Muzeya jinan afrîneriya jinên Mexribî nîşan dide

Muzeya jinan a li Marakeşê, bi pêşangeha berhemên jinên Mexribê yên ku ji serdemên berê ve çêkirine pêşengiya wan a di warên cur be cur de, afrînerî û serkeftinên wan dide nasîn.

RAJA KHAYRAT

Mexrîb – Muzeya jinan a li Marakeşê, afrîneriya jinan a di warên cur be cur de nîşan dide, serkeftinên jinên Mexribê yên di dîrokê de dide nasîn. Muzeya jinan, ji bo serkeftinên jinan ên çandî û hunerî biparêze, di Îlona 2018’an de wekî yekemîn muzeya jinan a li Afrîkaya Bakur deriyên xwe ji gel re vekir. Ligel ruhê afrîner ê jinên Mexribî, ji bo welatên cîhanê di warê çandî de bi pêşangehên cur be cur mazûvaniyê dike. Muzeya ku ji ber Covîd-19 hatibû girtin, careke din deriyên xwe vedike.

Xweseriya jinên afrîner nîşan dide

Li muzeya ku pêşangehên berhemên kevneşopî yên jinên Mexribê ku bi serdeman ava kirine tê de cih digrin, li eywanên din ji wêjeyê heta siyasetê, ji aboriyê heta gelek beşan, fîlmên ku behsa rêwîtiya jinên pêşeng dike tên pêşandan. Rayedara muzeyê ya têkiliyên bi gel re Siham Ait Warraq, dibêje ku muze, ji bo jinên Mexribê, dayik, karker, hunermed, akademîsyen û siyasetmedaran, xwedî girîgiyek mezin e, ji bo wan pesn e û pê serbilind dibin.

Siham Aît Warraq da zanîn ku muze, bûye derfet ku di warê wêne, peyker, helberst û beşên din de, jinên hunermend afrîneriya xwe derxin holê û bal kişand ku ligel arşîv û belgeyên aydê jinên Mexribê, pêşangeha berhemên kevnar jî tê de heye û diyar kir ku amûrên berê yên ku jinan pê tevn û rêsandinê jî kirine û cilên kevneşopî yên kevin û hunerên destan jî di muzeyê de hene

Encama xebata bi salan

Siham Aît Warraq, anî ziman ku armanc bi muzeyê ew e ku kesên tên serdanê nêzî mîrasa çandî û afrîner a jinên Mexribî bibin û wiha domand: “Di serdemên berê de amûrên ku jinan bi kar anîne bi nivîsan hatine vegotin. Muze di encama xebata bi salan de çêbû. Bi dirûşma “Di navbera huner û dîrokê de jinên Mexribî” hat vekirin. Di vebûna pêşengehê de biyografiyên jinên wekî Zeyneb el-Nafzaviyye yên di dîroka Mexribê de xwedî rol in hatin pêşkêşkirin. Zeyneb el-Nafzaviyye, hevjîna Sultan Youssef bin Tashfîn e. Wî di serdema dewleta Almoravid (Murâbitan) de bajarê Marakeşê ava kir. Di tevahiya vê demsalê de belgefîlmek ku hem behsa dîroka Almoravid hem jî jiyana Zeyneb el-Nafzaviyye dikir, serkeftinên wê wekî ku ji devê wê were gotin dê were pêşandan. Îsal li muzeyê dê du çalakiyên cuda werin lidarxistin. Yek li ser li ser jinên pêşeng ên di warê cur be cur de xebatên wan hene. Dê vîdyoyên ku behsa jiyana wan jinan û serkeftinên wan ên di dîroka welat de dikin werin weşandin. Di ya duyem de jî dê wêneyên hunermendên jin werin pêşandan.”

‘Bi wêneyan jiyana wê vedibêjin’

Hafîza Zîzî ya ku hunera wê di nava ya spontane de ye jî mijara jinan bi taybetî mijara gundan nîşan dide. Çiyayên Atlas bala Hafîza Zîzî dikşînin. Bi taybetî herêma bajarê Benî Mellal a çiyayî Axlaba bala wê dikşîne. Ew hewl dide pîşeya jinên Mexribî ya tevna xaliyan, xwarin û bi tevahî hunera wan a jiyanê, bi wêneyên xwe nîşan bide.

Hafiza Zîzî, dibêje ku di sala 2001’ê de li herêma Imilchil dema ku pêşangeha xwe ya yekemîn vekiriye 28 salî bûye. Ew jiyana jinên Mexribî bi wêneyên xwe nîşan dide. Havîza Zîzî dûre tevli gelek pêşangehên têkel bûye, di warên cur be cur de di projeyên hunerê de li gelek welatan cihê girt.

‘Ez her dem li bendê bûm’

Hafiza Zîzî da zanîn ku wê hewl daye bi mû û rengên şênber portreyên jinan çêbike, ji bo jinên ku ji azadî û jiyanê hez dikin, modelan çêkiriye, li rûyê her qerekterek çavên mezin ên rengvekirî çêkiriye ku ev yek kesayetiyê nîşan didin. Hafiza Zîzî balê dikşînser ser wêneyê xwe yê Al-Khamisah (destê vekirî) ku hem daxwaza jinan a ji bo îsbatkirin û bihîstina dengê xwe nîşan dide, hem jî tê wateya parastina ji niyetên xirab û rewşên neyînî yên ku li derdora wê hene. Hafiza Zîzî têkildarî beşdarbûna pêşangehek li muzeya jinan dibêje: “Ji ber ku ji bo jinên Mexribî û hunermendan rûmet e, ez bi çar çavan li bendê me ku wêneyên min di her warê de werin pêşandan.”

Xeyala xwe pêk anî

Hafiza Zîzî dide zanîn ku ji berê ve haya wê ji muzeya jinan hebûye û wiha got:  “Min her dem xeyal dikir ku wêneyên xwe di muzeya ku gundê Amazighî temsîl dike û bi navbeynkariya wan mîras û çanda herêmê, rola jinan a ji bo parastina vê çandî nîşan dide derxim pêşangehê. Berê min di galeriyên gelek muzeyan de wêneyên xwe pêşkêş kirin lê beşdarbûna vê muzeya ku li Afrîkaya Bakur a yekem e ji bo min girîng e, vê yekê bandorek mezin li ser min çêkir. Ji bo min bû tecrubeyek baş.”

 Hafiza Zîzî, difikire ku muzeya jinan ji ber berhemên wan û ji ber ku ji bo jinan hatiye avakirin xwedî cihekî taybet û bijarte ye.