzîka Kurdî ye

Peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan ji bo ku muzîka Kurdî di Kurdistanê û Rojhilata Navîn de bi rengekî akademîk pêş bikeve, bi riya nifşên nû re xewnên ku pêkanîna wan ne diyar bû, pêk anî.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Ya ku dihêle gel li ser piyan bimîne çand û hunera wê ye. Di sedsala 21’an de heta astekê hûnera Kurdî xwe daye pêş û ji bo mayîndekirina vê çand û hunerê jî pêwîstî bi perwerdekirin û fêrkirina zarokan nivşên pêşerojê heye ku neyê windakirin û li ser serpêhateyên xwe were jiyîn û hîn kirin. Lewra Desteya Çandê û Rêveberiya Xweser bi armanca pêşxistina muzîkê li Rojavayê Kurdistanê, Peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan ava kir ku ji bo perwerdekirin û pêşxistina jêhatîbûnên nifşên nû dixebite.

 “Zarok tov û siberoja jiyanê ne”

Hunermend û perwerdekar Mizgîn Tahir behsa armanca vekirina Orkêstra Rojava ya zarokan û girîngiya pêşxistina nifşê nû ji bo pêşerojê kir û wiha got: “Tîma orkêstra ji berê ve hebû, lê ji ber rewşa heyî paşdeçûyînek pêkhati bû. Piştî ku ez vegeriyam Rojava, ev nêzî 3 sal in bi şagirtên Kurd ên dilxwaz perwerde dikim. Ev iroje jî bi pêşengtiya Rêveberiya Xweser û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê hate avakirin. Armanca wan a ji vê projeyê ew bû ku zarok hinek ji rewşa şer û pevçûnê dûr bixin û di heman wextê de jêhatîbûnên zarokan û hunerên wan derxin pêş. Di vê pêvajoyê de derfeteke wiha pir girîng e, ji ber ku bingeha jiyanê zarok in. Zarok jî wekî tovekî ne ku dema tu lê xwedî derbikevî dê berhemeke baş derxê holê. Bêguman ger tu bixwazî siberoja hûnera gelê xwe diyar bikî, helbet divê tu li ser nivşê nû baldar bibi. Peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan jî li ser vê bingehê hat vekirin û pêşxistin.”

Orkêstra bi muzîk û çanda kurdî

Mizgîn Tahir qala pergala perwerdekirina zarokan û astên ku têde derbas dibin kir û wiha axivî: “Di Peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan de gelek amûrên cuda peyde dibin. Ji amûrên Rojhilata Navîn bigre heta amûrên wekî; Violin, cello, tembûr, gîtar, bilûr û hwd. cih digre. Em wekî zimanekî nasyonal lê dinêrin. Ya girîng ji bo me ew e ku em çanda xwe ya muzîkê li pêş bixin. Raste em sûd ji pêşketina muzîkê ya cîhanî werbigirin, lê li kêleka wê di Kurdistanê û Rojhilata navîn de jî pêşxistina muzîka Kurdî jî bi awayekî akademîk dixwazin. Zarokên ku cihê xwe di peymangehê de digirin ji 8 salî heya 17 salî ne. Zarok li ser 3 astan tên perwerdekirin û piştî qedandina van astan jî em dev ji van zarokan bernadin û bi pêşketina wan re mijûl dibin ku êdî bi demê re koma Orkêstra ya Kurdî ava bikin.

Em wekî mamosteyan  komek ava kir û zarokên ku asta sêyemîn a asta bilind ên serkeftî derbas dikin jî tevlî mamosteyan dibin û derbasî komê dibin. Ji xwe di bernameya Peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan dersên tewriya muzîkê, deng, amûr û zimanê ingilîzî ku di qadên muzîkê û lêkolînan de pêwîste jî tê dayîn û niha ji bo daxistina bernameya muzîkê jî hewl didin.”

