Odeya xwe veguherand muzexaneyê

Şêrîn Hîmo bi armanca parastina alavên kevnar ên çanda Kurdî odeya xwe ya ku gelek kevin û dîrokî ye veguherandiye muzexaneyê.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Mirovên ku paşeroja xwe nexwendibin wê pêşwazîkirina pêşerojê ji wan re zehmet were. Zanîna dîroka dapîr û bapîrên xwe, pêşî li asoyên fireh ên nifşên nû vedike ku rêwîtiya xwe bidomînin û ya herî girîng tiştên li pey xwe hiştine biparêzin. Gelê Kurd wekî netewên din ên ku li Mezopotamyayê dijîn xwedî ziman, çand û dîrok e lê belê pêvajoyên siyasî yên wê demê nehiştin ku ev dîrok were belgekirin. Li gundê Hîmo yê bajarê Qamişloyê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji malekê bêhna kevnariyê ku mêjiyê mirovan vedigerîne wan serdemên ku dabîr û bapîrên me lê dijiyan tê.

Li gund Şêrîn Hîmo tevî hevjînê xwe Fîxan û kurê wê Siyap di maleke ji axê de dijîn. Odeya xwe veguherandine muzexaneyê bi sedan ji alavên kevnar lê kom kirine û gelek caran şevbuhêrk lê tên lidarxistin. Der barê vê mijarê de Şêrîn Hîmo ji me re axivî.

Ode yekemîn dibistana zimanê Kurdî ya li Qamişlo ye

Şêrîn Hîmo li ser danesîna serpêhatiya odeyê wiha got: "Ev ode ji aliyê malbateke xirîstiyan ve hatiye avakirin û vedigere serdema 20'an. Ode bê derî û pencere hatibû hiştin. Gundiyan ji bo parastina kaya xwe ji baranê, bi kar dianîn. Odeyeke wiha me guncaw dît ku em alavên kevnar lê kom bikin. Ger me ode neparasta wê ji mêj ve hilweşiya û pê re hemû bîranîn û dîrok bihata windakirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ev ode wekî yekemîn dibistana zimanê Kurdî li Qamişloyê di dema serweriya rejîma Baasê de bi dizî hat vekirin û perwerdeyên zimanê dayikê ji bo zarok û ciwanan lê hatin dayin. Di dawiya sala 2012'an de me ev ode êdî ji bo bicihkirina alavên kevnar ên ku demdirêj me kom dikirin, bi kar anî. Êdî roj bi roj odeya ku alav lê zêde dibûn, bala gundiyan kişand."

'Bi çavên bazirganiyê û dekorasyon li alavên kevnar tê nêrîn'

Şêrîn Hîmo da zanîn ku civak bi çavên bazirganiyê li alavên kevnar dinêre û wiha domand: "Ger ev alav di destên civakê de bûna wê bihatana windakirin an jî şewitandin. Gelek alav bi zehmetiyên mezin hatin komkirin. Mixabin, bi çavên bazirganî û dekorasyonê li alavên kevnar û cihên wê tên nihêrîn. Bazirgan û kesên din alavên kevnar kom dikirin, gir û deverên dîrokî dikolandin û alavên kevnar jê derdixistin û bazirganî pê dikirin. Lê nizanibûn ku dîrok û çanda xwe difroşin. Pîrozbûn, nirx û girîngiya van alavan nizanbûn. Me hinek alav kom kirine, dîroka wan vedigere serdema 19'an. Ji bo ku neyên firotin û ji sînorên me dernekevin, me gelek alav kirîne. Ode pir guncaw e, dibe ku hinek bi çavên dekorasyonê lê binêrin lê ya girîng watedayina pêvajoya tê re derbas dibûn, hostebûn û keda destên ku ava kirine ye."

