Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi xwendevanên xwe re civiya

Hejmara nû ya Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê vê mehê bi berga "Jinên li paş dîwaran: Em têdikoşîn, hûn jî deng bidin" derket.

Navenda Nûçeyan- Hejmara 32'emîn a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi sernavê "Jinên li paş dîwaran: Em têdikoşîn, hûn jî deng bidin" û bi nivîsên ji girtigehan hatîn girtin derket.
Di hejmara nû de nivîsên girtiyên siyasî Sebahat Tuncel, Leyla Guven, Aynur Aşan û Şîlan Avareş cih digrin. Di bergê de nivîsên Sebahat Tuncel û Aynur Avareş ên li ser jinên ku tevî binpêkirin û zextan li girtîgehan li ber xwe didin û nivîsên Leyla Guven û Şîlan Avareş ên di girtigehê de derxistin û di kovara Tevnê de ku di malpera Meşa Jinan a Cîhanê de hatine weşandin pêk tê.
Zeynep Altinkaynak jî bi sernava "Hûn ê çawa bikaribin bi milyonan kesî di odeyeke teng de bigirin?" bal kişandiye ser tecrîda li Îmraliyê. Heval Aslan jî bi nivîsa xwe bal kişandiye li ser êrişên Mexmûr, Şengal û Rojava û sîstema azadiya jinê ya li van herêman. 
Nivîsa Bree Busk ku ji aliyê Derya Dogan ve hatiye wergerandin, rola tevgera femînîst a Şîlî di serhildanên girseyî yên li dijî neolîberalîzma otorîter a sala 2019’an de li Şîlîyê vedibêje. Her wiha hevpeyvîna Reyhan Hacîoglu ya bi xebatkara depoya Migrosê Aleyna Kirmizî ya di nava berxwedanê de ye, gotarên Ayşe Dûzkan ên bi sernavê “...jin xwadî derdikevin” û Saîme Topçu “Îtiqatê reya / li Raa Heqê Xizir –Di rêya baweriya heq de Xizir” cih girtin.