Pêveka Jinan yê Yenî Yaşamê: Di şer de tundiya bi unîforma

Hejmara dawiya Pêveka Jinan yê Rojnameya Yenî Yaşamê, bi sernavê “Di şer de tundiya bi unîforma” derket.

Navenda Nûçeyan- Hejmara 39'an a Pêveka Jinan yê Rojnameya Yenî Yaşamê ku 15 rojan carekê tê weşandin, bi xwînerên xwe re civiya. Hejmara ku bi sernava "Di şer de tundiya bi unîforma" derket, bal kişandine ser tundiya bi uniforma ya di şer de rû dide û her wiha balê dikşînin ser bêcezahiştina tecawizkaran a parçeyekî ji polîtîkayên şer ên taybet e.   

Nevin Cerav bal kişandiye ser tecawiza polîs, cerdevananan a li bajarên kurdan li jinên kurd tê kirin. Ayşe Duzkan bal kişandiye ser şerê Bosnayê û kampên tecawizê yên hatine avakirin. 

Serenavên di hejmara dawî de cih digirin wiha ne:

Anotomiya wehşetê: Bersûcên bi unîforma / Nevin Cerav 

Tiştên ji şerê azadiyê yê Cezayirê ji jinan re man / Heval Arslan

Jinê Bosnayê / Ayşe Duzkan 

Bariyerên piştevaniya polîtîk / Hulya Osmanagaoglu 

Ji konferansa me ber bi kongreyê ve: Em tên jiyaneke nû ava bikin / Bedia Akkaya

Stêrkên dibiriqîn / Emina Deger

Tu li ser erdîngariya xwe ya dîtir û mirî be!  (2) / Saime Topçu

Francia Márquez: Em têkoşîna rûmet û edaletê didin / Alina Duarte, Irma Gallo ve Heriberto Paredes