Ji xwendekaran re bûye çavkaniya nasînê

Şêrîn Hîmo bilêv kir ku ji bo nasîna çand û dîroka Kurdewarî li Mezopotamyayê, şagirt berê xwe didin muzexaneya wan û wiha pêl da gotinên xwe: "Mijar ne tenê mêzekirin û raberkirina hestên kêfxweşiyê ye, tê xwestin ku mirov xwedî li alavên kevnar derkevin, ji ber neynika civaka me ne. Xwendekar ji bo alavên dîrokî nas bikin berê xwe didan muzexaneyê. Mînak ger meşk nebûya, alavên nûjen ên çêkirina mast û şîr jî bi pêş nediketin. Ger alavên kevnar nebûna, yên nûjen jî bi pêş nediketin. Ger milhêb nebûya, traktor jî dernediketin. Ji destpêka her tiştî re dîrok û paşeroj heye."

Amadekariya pirtûkek ji dîrok û çanda alavên kevnar

Şêrîn Hîmo wiha behsa naveroka pirtûka ku amadekariya wê dike kir: "Me dest bi amadekariya pirtûkekê kiriye ku li dibistan û zanîngehên me bibe ya dersê. Pirtûkeke ku hemû alavên heyî hemû bi wêne û dîroka wê werin nivîsandin, were çapkirin û bigihîje ber destên xwendekaran. Wêjeya Kurdî pir dewlemend e, ne tenê gotin, stran û helbest in. Di nav gotinên helbestan de navê hin alavan tê gotin, di heman kêliyê de em dikevin lêgerînê ku ev alav çi ye û ji ku derê divê em peyda bikin."

'Hentûr' ji hêla Kurdên Cihû ve hatiye çêkirin

Şêrîn Hîmo da payin ku alavên hîn ji serdema Kurdên Cihû ve hatine afirandin hen û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Hentûr erebeyên destpêkê ku civakê bi kar dianîn, tê gotin ku ji aliyê Kurdên Cihû ve hatiye çêkirin. Heta dapîra min jî ji min re digot; ‘bûk li ser hentûran ji gundekî dibirin gundekî din.’ Divê ku em bi çavekî ku hentûr tenê ji bo kişandina pûş e nenêrin, ji ber ew hentûr nebûya îro wesayîdên nûjen nedihatin çêkirin. Ji bo ku em hentûrê bînin muzexaneya xwe ya biçûk, 7 mehan em di nava hewldanan de bûn. Alavên wiha li ber tîrêjên rojê û baranê û hewayê zirarê dibînin. Bêguman dizîna alavên wiha kevnar xeteriyê jî çêdike."

Di muzexaneyên Ewropayê de çanda Mezopotamyayê

Şêrîn Hîmo bal kişand ser dizîna çanda Mezopotamyayê û wiha pê de çû: "Avahiyên nûjen û modern ku di hundir de alavên kevnar vedihewînin, bê rih in. Divê em ji bîr nekin, di muzexaneyên welatên Ewropayê de alavên me yên ku ji bin vê axê hatine derxistin hene. Ev encama vekolandina dever û girên dîrokî bû. B guman tewanbarê herî mezin dewleta tirk û rejîma Baasê ye. Bi zanebûn rê didan şandeyan axa me bikolin û çanda me bidizin. Heta gir û gorên miriyên me dikolandin û ji bin wê alav derdixistin û didizîn. Çanda Mezopotamyayê di muzexaneyên Ewropayê de li pêş e, ji ber ku mirovahiyê ji vir dest pê kiriye. Divê ku em bi hestên netewî û welatparêziyê, çanda Kurdewar biparêzin."

'Divê destek bidin daxwazên ji bo afirandin keşifkirin û nasîna çandê'

Şêrîn Hîmo bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Piştî şoreşa Rojava ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû, lêgerîna şagirt û xwendekaran ji bo van alavên dîrokî bi awayekî baş derket holê. Daxwazên ji bo afirandin, keşifkirin û nasîna çandê mezintir dibin. Dema ku malbat li xwendekaran ferz dikin ku bibin bijîşk an jî endezyar, wê demê uûrîzmê û lêkolîna dîrokî paşguh dikin. Divê malbat hêvî û xeyalên zarokan di warê çand û dîrokê de mezin bikin û destek bidin wan da ku em bi xwe dîroka xwe bi zimanê xwe belge bikin."