Nîdal EL-Eşqer: Dive deriyê şanoyan neyê girtin

Nîdal EL-Eşqer înkar nake ku şanoya bajêr veguheriye cîhana dîjîtal û piştrast dike ku ev hîleyên teknîkî tu carî nikarin şûna hebûna kes li ser sehneyê û aktîfbûna wî ya zindî ya bi temaşevanan re bigrin.

KAROLÎN BIZΠ
Beyrûd- Di demeke ku huner li Lubnanê ji aliyê wezareta çandê ve tê paşguhkirin û ji ber belavbûna nexweşiya koronayê rewş zehmetir kiriye vê yekê jî hişt ku şano were sekinandin û deriyê xwe bigre.
Di sezona vebûna şanoyê de gel ji ber pandemiya koronayê û rewşa zehmet a aborî ku bajar tê re derbas dibe nikaribû li şanoyê temaşe bike
Koronayê bandorê li ser hunerên gelêrî kir lê li ser hunerên takekesî nekir
Lîstikvan, derhêner û sazkara şanoyê Nîdal EL-Eşqer dibêje ku cîhan ji ber belavbûna nexweşiya koronayê şerê sêyemîn dijî. Li ser mijarê ji ajansa me re wih axivî: “Bi girtina bajêr re şano jî disekine, dema ku jiyan bibe wekî berê dê şano jî vegere demên xwe yên berê. Dema ku gel ser û dilê xwe rehet hîs bike bi armanca jiyana çandê dê xwe pispêre şanoyê. Koronayê bandor li ser tevahî hunerên gelêrî û giştî kir lê li ser hunerên takekesî nekir yanî nivîskar, şêwekar û ji bilî wan gelek kes dikarin behremendiya xwe di mal de jî berdewam bikin.” 
Cîhana dîjîtal têkiliyan rasterast pêk nayne
Bal dikşîne ku deriyên şanoyê heta niha vekirîne û ji karkerên ku di şanoyê de dixebitin re mûçe tên dayîn
Der barê girîngiya berdewamiya çandê di van rewşên ku Lubnan tê re derbas dibe de wiha dibêje; “Girîng e ku tevî hemû rewşan çand were parastin, nabe ku em mirovan ji her tiştî tecrîd bikin, ên ku tecrîdê didin meşandin wê demê bazirganiyê li er mirovan dikin, li aliyê din dema ku em tiştekî girêdayî çandê pêşkêş dikin wê demê mirov bi mirovahiya xwe dihese.”
Nîdal piştrast dike ku ji bo pêşîligirtina koronayê şano hemû tedbîrên parastinê girtiye, şano 400 kesî digre nav xwe û a niha jî 120 kesan tenê pêşwazî dike, hejmara kesên ku li şanoyê dimînin ji hunermend û karmendan digihîje nêzî 150 kesî. Ji bo piştgiriya şanoyê jî wiha dibêje; “Dewleta me cahil e, nepûtdayîna bi şanoyê encama cihalet û nizanînê ye. Şano dibe yek ji hunerên herî mizin di cîhanê de lê wezareta Lubnanê tu girîngiyê nadê. 
 Şano xeyal û afîrînerî ye 
Nîdal EL-Eşqer dibêje ku şano rastiyê napejirîne, ew xeyal û afrîneriya hunermendan e ku ji rastiyê derdikeve. Şano ji ziman, dîrok, mirov û pirsgirêkên civakê dest pê dike, ev yek girîng e ji ber ku şano ciheke ku hemû gel ji tevahî temanan digre nav xwe.  
Ez ji pêşeroja şanoyê bi tirs im
Der barê tirsa xwe ya girtina şanoyan de wiha dibêje; “Bêguman tirsa min ji wê yekê heye ku şano werin girtin  ji ber ku şano bi hewceyî diravê ye. dewlet girîngî nade drava şanoyê û qêrîna me nabihîze, ew dengê belengazan ku rêjeya wan ji sedî gihîştiye 60 nabihîze em çiqasî dengê xwe bilind bikin jî ew piştgirî nadin.” 
Nîdal der barê lîstikvan Rêênê EL-Dîk a ku beriya çend rojan wefat kir de got; “Lîstikvan Rêênê EL-Dîk çû ser dilovaniya xwe û wek wê pir kes ji hunermendên Lubanê hene ku jiyana xwe pêşkêşî şanoyê kirine ku ji ber nebûna pere nikaribûn tedawî bûbûna. Rewş li Lubnanê bi vî rengî ye.”
Nabe ku hunermend ji rastiya siyasî û civakî were veqetandin
Li ser bersivdayîna Sendîkaya Hunermendên Pîşeyî ku ji hunermendan xwest daxilî siyasetê nebin û tenê girîngî bidin hunerê de jî wiha dibêje; “Tu huner bêyî siyaset nabe civaka me gelek girîng e. Li cîhanê tu huner bêyî siyaset tune ye, çawa dê hunermend li ser pirsgirêkên civaka xwe bêdeng bimînin? Dê çawa bi hunerê re danûstandinê bikin? Ez welatî me, şahida civaka xwe û pirsgirêkên wê me ez ê çawa siyasetê paşguh bikim.”
Nîdal EL-Eşqer di dawiya axaftina xwe de nameyek ji hezkiriyên şanoyê re rê kir ku tê de dibêje; “Ez dizanim ku em hemû li Lubnanê êşê dikşînin lê em ê nehêlin ku şaonyên me werin girtin, ger em bigrin, wê demê dê deriyê çand, ziman, dîrok û hebûna xwe ya mirovî digrin divê em piştgiriya şanoyê bikin da ku hunermendên me sax bimînin û parastina şanoyê bikin