Pegah Ahangaranî hêjayî xelata lîstikvana jin a herî serkeftî hat ditîn

Ji lîstikvana jin a Îranî Pegah Ahangaranî re, ji Moskowayê ji ber performansa xwe ya di fîlma “No Prior Appointment” de xelata lîstikvana jin a herî serkeftî, hat dayîn.

Navenda Nûçeyan-  Di 44’emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Moskowayê (MIFF) ku ji 26’ê Tebaxê heta 2’ê Îlonê li Rûsyayê hat lidarxistin de, ji lîstikvana Îranî Pegah Ahangeranî re ji ber performansa xwe ya serkeftî ya di fîlma " No Prior Appointment " de xelata hat dayîn. Lîstikvana ku ji festîvalê xelata lêyistîkvana jin a herî serkeftî wergirt, ji ber serkeftina xwe ya di fîlmê de, di festîvalên cudayên beşdar bû de jî bi xelatên vegeriya.

Fîlma “No Prior Appointment" ya Behrûz Şêybî di qoltîxa derhêneriyê de rûnişt, di festîvala MIFF’ê ya îsal hat nîşandan de, di kategoriya bernameyên dervayî pêşbirkê de hatibû nîşandan.

"No Prior Appointment" taybetmendiya fîlma dram a civakî hildigirt, bi temaya xwe hewl dide otîzmê bi civakê bide nasîn, bal dikşîne.