Pêlavên “Kilaş” ên dîroka wê hezar salan derbas dike, bi keda jinan şêwe digre

Dîroka pêlavên “Kilaş” ên çanda taybet a herêma Hewramanê ya Kurdistanê ye, hezar salan derbas dike. Pêlavên sivik, bi tendurist û xwezayî bi keda destê jinan derdikeve holê.

HÎMA RAD

Sîne – Pêlavên bi navê “Kilaş” ku parçeyek ji çanda Hewraman e, bi dîroka xwe ya taybet û tevna xwe ya erdnîgarî mirovan li xwe diheyirîne. Pêlavên ku ji bilî sivik û bi tendurist in, di tevahiya pêvajoyê çêkirina xwe de bi keda dest tên çêkirin hîn jî pir tên tercîh kirin. Dîroka pêlavên kilaş ên çanda taybet a Kurdan û herêma Hewramanê hezar sal derbas dike. Pêlavên “Kilaş” ji du beşên cuda pêk tên. Binê pêlavê û beşa jor a bi têlên pembû yên qalind tê honandin. Binê pêlava “Kilaş” jî bi danîna perçeyên çermê ajalan tê temam kirin.

Di çêkirina wê de kedek mezin heye

Pêlavên “Kilaş” rastî her kesên ku serdana herêma Hewreman bike an jî çanda wê meraq bike û lêkolîn dike, hatiye. Piraniya niştecihên ku li herêmê dijîn di çêkirina "Kilaş” de serwer in. Pêlavên “Kilaş” yên tevî di jiyana rojane de tên bikaranîn jî herî zêde piranî di rojên taybet de tên li xwe kirin, hêj populerbûna xwe diparêze. Pêlavên “Kilaş” yên hilberandina wê gelek zehmet e û tevahî bi nexşên destan tê çêkirin, di pişt çêkirina pêlavê de kedeke mezin a destan heye û bi giranî xwediya vê kedê wek jin derdikeve pêşiya me.

7 sal in “Kilaş”ê dihilberîne

Somayeh Habîbî hilberînerek ku di çêkirina “Kilaş” de salen dirêj ked dide, karsaz û jinên ku dixwazin wek wê bixebitin re jî derfetên kar dabîn dike. Somayeh Habîbî a got 31 salî ye, di warê zanistên perwerdehiyê de lîsansa kiriye û di salên dawî de jî hemû debara xwe bi çêkirina pêlavên “Kilaş” dabîn dike. Somayeh Habîbî ku anî ziman ji sala 2015'an û vir ve bi awayekî profesyonel dest bi karê hilberîna "Kilaş"ê kiriye û bi yek ji pêlavên ku girt destên re dest bi vegotina hilberîna wê dike. Somaye Hebîbî dest nîşan dike di vî karî de bi giranî mirovên ji herêma Hewramanê dixebiti, ji ber ku “Kilaşan” reseniya xwe ji vê digre.

 

Zirar nade xwezayê

Jina ciwan wiha dibêje: “Qet zirarê nade jîngehê ji ber ku bi giştî ji berhemen xwezayî tê çêkirin. Ji ber ku ew bi lingên kesên ku li xwe dikin re aghengî çêdike, xwêdan jî nake û ji bo meşên dirêj jî qet nabe sedem ku di laş de êş çêbibe.” Somayeh Habîbî a balkişand bi pandemiyê re karê wan hatiye asta rawestandine, bi van gotinan diyar dike ku hilberîne nerawestandine lê di mijara bi destxistina beranberê keda xwe de zehmetî dikşînin: “Em bi krediyên digrin re bi zehmet  li ser piyan dimînin û divê kredî werin dayîn, di vê qonaxê de ev pir zehmet in. Beriya koronayê me bi Herêma Federal ya Kurdistanê û Tirkiyê re îxracat dikir, lê bi pandemiyê re karê me rawestiya. Me jî hilberîna xwe berdewam kir.”

Dixwaze bi zêdetir jinan re bi hevpar hilberîne

Somayeh Habîbî anî ziman ku bi taybetî beşa honandinê ya pîşeyê bi giranî ji jinan pêk tê û wiha got: “Jinên dihonîn bi awayekî serbixwe dixebitin û mixabin ne xwedî tu mafêk in. Ez dixwazim di pêşerojê de çalaktir bim, bi zêdetir jinan re bi hevpar bixebitim, piştgirî dayîna hev bikin û parastina mafê hev bi xebitim.” Somayeh Habîbî anî ziman ku ew dixwaze bi jiyandina hunerên destan re, dabîn bike ku jin bibin xwedî debara aborî, di vê çarçoveyê de bang li hemû jinan dike.