Nivîskara Mexribî bi romanên xwe balê dikşîne pirsgirêkên jinan

Nivîskara Mexribî Latîfe Baqa ya ku di romanên xwe de balê dikşîne ser cihêkariya ku li ser jinan tê ferzkirin, dibêje ku ji ber hişmendiya mêr ne tenê di asta çandî û civakî de lê belê di asta zagonî de jî jin di nava zordariyek diyar de dijîn.

RAJA KHAYRAT

Marakêş – Latîfe Baqa dengekî jinan ê wêjeyî ye bingeha xwe ji tevgera femenîst a Mexribê girtiye. Latîfe Baqa ya ji zarokatiya xwe de hewldana wê ya nivîsandinê hebuye û dîmenên taxên gelerî yê li bajarê Sila yê girêdayî El-Rîbatayê veguherandiye çîrokan, di romanên xwe de cih dide pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû dimînin.

Nivîskara Mexrîbî ya dibêje “Sedema nivîsandina min a Odeya Virginia Woolf bi armanca bal kişandina li ser pirsgirêkên jinan e” destnîşan dike ku cihêkariya li ser jinan tê dderzkirin divê bibe mijara wêjeyê ji bo bê têgihiştin. Latîfe Baqa dide zanîn ku civakên bi hişmendiya mêr dimeşin, ne tenê di asta çandî û civakî de lê belê di asta zagonî de jî jin di nava zordariyek diyar de dijîn.

Hemû mijarên nivîsên wê li ser mafên jinan e

Ezmûna wê ya dewlemend di nava tevgera femenîst de hişt ku riya xwe bi gavên bi hêz diyar bike. Di dawiya salên 1980’yî de mijara nivîsên xwe xurt kir û guherand, arasteyî parastina mafên jinan ên mirovî kir, bi hêviya ku wekhevî di navbera herdu zayendan de pêk were. Lewma Latîfe Baqa hilbijart ku bibe dengê wan jinan ji bo hemû mafên xwe weke mêran bi dest bixin. Ew têkoşiya, bi riya lîstika vegotinê ku bi jêhatîbûneke balkêş pêk anî û bû yek ji pêşengên kurteçîrokan li Mexribê.

Berhemên wê ya sê komên çîrokên bi navê “Em çi dikin?” xelata Yekitiya Nivîskarên Mexribê ya sala 1992’yan girt. Piştre ya bi navê “Di wê jiyanê de” û herî dawî jî “Odeya Virginia Woolf” bûn.

Bavê Latîfe Baqa bi doza rizgariya jinan û nirxên estetîk bawer bû

Bavê Latîfe Baqa, bi doza rizgariya jinan û nirxên estetîk bawer bû. Ew jî di vegotina metnên nivîsên wê de hebû her wiha rê ji wê re ber bi cîhana azadî û rizgariya ji qeydên civaka mêr li ser jinan ferz dike vekiribû.

Têgeha azadiyê li gel nivîskara me girêdayî serxwebûnê ye, ew bawer nake jin afrîner bin ger ne azad û serbixwe bin, çi di aliyê madî de çi di alişyê moralî de be. Lewma wê sûd ji gotina nivîskara Înglîzî Virginia Woolf girtbû ku koma çîrokên xwe ya dawî bi navê wê bi nav kir ku Virginia digot: “Eger jin bixwazin binivîsînin divê hinek pere hebe û odeyek taybet ji bo wan hebe.”

Amadekariya romaneke nû

Li ser hilbijartina kurteçîrokê bi taybetî ji cureyên wêjeyî yên din dibêje ku ew tesadufî bûye, berdewama rojnivîsên xwe dinivîsandin ji bo wê perwerdeyek bû. Piştre veguherî metnên kurt. Lê belê nivîsandina romanê rûberek mezintir pêwîst dike ji aliyê avakirinê û pirbûna karakteran û bi firehî derbirandina fikran. Ew niha di dawiya berhemeke romanî de ye û dê di demek nêz de derkeve.

Latîfe Baqa her dem pirsa çarenûsa nivîsandinê û pirtûkan dike, ji ber ku ew û kesên ji nifşê wê weke her dem dibêje “Zarokên kaxizan in” lê bi êrîşa teknelojîk a bi tirs re dê 10- 20 salên li pêş çi bibe gelo dê nivîsandin û pirtûk ji holê rabin?