Parêzvana çanda resen û cotkareke zîrek

Werdiya Danyal a 63 salî heya niha alavên dîrokî kom dike û diparêze her wiha bi çandiniyê hostetiya xwe ya cotkariyê her li pêş dihêle, dibêje ku bi rêya parastina alavên kevnar çanda aşûriyan diparêze û bêrê wekî rêhevala xwe ya hemû wextan pênase dike.

SORGUL ŞÊXO 
Hesekê - Ji ber pêşketina teknelojiyê li tevahî cîhanê, êdî girîngiya parastina alavên kevnar ku dîroka wan û hebûna gelê wan pênase dike êdî li paş ma ye. Ji lewra dîtina kesên ku alavên dîrokî diparêzin, pir kêm bûye lê yên ku xwedî li keda dapîr û bapîrên xwe derdikevin jî hene û da ku têkoşîna wan a parastina dîrokê her li pêş bihêlin, alavên dîrokî li koşeyeke malên xwe kom dikin.
Di berbanga 23'ê Sibata 2015'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundên Aşûriyan ku li ber qiraxa çemê Xabûrê ya navçeya Til Temir a Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikeve, kirin. Di encama vê êrîşa hovane de, derveyî 230 aşûriyên ku hatin revandin, gelek hatin qetilkirin. Di heman wextê de jî çeteyên DAIŞ'ê dêr teqandin û şewitandin û gund veguhrandin xwelî. Lê piştî ku hemû gund ji aliyê şervanên YPJ/YPG'ê û Hêzên Meclisa Leşkerî a Suryanî, Hêzên Parastina Xabûrê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn(Natoru-Asayîş) ve hatin rizgarkirin êdî bi vegera şêniyên wê jiyan ji nû ve destpêkir. Li koşeya başûrî gundê Til Cedaya ku li başûrî navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê dikeve, maleke ku du xwîşk û birayê xwe yê Aşûrî lê dijîn heye. Werdiya Danyal a 63 salî alavên kevnar li koşeyeke mala xwe kom dike di heman demê de jî cotkareke zîreke. Di serdana me ji mala Werdiya re, ji kamîreya me re behsa vê mijarê kir.
"Gund bi dîrok, bedewbûn û têkiliyên civakî bi wate dibe"
Werdiya wiha behsa bedewbûna jiyana gundan kir: "Gund bi dîrok, bedewbûn û têkiliyên xwe yên civakî wate dide. Derveyî ku jin girîngiyê didin çandiniyê, lawirên wekî mirîşk, çêlek, qaz û pez jî xwedî dike. Em li gundan dijîn û me li vir jî çavên xwe li cîhanê vekir, ji lewra dil û giyanê me jî jiyana gundan e. Bihnekê li gund ez nadim bi hemû bajaran. Herî zêde mirov gund û mala xwe wekî jiyan û hebûna xwe dibînin. Ji dema ku ez ber bi ciwantiya xwe ve diçûm, min dest bi karên gundan kir. Ji xwedîkirina pez û çêlekan û dotina wan her wiha min çandinî jî kiriye û dikim jî. Ger ku ez kar nekim, nexweş dikevim. Divê ku ez kar ji binê erdê derbixim û bikim, ez wiha nekim xwe wekî ku tu kar nekiriye hîs dikim. Ger ku newestim, bi tema jiyanê û zora wê hîs nakim. Kar spore, yên ku hemû rojên xwe rûniştîne her bi nexweşiyan re rû bi rû dimînin."
"Dîrokê di koşeya mala xwe de diparêze"
Werdiya da xuyakirin ku alavên kevnar ên ku li mala wê ji dîroka dapîr û bapîr û dayik û bavê wê ye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Hemû alavên ku niha min kom kirine ji dema dapîr, bapîr û dayik û bavê min de ye. Ev alav heman wextê jî dîroka aşûriyan pênase dike. Li vir bêr, birek, çakûç, kêr û qirçika porê pez, giraniya hevsengiyê, cirnê ku di demsala biharê de penêr têde çêdikin û dixin binê erdê de heye. Her wiha çira ya şevê ango fanûs, papor, qefesa çûkan, destar, zingilê pez, kevçiyên kevin yên dirêj û gelek alavên din hene. Em heya niha destar bikar tînin û xwarina aşûriyan a gelerî (Herîsê û Dixwa)yê çêdikin."
"Her alavek xwedî çîrok û dîrokeke cuda ye"
Werdiya da zanîn ku DAIŞ’ê xwestiye bi şikandina alavan, çanda wan qir bike û wiha pêl da gotina xwe: "Ev alav beriya êrîşa 23'ê Sibata 2015'an di hundirê odeyekê de bûn. Lê dema ku DAIŞ’ê êrîşî gundê me  kir, mala me şewitandin. Alavên kevnar jî şikandin û li gund li kolan û malên gund belav kiribûn. Paşê dema ku em vegeriyan gund, em li gund geriyan û yek bi yek me alavan kom kir, paqij kirin û li koşeya mala xwe daliqandin. Niha li ber çavên me ne, dema ku lê dinêrim dapîr û bapîrên xwe, dîrok û çanda Aşûriyan ya kevin bi bîr tînim û bi xwebûna jiyanê hîs dikim. Ji ber ku her alavek ji van alavan, temenê wê sedê salan e. Birek û zingilê ku dixistin qirika pez tenê niha temenê wê zêdetirî 250 sal in, yanî du sed sal û nîv in. Cercera ku me pê genim dikutand jî heya niha em wê diparêzin, lê bi kar nayînin. Em çiqasî kedê bidin, ne li gorî ked û westîna dapîr û bapîrê xwe dernakevin."
"25 sal e cotkar e û rêhevalê wê yê ewqas salan jî bêr e”
Werdiya li kêleka parastina alavên kevnar cotkareke zîreke û bi çandiniyê re jî mijûl dibe. Werdiya wiha behsa çandiniyê  dike: "Ne tenê xwedî li alavên kevnar derdikevim, ez xwedî li axa xwe jî der têm û baxçeyên darên tirî û zebzeyên demsalî jî diçînim. 25 sal in ez baxçeyan diçînim û ji berhemê wê sûdê li cîranan û kesên xizan jî belav dikim. Me genim û ceh jî çandî ye û ez wan bi bêra xwe jî av didim. Îsal tenê min 2 hezar darên tirî çandiye, berê me ji wiha zêdetir diçand, lê ji ber miçiqîna çemê Xabûr êdî em pir kêm diçînin. Dema ku dikevim nava baxçe ez bi jiyaneke nû û hestekî ku nayê vegotin, dijîm. Her darek temsîla jiyana min dike. Bêra min rêhevalê min û parçeyek ji laşê min e, em tu carî bêyî hev nikarin demên xwe derbas bikin."
"Divê ku li hemberî êrîşan, rola parêzvanan bilîzin" 
Werdiya got ku bi parastina alavên kevnar, ew dîrok û çanda Aşûriyan diparêze û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em îro parêzvanên dîrok, çand û hebûna netewbûna xwe ne. Ji lewre bi parastina van alavan ez  çand, dîrok û hebûna gelê Aşûrî ji windabûnê diparêzim. Îro em xwediyê vê axê ne, axa dapîr û bapîrên me ye, kes nikare me ji vê axê dûr bixe. Xabûrê bêriya şêniyên xwe kiriye divê ku aşûriyên derketine derveyî welat vegerin, ji ber xerîbî tu carî nabe warê mirovan."