Pêşangeha ‘Pengava Rengan’ bi dawî bû

Pêşangeha ‘Pêngava Rengan’ a bi beşdariya hûnermendên Rojhilatê Kurdistanê hat vekirin û balê kişand ser mijarên girêdayî jinan bi dawî bû.

Silêmanî – Pêşangeha ‘Pengava Rengan’ a di 26’ê Sibatê de li hola Muzexaneya Nîştimanî Emnesor a li bajarê Silêmanîyê bi hevkariya galeriya Artibişin Taran û galeriya Ayrin Taran hat vekirin û çar rojan berdewam kir û îro bidawî bû.

39 hûnermendên Rojhilat bi 150 tabloyan beşdar bûn

Di pêşangehê de navenda 7 rengan di aliye wênekêşî û xêzkirinê de, 39 hunermendên Rojhilatê Kurdistanê û Tahranê bi 150 tabloyan beşdarî pêşangehê bûn. Di tabloyên pêşangehê de piranî bal hat kişandina li ser jinan û tabloyên ku jinan amade kirin. Herwiha di pêşangehê de ked û westandina jinan hate nişandan.

Şêwekara xelkê Tahranê Nazenîn bi dû tabloyan bejdarî pêşangehê bûye û ev cara yekeme li bajarê Silêmanî bejdarî pêşangehê bûye wiha got: “Tabloyên min behsa ruyê firîşte yên jinan dike ki çendîn xeyalên cûr be cûr heye û tu kes nikare alîkariyê bike û behsa êşên ku jin dikêşe dike.”