Nivîskar Enahîta fêza xwe ji jiyana civakê digire

Nivîskara Enahîta Sîno ya ev 32 sal in bi zimanê çîrok û helbestî rastiya civakê dinivisîne diyar kir ku serkeftina herî mezin ew e ku pênûsa mirov bandorê li civakê bike.

 
ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo – Dema mirov pirtûk an jî nivîsekê dixwîne ferq dike bi pênûsa jinan hatiye nivîsandin û her kesê ku dixwîne jî dikare rastiya hestên ku pê hatiye nivîsandin bibîne. Hemû peyvên bi hizra jinan xweş in û li hev tên, ji bo wê çiqas mirov li ser keda xwe bixebite wê berhemên baş bi dest bixe. Nivîskara bi navê Enahîta Sîno ya 48 salî ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkerî yê Bakur û Rojhilatê Sûriye yê 32 sal in helbest û çîrokan bi zimanê Kurdî û Erebî dinivîsîne û sê pirtûk çap kiriye, niha jî li ser nivîsandin û çapkirina du pirtûkên din dixebite. Enahîta Sîno ji me re qala berhemên xwe û nivîskariyê kir. 
“Hestên ji demarê Xabûr”
Enahîta behsa gava xwe ya yekem di nav hewldanên nivîsê de kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di sala 1988’an de min dest bi nivîsandinê kir, ji ber wê demê em nikaribûn fêrî zimanê Kurdî bibin, min bi zimanê Erebî dibistan xwend. Di temenekî biçûk de, min dest bi nivîsê kir gelek tiştan bala min dikişand, li ser vî esasî min dixwest ez tiştekî ji hundirê xwe derxim û bikim nivîs. Bi rastî min rêbazên wê destpêkê nizanibû bi xwendin, têkilî, bi dan û standina şêwazê helbestan ez êdî hîn bûm. Xwesteka min ew e bû ku ez destpêkê bi zimanê xwe yê Kurdî binivîsim ji bo wê min xwe hînî tîpên Kurdî dikir û çend helbest jî bi Kurdî min nivîsandin. Dema min bi zimanê Kurdî dinivîsand min hîs dikir ku şoreşek di hundirê min de dest pê kiriye, ji bo wê bi alîkariya hin hevalên min ên rewşenbîr pirtûka xwe ya yekemîn a bi navê “Hestên ji demarê Xabûr” min çap kir. Pirtûka min jî hestên evîn û welatparêziyê bi hev re vedbêjê. Ez pir kêfxweş bûm ku cara yekem min bi Kurdî pirtûk nivîsand.” 
“Berhem û pirtûkên min li bajarê min ê dagikirî man”
Enahîta di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser berhemên pirtûkên xwe yên li bajarê Serêkaniyê, bi dagirkeriyê re man û wiha pêde çû: “Piştî çapkirina pirtûka min a yekem bi zimanê Kurdî, bi sedemên cuda 7 salan ji nivîsê dûr ketim. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû yek ji sedemên ku hişt ez li pênûs û nivîsê vegerim. Hin berhemên min ên beriya 25 salan hebûn, di wê demê de derfet tunebû ez çap bikim ji bo wê, di sala 2018’an de min pirtûka bi zimanê Erebî bi navê “Min nivîsand ji ber ez ji te hez dikim” çap kir. Ji vê pirtûkê û şûnde bi rengekî aktîf vegeriyam nivîsê. Ji bo armanca parastina çandê û dewlemendkirina pirtûkxaneya Kurdî min pirtûka bi navê “Teriya kûçik” min çap kir. Nivîsên min ji rastiya civakê ne, ne tenê ramanî ne. Gelek berhemên min li ser şehîd, dayik û qehremaniya jinan jî hene bi qasî 3 pirtûkan di van mijaran de min nivîsand lê mixabin piştî ku dewleta Tirk bajarê Serêkaniyê dagir kir, min berhemên yên nivîskî li bajarê xwe yê dagirkirî hişt. Ev yek ji bo min pir bi êş e, di wê rewşa xerab de em bi zehmetiyên pir mezin ji mirinê xelas bûn. Vê yekê bandor li ser fikrên min ên nivîsê nekir berovajî rewşê min pênûsa xwe ji bo nivîsandina destanên qehremaniyê şixuland. Niha jî ez amadekariya çapkirina du pirtûkan dikim yek bi Kurdî ya din jî bi Erebî ye.”
Bi berhemên xwe beşdarî şevbêrk, mîhrîcan û pêşangehên pirtûkan bû
Enahîta bi helbest û pirtûkên xwe beşdarî gelek şevbêrk, mîhrîcan û pêşangehên pirtûkan bûye. Têkildarî vê yekê wiha gotina xwe bi dawî kir: “Her ez di nava helbestan de xwe dibînim û rojane jî dinivîsim. Bi berhemên xwe ez beşdarî gelek şevbêrk, mîhrîcan û pêşangehên pirtûkan bûme.  Mîhrîcana Osman Sebrî ya wêjeyê, beşarî mîhrîcana jinan a huner û wêjeyê bûm û di asta duyem de min xelat girt. Serkeftina herî mezin ew e ku pênûsa te bandorê li ser civakê bike û kesên xwendevan jê hez bikin. Nivîs dîroka me ye, ez dixwazim zarokên min jî binivîsin û xwedî li çanda xwendin û nivîsandinê derkevin.