Mîrata çandî ya Sûriyeyê ji aliyê jinan ve tê parastin

Sara Behbûn dibêje ku di parastina çand û veguhestina wê ji nifşek ji bo yên din re, roleke girîng a jinan heye. Di demên berê de, her jina ku temenê heftê salî derbas dikir, vebêjera çîrokên gelêrî bû, ev yek jî ji ber hebûna înternetê îro ji dest derketine.

EMANÎ EL-MANÎ
Dîmeşq- Têgeha mîrata çandî, gelek kevn e ji ber ku di nava xwe de rêzeyek fireh ji awayên derbirînê yên cihêreng dihewîne. Di warê lêkolîn û piştgiriya parastina çandê de, ajansa me bi Berpirsa Ragihandin û Rêvebera beşa mîratê a Komeleya Vejîn, Parastin û Belgekirina Folklorê Sara Behbûh re hevdîtin kir.
Sara Behbûh dibêje ku parastina cihêrengiya çandî erkeke exlaqî ye ku ji rûmete mirov nayê veqetandin. Peymana Parastina Mîrata Çandî ya ji aliyê manewî ve di sala 2003’an de hat pejirandin û ew ji hêla Sûriyeyê ve wekî gaveke diyarker hatiye îmzekirin.
Mîrata manewî, di nava xwe de pratîk, têgihîştin, vegotin, zanîn, jêhatîbûn û rêbazên têkildarî, berhem û deverên çandî vedihewîne. Ev mîrat nifş bi nifş dibe mîras. Ji hêla komên mirovan ve li gorî hawirdora wan û têkiliyên wan ên bi xwezayê û dîroka wan re tê afirandin.
Globalîzma ku cîhanê dorpêç kiriye edetên nû li ser civakan ferz dike
Her çend ev mijar ne madî bin jî ew pêkhateyek pir girîng a mîrata çandî ya me ye ku zindî ye û her gav ji nû ve tê afirandin. Sara Behbûh di vê mijarê de dibêje; “Divê em bibêjin ku hêmanên mîratê, ji hêla faktorên li ser awayê jiyana me, bandor kirine zirar dîtine. Dibe ku ya herî berbiçav jî globalîzma ku cîhanê dorpêç kiriye û di ferzkirina adetên nû de li ser hemû civakan, di nav de jî civaka me, bi ser ketiye be. Tevî ku globalîzmê cihek fireh ji bo danûstendin, pevguhestin û nêzikbûna mirovan ji hev peyda kir jî wê di afirandina gundek cîhanî ya nû de ku tê de taybetmendiyên gelan di nav de dihelin, prensîba giştî ava kiriye. Di parastina çand û veguhestina wê ji nifşekî ji bo ya din, roleke girîng a jinan heye. Di demên berê de, her jina ku temenê heftê salî derbas dikir, vebêjera çîrokên gelêrî bû, ev yek jî ji ber sedemên hebûna înternetê îro ji destên me derket. Awayên vegotina devokî dibe alîkar ku ziman were parastin û neyê windakirin. Ziman di stran, çîrok û helbestan de dijî, ji ber vê têkilî di parastina zimanan û veguhestina kevneşopiyan de xaleke girîng e.”
Pîşekarên Sûriyeyê hemû behremendiyên xwe ji bo xizmeta şaristaniyê bi kar anîne
Pirsa me ya der heqê koka pîşesaziyên cur be cur ên kevneşopiyên li Sûriyeyê de wê wiha bersivand; "Ev pîşe gelek kevnar in û zehmet e ku mirov koka wan a kûr diyar bike. Belavbûna wan, encama berhevkirina zanînê, mîrasa wan û têkiliya şaristaniyên mezin e. Pîşe di destpêka xwe de itîmad dide ser çavkaniyên xwezayî. Pîşekarên Sûriyeyê jî hemû behremendiya xwe ji bo xizmeta şaristaniya mirovî bi kar anîn. Sûriye ji demên kevnare ve bi karên tevn, pîşesaziyên cam, hunerên mîmarî û camên rengîn navdar e.”
Sara Behbûh dibêje ku sira mayîndebûna van pîşeyan, giyana ku kontrolê li ser çêker dike dihêle hilberîner bi wî ve bikeve nava têkiliyeke germ û bi malzemeyên taybet û madeyên xav ve were girêdan.
Çêkirina kûpên bi destan û seramîk kevintirîn pîşesaziya Sûryeyê ne. Şûrê Şam û sira çêkirina wî hê pisporan nekariya zelaliya wê bizanibin
Amadekirina kadroyên ciwan
Di parastina vê mîratê de roleke jinan a girîng heye, ji bo parastina çanda Sûriyeyê gelek komele hatin vekirin, ji wan yek " Nehlet Sûriyayê" ye.
Ew komeleyek jinan e ku girêdayî qumaşên çandî ye û jinên li gundan dijîn jî ji dil û can dixebitin da ku qumaşê Sûriyeyê biparêzin.
Ji aliyê madî û manewî ve rola jinan di parastina çandê de mezin e
Sarah Behbûh got; "Divê ku em xwesteka jinan a bi hêz ji bo fêrbûna karên destan ji bîr nekin, ji ber ku jinên sûriyeyî ji mîrat, adet û kevneşopiyên xwe yên ku ji dapîran mîras girtine hez dikin û bi awayê herî baş diparêzin. Ew ê vê mîratê ji keçên xwe re bihêlin, ji ber ku çand ne tenê dîrok e di heman demê de heyînek xwerû ye. Jin di gelek mijaran de xwedî rol û risteke girîng in û li navenda zayînî û nûbûnê ne. Her wiha jinan li pêşangeh û bazaran bingehek ava kirine. Em dibînin ku tevahî pêşangeh û bazar bi awayekî mezin itîmadê didin ser jinan, çi di aliyê vegotina çîrokan de be, çi jî di aliyê xwarinên kevn de be.”
Sara Behbûh dibêje ku divê kargehên perwerdeyê yên girêdayî kategoriya ciwanan û bazarên girêdayî modela kevneşopî werin vekirin.
Berpirsa Ragihandin û Rêvebera beşa mîratê ya Komeleya Vejîn, Parastin û Belgekirinê ya Folklorê Sara Behbûh di dawiya axaftina xwe de got; “Divê em rola jinan a mezin di parastina çanda madî û manawî de ji bîr nekin ger em ji ya manewî dest pê bikin, em ê bibînin ku çîrokên dabîran, adet û kevneşopî nifş bi nifş tên veguhestin. Jin ji berê ve mîrata xwe diparêzin û hewl didin bigihîjînin her derê.”