Parêzvanên baweriya qedîm Yaresaniyan cejna Xewankar pîroz kir
Yaresaniyên ku xwedî baweriyeke qedîm in û parêzvanên çandeke dewlemend in, di pîrozkirina cejna Xewankar de bi tembûr, stran û merasima pîrozkirinê hatin ba hev.
EYRÎN ASLANÎ
Kirmanşah– Yek ji baweriyên herî qedîm ên li Rojhilatê Kurdistanê baweriya Yaresan e. Yaresan baweriyeke civaka Kurd e. Kurdên ku xwedî baweriya Yaresan in, 18’ê Mijdarê roja Duşemê li gundê Tuşamî yê Kirmanşahê cejna Xewankar pîroz kirin. Ji bo cejnê li gel Elewiyên Yaresan, Kurdên ji bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê hatibûn, beşdar bûn. Di cejnê de komeke jin û mêrên li tembûrê didan amade bûn, bi gotina stranan, ramûsana destan û pîrozkirina cejnê merasim hatin lidarxistin.
Bi çalakiyan seknek tê raberkirin
Hunermenda tembûrê ya tevli cejnê bûbû, diyar kir ku li ser çanda Yaresan jî guherîn tê ferzkirin, loma çalakî tên wateya sekna li dijî vê yekê. Her wiha bal kişand ser cihê jinan ê di baweriya Yaresan de û diyar kir ku bi bandora îslamê hinek guherîn çêbûne lê li dijî vê yekê her dem seknek hatiye raberkirin. Her wiha da zanîn ku di cejnan de hejmara jinan zêde bûye, jin êdî hem li tembûrê didin hem jî stranan dibêjin.
Di civakê de guherîn hat çêkirin
Hunermenda tembûrê diyar kir ku di çanda Yaresan de cudahiya zayendan tune ye, bal kişand ku jin û mêr wekhev in û wiha domand: “Ola Yaresan, ola Kurdan e, pirtûk bi Kurdî tên nivîsandin, çand a Kurdî ye û cihê jinên Kurd ê di civakê de û nirxa ku ji wan re tê nîşandan di ola Yaresan de jî heman e.”
Hunermenda tembûrê bal kişand ku bi îsrara jinan di civakê de guherîn hatiye çêkirin û bi gotinên: "Ger hûn civakeke şiyar û zana bixwazin divê hûn xwedî dayikên zana û şiyar bin” bal kişand ku divê ji bo vê yekê destpêkê malbat zana bin û bi xebartan werin şiyarkirin.