Nivîskar Ghaid El-Xerb Xelata katara girt

Ghaid El-Xerb di nava romanên erebî de bi romana xwe ya binavê "Sukara: Zebûrên xwînê" hêjayî heftemîn Xelata katara hat dîtin.

 
XOFRAN EL-RADÎ
Bexda- Nivîskar, akademîsyen û wergervan Ghaid El-Xerb a 34 salî, di hunera xwe ya nivîsîna romanan de tayîbetî jî romana bi navê Sukara: Zebûrên Xwînê ku hêjayî Xelata katara hatî dîtin me vedigerîne demboriyê û heya 11 saliya xwe dibe. Paşê jî ji me re behsa destpêka zu ya hunera nivîsînê dike û dibêje: "Dema min nivîsa yekem nivîsand ez 11 salî bûm. Min bi helbesteke lîrîk despêkir, paşê jî nivîsê xwe li hemû qonaxên jiyana min aland û ez ber bi bedwiya hunera xwe ve birim."
"Di nivîskariyê de bikaranîna dewlemendiya zimanan giringe" 
Ghaid El-Xerb li ser hesta fêrbûna xwe ya nivîsandina romanê jî wiha dibêje: "Ez xwedî dewlemendiyeke zimanî û objektîf im ku dikarim bi riya nivîsê pêşkêş bikim, despêkê min dît ku ez bi helbestê ve girêdayî me û nikarim bifirim. Mesele bi despêkirina romanê re cuda bû, ku min pê re du baskên xwe mezin kirin û li ezmanê vegotinê firiyam. Ev nayê wê maneyê ku ez ne hezkiriyê helbestê me, lê bi rastî gotinên min nîne ku alîkariya min bikin ku helbest binivîsim, ji ber di helbestê de pêdivî bi honandin û li hev anîna rêzikan heye ji bo wê jî hîn zêdetir lêhurbûnek bi kurahî dixwaze."
Derbarê bûyerên ku bala wê dikişîne ku têxe nav romanên xwe de jî Ghaid El-Xerb dibêje: "Ez heta ku ji destê min tê hewl didim guhertinên siyasî û civakî di romanên xwe de binivîsim. Ez her dem şopên şeran dikim xalek ku ez dikarim di navbera cîhana xwe ya xeyalî de veguhezim. Bal nedin tabûyên di romana "Mebûsûn" de, ku ev berhema min a yekem e ji bandora şerên cîhanî û herêmî hatiye berhevkirin. Ji bo afirandina xêzkirina romanê pêdivî bi danîna çarçeveyek baş a fikirînê heye. Mijarên weke "sukara" û “şer” jî beşek ji romana min a duyemînbûn, lê bêtir karakterek zindî ku tê de têkilhev û mezin dibe li pêşe."
"Di helbestê de cûdahî di navbera jin û mêr de tuneye"
Ghaid El-Xerb di wê baweriyê de ye ku jin di forumên girîng de rêgez û bandorker e mezin li ser wêjeyê dike û wiha domand: "Jin pir caran çalak û sereke ne û di hin foruman de pêşeng û koordînator in. Jina îro ji duh cudatir e, ew êdî heye û aktife di hemû karan de."
Ghaid El-Xerb di derbarê rola jinê ya di romanên xwe de jî ev ev nirxandin kir: "Di nivîsên min de jin tên hezkirin û pîroz in. Ew wek karaktereke sereke derdikeve holê ku gelek serpêhatiyên wê hene hem bêje hem jî buyer û pirsgirêkên ku dikare bîne ziman ku em bi hev re çareser bikin." 
Ghaid El-Xerb bawer nake ku qalîteya nivîsê û temsîla wê ya xeyalî li gorî zayendê, ango jin be an mêr, ji hev cuda ne û di vê mijarê d e wiha dibêje: "Ez di naverok û wêneyan de tu ferqê nabînim, nivîskar hêmanê yekem û dawî ya nivîsê ye û ew in yên ku hunera nîşandana karakterê, çi jin be, çi mêr, kontrol dikin. Ez di danasîna karakterê jin û mêr de ti cudahî nabînim, her tişt girêdayî îmkana romannivîs e."
"Romana min li ser bûyerên rastîn in"
Her wiha  li ser romana xwe ye bi navê "Sukara: Zebûrên Xwîn" jî dibêje: "Her tiştê ku di romanê de tê behs kirin li ser bûyerên rastîn in û min bi zanebûn rastî bi xeyalê pêça da ku cîhanek ku ez tê de karekteran kontrol bikim biafirînim. Ev roman encama hewildanên sê salan e, ku min di nav wan de gelek pirtûk, gotar û rojnivîsên kesane xwend, lê min nikarî referansek bibînim ku ez xwe bispêrimê, ji ber vê yekê ez çûm sohbeta kal û pîran, ku yek ji endamên malbata wan di şer de derbas bû, da ku ji wan nas bikim ka çi qewimîbû."
Wergirtina xelatê 
Li ser tecrubeya wergirtina xelata katara  jî got: “Serkeftina romana min ‘Sukara: Zebûrên Xwînê’ a girtina xelata katara ezmûnek bextewar bû, ji ber ku min karîbû dengê xwe û ramanên xwe bigihînim rewşenbîrên cîhana erebî.  Ez hêvî dikim ku deng û ramanên min bigihêje xwendevanên her deverê."
Roman bi navê "Sukara: Zebûrên Xwîn" xwe dispêre dîtineke çîrokî ya xeyalî, ku tê de giyanê karekterek mirî bi laşê jineke ciwan hatiye kirin, ku bi rêya wê hewl dide çîroka xwe vebêje. Nivîskar xwîner di nav demê de vedigerîne sed salî dema defên Şerê Cîhanê yê Yekem 1914-1918'an lêdiketin  digel ragihandina Deriyê Bilind ji bo seferberiyê.
Xelata katara
katara xelateke salane ji bo romana erebî ku ji aliyê Rêxistina Giştî ya Çandê (Katara) li Qeterê di sala 2014'an de hatiye destpêkirin. Ew ji du kategoriyan pêk tê û armanc dike ku hebûna romanên erebî yên navdar li ser asta erebî û navneteweyî bide nasîn pêre jî teşwîq û teqdîrkirina romannivîsên Ereb yên afrîner bike.
https://www.youtube.com/watch?v=GCdgdTVnJwI