Mîrasa pirîka xwe kevneşopiya 'Cevanî' berdewam dike

Basma Muhammed Tanbash kevneşopiya Cevanî ya ji pirîka xwe girtiye bi hezkirin berdewam dike û bi vê kevneşopiyê hem vê çandê dide jiyîn hem jî dahateke aborî bi dest dixe.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic – Li bajarê Idlibê yê Bakurê Sûriyeyê Basma Mohammed Tanbash bi tayên plastîk sepet û amûrên hesîr bi navê ‘Cevanî’ çêdike. Jinên ku vê mîrasa ku ji dapîrên xwe girtine berdewam dikin dahateke aborî bi dest dixin.

Basma Mohammed Tanbash li çolwariya Maarat al-Nuban a girêdayî Idlibê beriya 3 salan neçar ma koçî Minbicê bike. Yek ji wan jinên ku bi çêkirina cevanî dahata xwe pêk tîne. Basma Muhammed Tanbash e ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a Idlibê ji ber kêmderfetiya kar koçî Minbicê bûye got: “Dema zarok bûm fêrî çêkirina ‘Cevanî’ û bi awayên cuda û modelên cuda bûm. Dapîra min di van hunerên dest de hosta bû.”

‘Kasal di çêkirina xalî û paspasan de tê bikaranîn’

Basma Muhammed Tanbash der barê çêkirina ‘cevanî’ de wiha got: “Ew tayê ku em di çêkirina ‘cevanî’ de bi kar tînin jê re ‘kasal’ tê gotin. Ev tayên naylon li fabrîqayên ku xaliyên hêsîr çêdikin tê dîtin em digrin. Em destpêkê du tayan bi hev ve girê didin ba didin ji bo ew şeklê ku çêdikin estetîk be ez rengên cuda yên plastîk dixim navbera wan. Ji bo cevanî şidandî û saxlem be ez malzemeyên tejîkirinê bi kar tînim. Piştre jî bi derziyê girê didim, sepet û heta ku amûrê xemilandinê derdikeve giriyan berdewam dikim.”

‘Bi rehend û şêweyên cuda dikare were çêkirin’

 Basma Muhammed Tansbash, destnîşan kir ku li gorî daxwazê bi rehend  û şêweyên cuda dikare nav were nivîsandin û diyarkir ku berhemên biçûk rojekê, berhemên mezin jî hinek caran bi rojan temam dibe û di çêkrina ‘cevanî’ de sexlemî giringe û wiha got: “Ji ber ger ne wisan be wê zû xira bibe.”

‘Ji derveyî welat jî daxwaz hene’

Basma Muhammed Tansbash, bi bîr xist ku bi çêkirina cevanî dahata xwe ya aborî pêk tîne û got: “Yên ku ez çêdikim difiroşim. Tenê bi Minbicê sînordar namîne, bi giştî ji derveyî welat daxwaz li ser berhemên ku çêdikim heye. Mînak ew amûrên ku min dawî temam kiriye min şand Lubnanê.”

‘Divê jin vê çandê biparêzin’

Basma Muhammed Tansbash, diyar kir ku kevneşopiya cevanî ku bi hezkirin dike weke berê eleqe nayê dayîn û  got: “Ez tişta ku çêdikim weke teyîsandina kêrhatiya xwe dibînim û ji bo min çavkaniya serbilindiyê ye. Êdî weke berê girîngî nadin vê kevneşopiyê. Ez bi xebata xwe çanda dapîra xwe berdewam dikim û di heman demê de dahata xwe dikim. Ez bi çêkirina van sepetên bi karên dest ku bajarê min pê bi nav û deng bûye, çanda bajarê xwe belav dikim. Hemû jinên ku mîrasa dapîrên xwe girtine divê vê çandê biparêzin û ji bo vê kevneşopiyê bidin jiyîn fêrî zarokên xwe yên keç bikin.”