Perwerdeya hunerê ya zarokên Êzidxanê bi dawî bû

Perwerdeya ku Tevna Alîkariya Jinên Êzidî ji bo pêşxistina çand û huner her wiha ji bo perwerdekirina zarokên Êzidxanê ya li ser çanda xwe ya resan, dabûn destpêkirin, duh bi dawî bû.

Şengal – Piştî fermana 2014’an de civaka Êzidî gav bi gav dest bi avakirina warê xwe kir, ji qadên jiyanî heyanî çand û hûnerê di hebûna xwe mayînde dike. Lê di nav civaka Êzidî de yên ku herî zêde pêwîstiya wan bi perwerde û aktîvîteyên cuda heye zarokên Êzidxanê ne. Bi vê armancî Tevna Alîkariya Jinên Êzidî perwerdeyekî fêrkirina def û stran dabû destpêkirin. Perwerdeya ku bi beşdarbûna 15 şagirtdan du meh berê niha destpê kiribû, duh bi dawî bû.

15 zarok perwerde dîtin

Endama Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Radiya Hesen der barê vê xebata ku dabûn destpêkirin de ji ajansa me re axivî û got: “Bi giştî li Şengalê perwerdeyên muzîkê gelekî kêm e, lewma me weke Tevna Alîkariya Jinên Êzidî pêwîstî bi vê gavê dît. Nêzî 15 kes me fêr kir. Me ji meha Tîrmehê destpêkiribû, lê ji ber ku demsala nû ya dibistanê destpêkirin me nexwest bandor li wan neke, me perwerde bi dawî kir. Kesên ku hatine fêr bibin jî gelekî kêfxweş bûne.”

Dê xebatên hûnerî bidomin

Her wiha Hediya Hesen endama Tevna Alîkariya Jinên Êzidî der barê pirojeyên wan yên nû de van agahiyan parve kir û got: “Îro me vê perwerde bi dawî kir, lê em ê van xebatan berdewam bikin. Her wiha emê ne tenê zarok fêrî muzîkê bikin, pirojeyên me ji bo kesên temen mezin  ji 15 û jor ve jî heye.”

Dinya Bapîr yek ji kesên ku tevlê perwrdê bûye, ji me re qala hestên xwe kir û got: “Ev 2 meh in em hatine. Em gelek tişta fêr bûne. Gotina sitran, girtina dîlan, lêdana tembûr û def. Her wiha em Tevna Alîkariya Jinên Êzidî gelek sipas dikin ku derfetên wiha ji me re pêşkêş dikin da ku em xwe pêşbixînin û hêvîdarin ku dema pêş hîn gavên mezintir bên avêtin.”

Di dawiyê de jî bewername li şagirtan hatin belav kirin.