Nîna Tahir bi tabloyên xwe piştgiriyê dide nexweşên penceşêrê

Hunermenda plastîk a Lubnanî Nîna Tahir pêşangeha xwe ya bi navê "Îqaa El-Heyat" li Galeriya Exode ya li Eşrefiye ya Beyrûdê vekir û bi vê pêşangehê piştgiriya nexweşên penceşêrê dike. Hemû tabloyên Nîna Tahir li ser jinan e.

CAROLINE BAZZI

Beyrûd - Hunermenda plastîk a Lubnanî Nîna Tahir pêşangeha xwe ya bi navê "Îqaa El-Heyat" li Galeriya Exode ya li Eşrefiye ya Beyrûdê vekir û bi vê pêşangehê piştgiriya nexweşên penceşêrê dike. Hemû tabloyên Nîna Tahir li ser jinan bûn. Piraniya 35 tabloyên wê yên ku di pêşangeha ku 21'ê Tîrmehê vebû de hat pêşandan li ser jina kedkar û gundî, jina nûjen, reqsvan û jina dîndar bûn.

"Wêne muzîka bêdeng e"

Nîna Tahir di derbarê pêşangeha xwe de wha got: "Ev pêşangeh bi wê fikrê dest pê kir ku ez pir ji muzîkê hez dikim. Ez bawer dikim ku resim muzîka bêdeng e. Di her tabloyê de em pêl, giyan û jiyanê hîs dikin. Min hewl da ku ez di nav tabloyên xwe de cihêreng bikim û wek ku hûn dibînin di hemû tabloyên min de jin hene, ji ber ku bi riya her jinek ku min di tabloyan de xêz kiriye ez xwe îfade dikim. Fikir bi Rêvebera Galeriya Exode Christian Gostine dest pê kir, ku destpêşxeriyek ji bo organîzekirina pêşangehan ji bo mebestên mirovahî da destpêkirin û min hilbijart ku bi pêşangeha xwe piştgirîya nexweşên penceşêrê bikin, ji ber ku ev nexweşî bi taybetî bandorê li min û her yek ji me dike, vê nexweşiyê dilê min şikand."

"Beşek ji dahatên pêşangehê ji bo nexweşên penceşêrê diçe "

Nîna Tahir da zanîn ku beşek ji dahatên pêşangehê diçe ji bo nexweşên penceşêrê û wiha pê de çû: "Min di tabloyên xwe de behsa nexweşiyê nekir, ji ber ku min xwest ku behsa şahî, jiyanek xweş û hêviyan bikim û min xwe ji vegotina êş û xemgîniyê dûr xist, ji ber ku me gelek xemgînî jiya û ji ber vê yekê mafê me heye ku em şa bibin. Ji ber vê nexweşiyê min gelek hevalên xwe winda kir û gelek bandor li min kir. Min di sala 2021'an de dest bi amadekariya pêşangehê kir, min gelek tablo xêz kirin û gelek ceribandin û di dawiyê de min 35 tablo hilbijartin. Hin tabloyên ku min di sala 2021'an de xêz kirin, min çîrokên van tabloyan îsal di tabloyên din de temam kirin. Hemû jin di tabloyên min de min û her jinê temsîl dikin. min di tabloya xwe de zarokek xêz kir da ku balê bikişînim ser wê yekê ku beşek ji min hîn zarok e."

"Min pêşangeke din jî li ser jinan vekiribû ji ber ku ên herî zêde rastî êrîşan tên jin in"

Nîna Tahir anî ziman ku wê beriya vê pêşangehê pêşangeheke din jî vekibû û wiha axivî: "Pêşangeha min bi navê Woman bû. Pêşangeh li ser jinan bû, ji ber ku ên herî zêde rastî êrîşan tên û ji mafên xwe tên bê par kirin jin in. Ji ber ku min xemgîniyek mezin jiya û belkî jî şahiya di tabloyên min de bertekek li hember vê xemgîniyê ye an jî reva ji rastiya ku ez tê de dijîm e. Belkî ev tablo xewn in û ne rastiyek in, ji ber ku carinan rastî bi êş e. Em her gav li hêviyê digerin û difikirin ku sibe baştir e."