Navenda Yekpar bi xebatên xwe yên kolektîf 7 rengên hunerê zindî dike

Navenda Yekpar, bi xebat û çalakiyên hunerî û çandî hewl dide mîrateya çandî ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zindî bike. Li gorî endamên navendê, armanca Yekpar destekdayîn û aktîfkirina rola ciwanan di warê çand û hunerê de ye.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Koma Yekpar di sala 2021’ê de hat avakirin, bi piştgiriya ciwanên ji herêmên cuda ji bo vejandina mîrateya çandî ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev kom hat avakirin. Armanca vê  lêgerîna kûr li stranên kevneşopî û xebata nûkirin û belgekirina wan e bi riya çêkirina belgefîlm û klîban. Bi riya xebata tîmî di nava komên ciwan ên di vê komê de. Paşê pêwîstî hat dîtin ku ev proje berfireh bibe û veguhere navendeke ku her heft rengên hunerê bihewîne. Di meha heftan a vê salê de Navenda Yekpar bi awayê fermî hat vekirin.

Rojda Yasîn stranbêjeke ciwan e ji bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Zanîngeha Rojava  dixwîne, di heman demê de di Navenda Yekpar de rêveber e û perwerdeya zimanê Îngilîzî dide endamên navendê. Rojda axaftina xwe bi çawaniya avakirina Yekpar dest pê kir û got: “Ev proje bi sê kesan hat destpêkirin.  Ew sê kes ji Serê Kaniyê, Qamişlo û Hesekê bûn. Ji bo berfirehkirina projeyê û hilgirtina gelek beşan di nava xwe de, ev kom veguherî navendê.”

Navenda Yekpar çend beşan dihewîne?

Rojda Yasîn di berdewamiya axaftina xwe de beşên ku navenda Yekpar dihewîne wiha rêz kir: “Navenda Yekpar ji du beşan pêk tê, beşa rêveberiyê û beşa hunerî. Beşa hunerê di nav xwe de gelek şaxan dihewîne. Yek ji wan jî beşa muzîkê ye ku tê de perwerde û kursên fêrkirina amûrên muzîkê tên dayîn her wiha çêkirina klîban û lidarxistina çalakî û mihrîcanan heye. Li hêleke din, beşa sînemayê heye ku tê de perwerdeya nivîsandina senaryo, wênekêşî, montaj, çêkirina belgefîlm û kurtefîlman. Beşa wênexêziyê jî heye û tê de hînkirina wênexêziyê heye. Beşa kursên hînkirina zimanê Îngilîzî jî heye”

Rojda Yasîn destnîşan kir ku di navnedê de beşeke taybet a parastina zarokan heye û wiha pê de çû: “Xebata me di vê beşê de li ser afirandina atolye û çalakiyên şahî û hunerî ji bo komên temenên cuda yên zarokan ji bo piştgirî û pêşxistina wan e.”

Beşeke taybet ji bo piştgirî û bihêzkirina jinan

Ya ku balê dikşîne ser Navenda Yekpar, hebûna beşeke taybet ji bo jinan e ku navend bi riya wê armancê piştgirî û bihêzkirina jinan di warê hunerî û çandî de dike û ji bo wan atolyeyên perwerdeyê li dar dixe. Her wiha jinên kampê yên ji her temenî hedef digre bi fêrkirina hunerên destan û hunerên din. Rojda Yasîn li ser beşa jinan got: “Me beşeke taybet ji bo jinan veqetandiye, niha komek taybet a jinan a amûra erbaneyê heye. Xebatên cuda ji bo pêşxistina jinan tên meşandin û dê bi berfirehî berdewam bikin.”

‘Li Yekpar di demeke kurt de gelek xebat hatin kirin’

Yekpar tevî ku hîn di destpêka damezrandina xwe de ye û karekî bêyî ku bedelên madî bi dest bixe dike, di demeke kurt de xebatên balkêş dan meşandin û ev yek dihêle ku Yekpar xwedî taybetmendiyên cuda û balkêş be. Rojda Yasîn der barê cudabûna Yekpar her wiha xebatên ku wan dane meşandin de ev yek anî ziman: “Yekpar beşdarî gelek mihrîcanan bûye û hejmarek li dar xistiye. Bêguman navenda me dikare li derveyî welat konseran li dar bixe. Jixwe ji bo zarokan jî gelek çalakî hatin lidarxistin û yek ji wan çalakiya ji bo zarokên ku nexweşiya penceşêrê bi wan re heye. Di heman demê de ji bo jinan çalakî tên pêşkêşkirin. Du konsera bi navê Melodiyên Payîzê di du demsalan de hat pêşkêşkirin. Her wiha bi pêşkêşkirina 60 tabloyan pêşangeha wêneyan hat vekirin.”

Rojda Yasîn di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew ê ji bo pêşerojê xebatên xwe bi pêş bixin, konser û çalakiyên xwe bi awayekî xurtir berdewam bikin.

‘Min dît ku di her warî de serkeftî ye’                                      

Renda Mihemed jineke ciwan e ji bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, mehek berê, hatiye navenda Yekpar ji bo ku bibe endamek û niha weke endama beşa şopandin û nirxandinê dixebite. Ew ji bo tevlibûna xwe ya navendê wiha dibêje: “Ev mehek e ez di navenda Yekpar de cih digrim, ji bo min şanaziyek e. Sedema tevlibûna min ew bû ku min dît navend di hemû waran de serkeftî ye. Bala min kişand ku heft rengên hunerê dihewîne. Ez hewl didim xwe bi pêş bixim di vê navendê de.”