Nivîskara Mexribî Hefîza El-Meras romanek li ser rastiya Mexribê nivîsî

Nivîskar û romanûsa Mexribî Hefîza El-Meras diyar kir ku romana “Mewid Mea El-Şirfe” vegotinek eşkere û rasterast a pirsgirêkên mirovî ye ku ji hêla karakterên romanê ve hatiye veguheztin, tê de jinan rolek bingehîn lîstiye.

 HANAN HARITE

Mexrib - Nivîskar û romanûsa Mexribî Hefîza El-Meras romana xwe ya nû ya bi navê "Newid Mea El-Şirfe" ku li ser rastiya Mexribê ye da çapkirin.

Der barê xalên herî girîng ên di wê di berhema romanî ya bi navê “Newid Mea El-Şirfe” de û kesayetiyên herî diyar ên ku hewl daye bi riya wan peyamên xwe ragihîne, nivîskar û romanûsa Mexribî Hefîza El-Meras ji ajansa me re wiha got: “Bi giştî huner, bi taybetî edebiyat, vegotina rastiyê ne. Romana Mewid Mea El-Şirfe ne romaneke xeyalî ye li derveyî mijara mirovî, ew vegotineke eşkere û rasterast a pirsgirêkên mirovî ye ku ji aliyê karakterên romanê ve hatiye veguheztin û tê de jinan roleke sereke lîstiye.”

“Ev roman şoreş û şêwazeke têkoşînê ye ji bo guhertina rastiya jinên Mexribê”

Hefîza El-Meras anî ziman ku dîtina cîhanê bi çavên jinan hewldanek rewa û daxwazek e ku di romana Mewid Mea El-Şirfa de cih girtiye û wiha pê de çû: “Eşkere bû ku Mexrib welatekî hemdem e di nava nakokiyan de ye, otorîter e, civakek di bin serweriya kapîtalîzmê, qezenca madî, oportunîzm û tercîhkirina berjewendiya kesane ya li ser prensîban e de ye û tê de jinên bindest ên ku li nanê xwe yên rojane digerin tên îstîsmarkirin, ev jin miriyên zindî ne. Romana Mewid Mea El-Şirfe şoreş û şêwazek têkoşînê ye ji bo guhertina rastiya jinên Mexribê ji bo bidestxistina wekheviyê.”

“Pirsgirêka jinan ji pirsgirêka wekheviya bi mêran re mezintir e”

Hefîza El-Meras eşkere kir ku ew hê jî wateya wekheviyê nizane, ji ber ku ew dibîne pirsgirêka jinan ji pirsgirêka wekheviya bi mêran re mezintir e û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Îro em bi gelek astengiyan re rû bi rû ne, jin ber bi perçebûnê ve diçin, nemaze di nebûna dadmendiya civakî ya di forma wê ya madî de. Li Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn, nivîsên jinan ên girîng, hişmendiya femînîst a vê yekê û nivîsên wêrek hene ku tabûyên jin pê diêşin ji nû ve dixwînin û radigihînin.”