Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi manşeta 'jin û mekan' derket

Pêveka Jinê ya Rojnameya Yenî Yaşamê bi berga "Weke berhemeke polîtîk mekan û jin” bi xwîneran re hev civiya.

Navenda Nûçeyan- Pêveka Jinê ya Yenî Yaşam piştî navbereke 15 roj di hejmara xwe ya 41’emîn de bi berga “Weke berhemeke polîtîk mekan û jin” hat weşandin.  Di hejmara dawî ya pêvekê de  weke helwesteke polîtîk bal kişandin ser zayendîkirina mekanan.

Dema plansaza bajêr Bêrîvan Guneş li ser malên TOKÎ yên piştî qedexeyên derketina derve ya li Nisêbînê hatin çêkirin bajar û zayendê civakî şîrove dikir, Fîgen Ektî jî bi nivîsa xwe ya bi sernavê “Ji Zîgûratan heta niha têkiliya mekan û jinê” cihê xwe di pêvekê de digre. Yulsek Genç di nivîsa xwe ya bi sernavê “Weke mekaneke zayendîkirî girtîgeh” de qala di girtîgehê de  jinbûn dike. Li Tirkiyeyê doza Pinar Gultekîn û li DYA’yê qedexeya kurtajê di nav mijarên di pêvekê de cih digre.

Sernavên di hejmara dawî de cih digrin wiha ne:

Mekan berhemeke polîtîk e/ Bêrîvan Guneş

Ji Zîgguratan heta niha têkiliya mekan û jinan / Fîgen Ektî

Weke mekaneke zayendîkirî girtîgeh / Yuksel Genç

Li DYA’yê qedexeya kurtajê: Di demên berê de ev der bi giştî femînîzma burjuvayê bû / Hulya Osmanagaoglû

Doza Pinar Gultekîn û serdegirtina Bêzelê/ Hîcran Urun

Li Dadgeha Bilind em kesên jiyana me dizîne didarizînin! / Latîfe Demîrcî Kahya

Kuştinên li Kampa Holê û baskê jinê yê Al-Hisb / Heval Arslan