Newaya Jin bi sernavê 'Ev dîktatorî wê hilweşe' derket.

Hejmara Gulanê ya Rojnameya Jinê ya Newaya Jin bi sernavê "Ev dîktatorî wê hilweşe" bi xwendevanên xwe hat cem hev.

Navenda Nûçeyan- Rojnameya Jinan a meha Gulanê ya Newaya Jin bi xwendevanan re hat cem hev. Rojname bi sernavê "Ev dîktatorî wê hilweşe" bal kişand ser hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê yên li Tirkiyeyê bên kirin.

Di rojnameyê de mijarên wekî Konferansa “Em Cîhana xwe dixwazin”, Mekanîzmayên hevpar ên jinên Kurd, 1’ê Gulanê, Heqîqeta dayiktiyê û Pirtûkxaneya Jinên Kurd cih digire. 

Guler Yildiz di hejmara dawî de polîtîka û pêkanînên mêtînger ên desthilatdariya AKP'ê ya 21 salan berhev kir. Guler Yildiz a ku nivîsand mafên jinan yek bi yek tên birîn, destnîşan kir ku hilbijartin ji bo jinan tê çi wateyê. Roza Metîna jî li ser heman mijarê bi kurdî berhevokek çêkir û diyar kir ku rapora AKP'ê ya 21 salan êrîş, tundî û mirin e.

Rojeva hilbijartinê

Yek ji nivîskarên rojnameyê Ronahî Serhad, pêkanînên faşîzma AKP'ê ku weke pêkhateyeke çete bi nav kir, di rojeva xwe de bû. Di hejmara dawî de hevpeyvînên bi Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk Canan Çalagan û Namzeta Wekîlê Elezîzê Nurşad Yeşîl re jî cih girtin û kurt agahiyên biyografî yên gelek namzetên jin ên ku Partiya Çep a Kesk di rêza yekemîn de cih girtibû hatin weşandin.

Ji nivîskarên jin nirxandin 

Nivîskar, edîtor, wergêr û hunermenda Amerîkî Janet Biehl a ku yek ji beşdarên Konferansa “Em Cîhana Xwe dixwaxin” ye, nêrînên wênesaz û nivîskara pirtûkên zarokan a Rûsî Nika Dubrowski û civaknasa Meksîkî Margara Millan jî anîn ziman. Nivîskaran li ser modernîteya demokratîk û paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parve kirin.

Sernivîsên rojnameyê 

Her wiha di hejmara dawîn de Sara Aktaş diyardeya “dayikbûnê” li Tirkiye û cîhanê nirxand û Hêja Zerya jî di gotara xwe ya bi mijara 1’ê Gulanê de bal kişand ser pêwîstiya enternasyonalîzmeke nû û konfederalîzma cîhanê ya demokratîk.

Pirtûkxane, Arşîv û Navenda Lêkolînê ya Jinên Kurd a Necîbe Qeredaxî da nasîn. Bêrîtan Zagros jî di hejmara dawî de rojeva jinên Başûre Kurdistanê nirxand.