Nivîskara Cezayîrî di 8'ê Adarê de pirtûka xwe ya li ser koronayê çap dike

Nivîskar û bijîjka Cezayîrî Okîlî Noor El-Hoda, xwe amade dike ku di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de yekem pirtûka der barê vîrusa koronayê (Covîd 19) ya ku sala 2019'an li tevahiya cîhanê belav bû bide çapkirin.

RABIA XERÎS

Cezayîr- Der barê vîrusa koronayê (Covîd 19) de ku di sala 2019'an de li tevahiya cîhanê belav bû, bijîjk û nivîskara Cezayîrê der barê wê bi navê "Dema tecrîdê" pirtûkek nivîsand.

Nivîskar Okîlî Noor El-Hoda bi temenê xwe 20 salî ye, der barê romana bi navê "Dema tecrîdê" de ji ajansa me re axivî û wiha anî ziman: "Di nava sedemên ku hişt ez vê pirtûkê binivîsînim de "dîaspora" ya ku nexweşiyê di dilê Cezayîriyan de hiştiye û berpirsiyariya mezin a ku li ser wan hat ferzkirin wekî doktor û hestên bi nakok ku di nava me de derketin û vegherîn enerjiyeke neyînî hene."

“Min xwest ez tecrîda di dema koronayê de bi riya nivîsê vebêjim”

Okîlî Noor El-Hoda diyar kir ku ew enerjiya neyînî di hundirê wê de wekî bijîjk veguherî qîrînek û wê xwest di dema tecrîdê de vê yekê bi awayekî nêrîn û gotinan bi cih bike û pişterast kir ku wê hewl daye nêrîna xwe ji aliyekî din ve nîşan bide nêrîna bijîjkeke ku korîdorên nexweşxaneyê hembêz dîtiye û bi bûyeran re mijûl bûye. Okîlî Noor El-Hoda li hember kesên ku bi vîrusê re têkoşiyan e û li ber xwe dane pirtûka xwe wekî "şoreşek"dihesibîne.

Der barê naveroka vê pirtûkê de ku li Cezayîrê wek yekem tê dîtin de, Okîlî Noor El-Hoda got ku naveroka pirtûkê ji çîrokên rast û şahidiyên zindî yên wê û rêhevala wê pêk hatiye. Her wiha da zanîn ku çîroka wê ya bi nexweşiyê re dijwar bûye lewre wê kesek ku herî zêde li ber dilê wê ezîz bû ango bavê xwe ji ber vîrusê winda kiriye.

“Em bi saetan dixebitîn û gelek caran bi şev em ranedizan”

Okîlî Noor El-Hoda dema li nexweşxaneyê dixebitî di eniyên pêş de bûye li ser wê demê ev yek diyar kir: "Ez neditirsiyam, min hemû alavên pêwîst li xwe dikirin û ji bo kontrolkirina enfeksiyonê min rêgezên pêwîst dişopand. Em bi saetên dirêj bê rawestan dixebitîn û gelek şev bêyî ku em razên me li ser piyan derbas dikir. Ev rojên zehmet me bi serkeftî derbas kirin."

Bijîşka Cezayîrî Okîlî Noor El-Hoda di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Rastiyê li ser me ferz kir ku em bi vîrusa koronayê re têbikoşin."