Dema aciz be daran, dema kêfxweş be gulan xêz dike

Jina ciwan Şervîn Elo bi xêzkirina wêneyan nêrînên xwe tîne ziman. Tevî ku nikare bipeyîve jî 8 xwedekarên wê hene û perwreda xêzkirina wêneyan dide wan.

RAPERÎN BEKIR
Şehba – Huner ew tişt e ku bi afrîneriyek mezin destan a ramanê ber bi piratîzekirina wê ye û estetîkek bi ked derdixe holê. Hin kes bi salan dixwînin da ku bibin wênexêzek baş, hin kes hene ji biçûkaniyê de bi awayekê xwezayî bi hunerê re mijul dibin û berhemên baş derdixin. Mêzekirin dema bi hestan tên honandin bedewiyek xweş dide hawirdorê. Wênexêzî ew tişt e ku bi estetîkeka baş tê xêzkirin. 
Jina bi navê Şervîn Elo 24 ya salî ji gundê Umero yê Şeraya Efrînê – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û ji dayikbûnê ve napeyîve. Piştî dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrînê bi malbata xwe re koçber dibe û berê xwe didin gundê Maratê yê navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê. Şervîn ji 7 saliya xwe de dest bi wênexêziyê kiriye û niha mamosteya wênexêziyê ye û 8 xwendevanên wê hene. Şervîn ruxmê ku nikare baxive hest û kêfxweşiya xwe bi xêzkirina wêneyan tîne ziman û tu caran xwe kêm nabîne û bi hewldanek mezin xweşikbûnê dixe di nava jiyana xwe de. 
Dayika Şervîn Elo, Hemîde Mihemed girêdayî hunera keça xwe û zehmetiyên ku jiyane axivî
"Ji zayînê ve nikare biaxive"
Hemîde Mihemed wiha behsa Şervîn dike: "Dema Şervîn ji dayik bû, destpêkê dengê wê hebû, piştî mehekê deng jê nedihat. Me hewl da em bibin gel bijîşkan da ku derman bikin lê bê feyde bû, ji ber dema zayînê ve pirsgirêka wê ya tenduristiyê hebû. Ruxmê wê jî tu caran me neda hîskirin ku nikare baxive her hewldana me ew bû ku em alîkariya keça xwe bikin."
"7 salî dest bi xêzkirina wêneyan kir"
Hemîde wiha behsa meraqa Şervînê ya ji wênexêziyê re dike: "Dema Şervîn bû 7 salî, gelek bi meraq nêzî wênexêziyê dibû. Her dem lênûs û pênûsê bala wê dikişand her wiha bi kêfxweşiyek mezin wêneyên ku çavdêrî dikir xêz dikir. Ji ber meraqa wê, me xwest di dibistana lalan de ew wê qeyd bikin lê ji ber ku em Kurd bûn Şervînê tomar nekirin. Me jî piştgiriya Şervînê kir da ku qabiliyeta wê ya wênexêziyê xurt bibe."
"Dayik bi pirtûka îşaretê bi keça xwe re tekilî datîne"
Dayik fedakar in, ji bo ku zarokên xwe kêfxweş bikin hemû îhtîmalan di ber çavan derbas dikin. Hemîde Mihemed jî ji bo ku zimanê keça xwe fêm bike pirtûka îşaretan anî û xwe hîn kir da ku bi keça xwe re têkiliyan dayne. Hemîde wiha hestên dayikbûnê parve dike: "Ji bo ez bikaribim alîkariya keça xwe bikim, bidim û bistînim min pirtûka îşaretê anî û xwe hîn kir. Her wiha Şervîn jî hînî pirtûka îşaretê bû, min hewl da lêvên kesên ku diaxivin bixwîne. Bi vê awayê ez alîkariya keça xwe dikim."
"Bi şoreşê re Şervîn cihê xwe di Çand û Hunerê de girt"
Hemîde diyar kir ku bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re Şervînê cihê xwe di nava Tevgera Çand û Hunerê de girtiye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re derfeta Şervîn çêbû. Me gelek sazî û dezgehên rejîma Sûriyeyê bi dest xist û ji wan yek jî navenda Çand û Hunerê bû. Di sala 2013'an de li Efrînê bi awayekê fermî navenda Çand û Hunera Çiyayê Kurmênc hat vekirin. Çand û Huner beşên wê berfireh in yek ji wan wênexêzî bû. Şervîn dema vê agahiyê bihîst gelek dilşad bû û cihê xwe di Çand û Hunerê de di beşa wênexêziyê de girt. Piştî şoreşê gelek pêşangeh hatin lidarxistin, Şervîn tevli hemûyan bû û gelek wêneyên wê hatin pêşandan. Pêşangeha herî balkêş berxwedana Kobanê bû, Şervîn wê demê tabloyên ku xêz dikir difirot û pereyên wê rêdikir Kobanê. Şervîn pir dilnazik û xêrxwaz e."
"Hemû berhemên wê li Efrînê man" 
Hemîde wiha behsa şerê Efrînê dike: "Di sala 2018'an de axa me hat dagirkirin. Beriya ku Efrîn were dagirkirin pêşangeha bi navê "Em Efrînî ne" hat lidarxistin. Şervîn ji bo axa xwe biparêze 15 tablo amade kir lê mixabin ji ber êrîş û dagirkeriyê tabloyên Şervîn hemû li Efrînê man û pêşangeh jî nehat lidarxistin. Piştî koçberiyê me gelek êş dîtin, ev yek bandorek neyînî li ser Şervînê jî çêkir. Ji bo ku em derûniya Şervînê baş bikin me serdana Yekitiya Rewşenbîran kir. Şervîn li wir hat qebûlkirin û niha li wê derê mamosteya wênexêziyê ye."
"Şervînê bi xwendekarên xwe re 400 metre wêne xêz kir"
Hemîde Mihemed da zanîn ku Şervînê bi xwendekarên xwe re 400 metre wêne xêz kiriye û wiha pê de çû: "Şervîn li Şehbayê tevli hemû pêşangehan dibe. Her wiha mamosteya wênexêziyê ye û 8 xwendekarên wê hene. Şervîn bi xwendekarên xwe re bi dirêjahiya 400 metreyan wêne di kampa Serdemê de xêz kirin. Bi rêya îşaretê bi xwendekarên xwe re dide distîne. Ji ber em koçber in hemû pêdiviyên wênexêziyê peyda nabin, ruxmê kêmderfetiyê jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk gelek piştgiriya Şervînê kirin da ku karibe xeyalên xwe berdewam bike."
"Em xemgînî û kêfxweşiya wê fam dikin 
Hemîde Mihemed herî dawî xêzkirina wêneyên Şervînê bi van gotinan tîne ziman: "Di wênexêziyê de Şervîn zêdetir rûyê mirovan xêz dike û ji wan nîvî rûyê wan derdixîne pêş. Ji ber li gorî mêzekirina Şervînê her mirov xwedî du rûyî ye, yek baş e û ya din jî xirab e loma Şervîn her rûyê baş xêz dike û rûyê xirab xêz nake. Wêneyên xwe bi komirê xêz dike, li gorî Şervînê dema wêne reng bi reng be, jixwe xweşik dibe loma bi rengê reş xêz dike da ku wateya herî mezin li wêneyên xwe dagire. Dema wêne xêz dike di serî me de nakok namîne, bi wêneyên xwe hemû pirsên me dibersivîne. Dema aciz be daran xêz dike û dema kêfxweş be gulan xêz dike. Şervîn gelek jêhatî ye û hemû tiştan dikare xêz bike."