“Muzîk rastiya jiyana me ye”

Mizgîn Tahir a di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku muzîk li gorî rewşê û pêvajoyê rengê xwe dide der û mayînde dimîne û wiha pê de çû: “Di hemû şoreşên ku li cîhanê hatine jiyîn de muzîkê jî xwe di nav de pêş xist. Em dikarin bibêjin ku muzîk li gorî rewş û pêvajoya heyî rengê xwe dide der. Gelek muzîk û meqamên cîhanê yên navdar hene ku di şoreşan de deng vedan û hatin naskirin. Bi riya wê jî moral dide gel û dihêle ku li ser piya bimînin. Tekez ev muzîk û stranên şoreşê mayînde ne.”

Li Rojavayê Kurdistanê rewş û pêşketina muzîkê

Mizgîn Tahir destnîşan kir ku tevî rewşa şer û nearamiyê jî dîsa hûner û muzîk heta astekê li Rojavayê Kurdistanê pêş ketiye û wiha anî ziman: “Di heman demê de muzîk rastiya jiyana me ye. Li Rojavayê Kurdistanê mirov dikare rewşa muzîkê baş binirxîne, beriya şoreşê tiştekî wiha tune bû. Ger em niha binêrin em ê bibînin ku stran, filîm, rêzefilîm û gelek projeyên serkeftî tên çêkirin û li Kurdistanê dikevin xizmeta pêşketina çand û hûnerê. Raste rewşa ku em niha dijîn ne hêsan e û rewşeke şer e, lê tevî şerê ku li dijî tê pêkanîn jî kêm zêde pêşketineke heye û di vê pêvajoyê de ev pêşketin serkeftineke mezin e. Ji bo pêşketineke hin berçavtir û mezintir, pêwîstî bi akademîsyan û aramiyê heye ku xetên qalind werin dayîn û ilanên me bigihêjin serî.”

“Pêşkêşkirina berhemên zarokan ser dikê baweriya wan xurt kir û moral da wan”

Mizgîn Tahir diyar kir ku piştî salekê pêşkêşkirina berhemên zarokan di kar û xebatê de gaveke serkeftî bû û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Dê Orkêstra Rojava ya Zarokan di salên pêş de bi rengekî akademîk xwe pêş bixe. Dibe ku teknîk û amûrên me ne ewqas alîkar bin, lê tevî vê yekê jî li gorî derfetên heyî me xwest em gavekê bavêjin pêş û êdî hûner û jêhatiyên koma zarokan li ser dikê pêşkêş bikin. Ev cara sêyemîn e ku koma zarokan li ser dikê hunerê xwe pêşkêş dikin û cara herî dawî jî li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner pola strîngê hat pêşkêşkirin û li wir malbat û sazî jî ji bo berhemên van zarokan bibînin hatibûn vexwendin. Wateyeke mezin ya vê gavê hebû ku baweriya zarok ya li hemberê xwe mezin bibe û bizane ku ew dikare berhemeke baş derxê pêş. Her wiha tirsa xwe ya ser dike dişkîne, bi rihetî hûnera xwe pêşkêş dike û tiştên nû diafirîne. Malbatên amade jî ji ber ku ew tiştek nû ye û bi taybetî yên li ser dikê zarokên wan e kêfxweşiya xwe anîn ser ziman. Em dixwazin di pêşerojê de êdî orkestra xwe ya zarokan pêş bixin û hêviya me jî ew e ku di salên pêş de orkêstra me bi rengekî akademîk bixebite.”

“Li kêleka muzîkê bi awayekî balkêş û perwerdehî hînkirina zimanê Îngilîzî girîng e”

Mamosteya zimanê Îngilîzî ya Peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan Ronak Hecî eşkere kir ku li kêleka muzîkê hînkirina ziman jî girîng e û wiha axivî: “Ev saleke ez di vê peymangehê de dixebitim, ez zimanê Îngilîzî bi awayekî balkêş û perwerdehiyê didim zarokan. Zarok bi ast bi ast tên fêrkirin. Tecrûbeya min bi zarokan re min kişand ku li vê derê perwerdeyê bidim. Li kêleka kar an jî hunerke din hînkirina zimana hebe pir baş e û ew jî dikeve xizmeta pêşketina mirovan. Bi taybetî di orkêstra ye de ji bo mijara lêkolînan pêwîstî bi hînbûna ziman heye û ev yek jî rê veke ku zarok rihê afrîneriyê di xwe de ava bike.”