"Nivîsandin diyariyeke gerdûnê ye"

Emel Bozêdî dibîne ku nivîsandin wekî diyariya gerdûnê ye ji kesên ku li hemberî êşê diqîrin re. Jixwe divê yên ku dixwazin dest bi nivîsandinê bikin beriya her tiştî ji behremendiya xwe bawer bin û piştre sebir bikin da ku zimanekî teybet biafirînin.,

Emel Bozêdî dibîne ku nivîsandin wekî diyariya gerdûnê ye ji kesên ku li hemberî êşê diqîrin re. Jixwe divê yên ku dixwazin dest bi nivîsandinê bikin beriya her tiştî ji behremendiya xwe bawer bin û piştre sebir bikin da ku zimanekî teybet biafirînin.
ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Tûnis-“Min derfet nedît ku ez bibêjim ez ji te hez dikim bavê min... Îro ez bi dengekî bilind dibêjim... Ji perperîka ku milê min giran dikir, ji hemû xerabên ku zorê didan sebra min. Aqubeta wêraniyê li serê we be hûn bi ku ve çûn." Ev hin malik ji berhema helbestan a yekemîn a"Xasîret EL-Menfe" ya rojnemevan û helbestvana Tûnisî Emel Bozîdey in.
Emel Bozîdî ji bajarê Tûnisê ye û li Norwecê bi cih bûye. Wê xwendina xwe li Enstîtuya Rojnamevanî û Zanîna Nûçeyan li Tûnisê xilas kir, wê demekê di rojnamevanî de wekî hewesek kar kir, ne wekî pîşeyek. Dû re çû ku rêyek pîşeyî ya cuda ya ku karûbarên ewlehiyê ye bo xwe hilbijêre.
Der barê berhevoka xwe a helbestan "Xasîret EL-Menfe" ku ji weşanxaneya Dar Ebcediyet derketiye de wiha dibêje; “Behremendî tenê têrê nake ku mirov helbestê binivîse divê ku di gelek aliyên din de mirov xurt be û xwe bi pêş bixe. Ji ber vê ez dibînim ku berhevoka min ji tiştên ku min dixwest bigota lê min nekir pêk tê.”
Helebstvana Tûnisê li ser dibistanên helbestî ku ew jê bi bandor bûye wiha dibêje; “Berê min hewl dida ez nexwînim ji ber ku ez ditirsyam bi nivîsên helbestvanan bandor bibim lê ez gihîştim qonaxeke gelek girîng ew jî xwendina bêalî ye. Ez helbestên gelek helbestvanan dixwînim lê bêtir ên kesên ku rengekî xweş dan pexşana Tûnisê yên wekî Fatima Bin Fadîle û Lemya El-Muqedim dixwînin.”
Emel Bozêdî dibîne ku nivîsandin wekî diyariya gerdûnê ye ji kesên ku li hemberî êşê diqîrin  têkçûn e. Jixwe divê yên ku dixwazin dest bi nivîsandinê bikin beriya her tiştî ji behremendiya xwe bawer bin û piştre sebir bikin da ku zimanekî teybet biafirînin.,
Di dawiya axaftina xwe de helbestvan Emel Bozîdî dibêje; “Bi nêrîna min helbestvanên serkeftî ew in ku kesên azad in û qeyd û bendan dişkînin.”