Najwa Sarra bi nîgarên hunerî xwe bera nava sira bajarê Sêvar dide

Xwediya hunerên bedew, Nejwa Sarra jî yek ji wan kesan e ku bi nîgarên xwe çîrokên jiyanê, name û efsaneyên li Cezayîrê tên jiyîn radigihîne.

 
NAJWA RAHÎM
Cezayîr - Hunermend Najwa Sarra karîbû bi tabloyên ku pêşangeha "Urg Nacar" girtiye nav xwe nehêniya bajarê winda Sêvar nîşan bide û mîrasa xwe ya çandî bîne ziman. 25’ê Adarê roja pêncşemê, hunermend, Najwa Sarra, pêşangehek tabloyên hunerî bi navê "Urg Nacar", li Qesra Çandê ya Mofdî Zekeriya li paytextê ku dê heya 17’ê Nîsanê berdewam bike, vekir. Pêşangehê gelek mijaran li ser sira mezin a bajarê Sêvarê yê winda digre nav xwe û ev afirîneriyeke ku dihêle mêvan li ser dîrok û mîrata bajarê Gant bifikirin.
Najwa Sarra di heman demê de bi nîgarên xwe çîrokên jiyanê, name û efsaneyên ku li Cezayîr tên jiyîn ragihand her wiha afrîdeyên enerjî û hêzên xwezayî û serzemînî û aliyên mercên mirovî li bajarê Sêvar nîşan da ku di 1988’an de wekî mîrata mirovahiyê ya cîhanê hatiye dabeşkirin.
Efsaneyên bajarê winda
Di nîgarên heyî de gelek mijar, şikeft, nivîsên kevirîn, cih, efsane û her wiha peyker, mirovên azad û bav û kalan jî hene.
Hunermenda hêja Najwa Sarra ji ajansa me re axivî û got; "Ez ji Parêzgeha Sitêf (rojhilatê Cezayîrê) hatim û min bi xwe re nêzîkî 53 karên hunerî anîne. 46 ji wan nexşên rûnê 1.20 bi 1.50 metre ne û yên mayî di forma peykeran de ne ku çîrokan vedibêjin û peyam û efsaneyên bajarê winda Sêvarê li çolistana bajarê Gant ku girêdayî dewletê ye, radigihînin ku tê de gelek efsane û navên cihên girêdayî hebûna jiyana din li Sêvar hene. "
Diyar dike ku pêşangeha Urg Nacer dê bîst rojan didome û di 17’ê Nîsanê de biqede ku dê bi riya pêşangehê re tabloyên ku sira bajarê wenda yê Sivarê diyar dikin werin pêşkêşkirin.
Najwa Sarra nîgarên ku hatine pêşandan, ango, "Reqasa Bakur", "Jabaren", "Aharr", "Essawn", "Atlantis", "Tameret" eşkere kir.
Najwa Sarra kî ye?
Najwa Sarra di 1970’yan de li bajarê Sitêf ê girêdayî Cezayîrê ji dayik bû. Ew lêkolînera felsefeya cîhana abstraksiyonê ango tecrîdê ye. Wê di 1993’yan de li Zanîngeha Ferhat Abbas li Sitê bawernameya Lîsans wergirt, di navbera 2001 û 2004’an dest bi Dibistana sêwiranê yan şikildanê ya li Tûnisê kir.
Ew beşdarî gelek pêşangehên li Cezayîr û derveyî welat bû, nemaze li Yewnanistan, Misir, Tûnis, Libnan, Urdun û her wiha Îmaratên Ereb ên Yekbûn û Tirkiyeyê û gelek xelat li Cezayîrê girtin û Medalya Afirîneriyê ji bo Cîhana Ereb li Dubaiyê di sala 2016’an de girt.
Ew pêşenga projeya dilxwaz a kargehên hunerî yên dermanî ji bo zarokên li Cezayîrê bi nexweşiya pençeşêrê ketine ye. Najwa Sarra hêvî dike ku "wan kargehan” li seranserê welêt berfireh û belav bike.