Pêşangeha sêyem ya werza peyîzê li Şarezûr destpê kir

Li pêşangeha sêyem a werza peyîzê ya bi beşdarbûna gelek jinan li qezaya Şarezûrê destpê kir, karê destê cûr be cûr yê jinan tê pêşandan.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Şarezûr – Dûh piştî nîvro li parka Nalî ya qezaya Şarezûr pêşangeha karê destan, xwarinên Kurdewarî, şirînî û wênekêşana ji bo jinan destpê kir. Bi serpereştiya rêxistina Bênaz, di roja yekem ya werza payîzê de li parqa Nalî ya qezaya Şarezûrê pêşangeha karê destê jinan hate vekirin, nêzî 50 jinan karin karê destê xwe yên rengîn pêşkeş bikin.

Geşe Ehmed a yek ji beşdarvanên pêşangeha sêyemîn a werza payîzê ye wiha qala amurên ku ew bi destê xwe çêkiriye kir: “Ez hewil didim karê xwe hin zêdetir pêş bixim. Bi rêya van festîfalan em dikarin karê xwe bi xelkê bidin nasîn û her wiha bi rêya malperan em daxwazên jinan digrin û li ser kar dikim û ji bo wan amade dikim.”

Folklora Kurdî zindî dihêlin

Yek ji beşdarvanen din a pêşangehê Şem Osman her çendî temenê wê zarok e jî lê belê bi xwe da zanîn ku ew hewil dide ji derveyî xwendina xwe bi rêya torên civakî berhemên weke ristik, bazinên ji dezî amade dike bi rêya pêşangehên bi vî awayî berhemên xwe pêşkeş bike.

Awzên Ferhad hemû berhemên xwe yên ji bo folklorê tê bi karanîn çêkiriye nişan da û destnîşan kir ku armanca wê ya sereke zindîkirina folklora Kurdî ye.