“Min tişta layiqê helbesta Lubnanê pêşkêş kir”

Henan Ferfûr diyar kir ku dema stran an bername bi peyvên sivik werin pêşkêşkirin wê demê têgihîştina giştî diguhere û got: “Lewra gel li bendê ye em ji wan re naverokeke baş pêşkêş bikin. Ev yek jî tam bi bernameya ‘Emîr Şoara’ derketiye pêş.”

Henan Ferfûr diyar kir  ku dema stran an bername bi peyvên sivik werin pêşkêşkirin wê demê têgihîştina giştî diguhere û got: “Lewra gel li bendê ye em ji wan re naverokeke baş pêşkêş bikin. Ev yek jî tam bi bernameya ‘Emîr Şoara’ derketiye pêş.”
KAROLÎN BIZÎ
Beyrûd - Helbestvan Henan Ferfûr beşdarî pêşbirka "Emîr EL-Şoara" bû ku tê de Lubnan dihat temsîlkirin û gihîşt asta nîvê fînalê. Ji ber ku di asta dengdanê de alîkarî jê re kêm bû negihîşt dawiya fînalê. Helbestvan Henan Ferfûr tecrubeya xwe ya di bernameya "Emîr EL-Şoara" de rewşeke cuda dihesibîne û dibêje ku li gorî şert û pîvanên bernameyê beşdar bûye û bi rastî jî ji nav 900 kesî hatiye qebûlkirin û dibêje; “Di dema tesnîfkirinê de 40 helbestvanên jin û mêr derbas bûn ji bo ku derkevin ser sehneyê, di wir de min Lubnanê temsîl kir heya ku gihîştim qonaxa nîvê fînalê. Ez bi wê tecrubeyê gelekî kêfxweş û bextewar bûm lewre min karibû tiştekî layiqê helbesta Lubnanê pêşkêş bikira. Di her carê de dema ku ez derdiketim ser sehneyê min her tiştê li gel xwe pêşkêş dikir da ku ez poşman nebim.”
Min nehişt rexne min bêhêvî bikin, an jî pesn min bixapînin
Der barê bertekên erênî yên ji bo helbestên wê de Henan Ferfûr dibêje; “Bijîşk Selah Fidil ku yek ji endamên komîteya nirxandinê ye, li ser min bandor kir. Wî gotibû; ‘Tu peyveke xweşik a ezmûna Xelîl Cibran î û tu bi firçeya Saîd Eqil tev didî, ev rastbûn û nazikbûn, te ji Seîd Eqil girtiye’ Ez bi vê şîroveyê kêfxweş bûm lewre ev her du kes jî li Lubnanê kesên navdar in.”
Henan Ferfûr dibêje; “Di xeleka yekemîn a bernameyê de pesnê helbesta min hat dayîn lê di xeleka duyemîn de hin têbinî hebûn lê min nehişt ku ew li ser min bandor bikin. Jixwe di hundirê hemû helbestvanan de rexnegiriyeke biçûk heye. Ez nahêlim ku pesn min bixapînin an jî têbinî min bêhêvî bikin.”
Berpirsyarî mezin bû û şaşî jî qedexe bû
Helbestvan Henan Ferfûr piştrast dike ku berpirsyarî pir mezin bû û wiha dibêje; “Ez nûnertiya helbesta hemdem a ciwanan di bernameyek gelêrî de dikim ku sê milyon temaşevanên wê hene yanî şaşî qedexe ye. Ev jî tê wateya ku helbest ji xeleka pisporan derketiye û derbasî kolanê bûye ku ew jî li gorî çêj û dilê xwe li ser helbestê hukum dike.”
Tevî ku li Lubnanê ji ber rewşa aborî ya zehmet, Henan Ferfûr, hinek xemsar bûbe jî gelê Lubnanê bi riya nameyên xwe piştgirî daye wê. Henan cihê xwe di dilê gelê Ereb de çêkiriye û ji aliyê wan ve rastî eleqe û hezkirinê hatiye. Li ser vê yekê jî dibêje ku wê piştgirî ji gelên Siûdî, Cezayîr û Iraqê girtiye, ev yek ji bo wê gelek girîng e û pê serbilind bûye.
"Emîr Şoara" helbest ji qadên teng derbasî yên berfireh kir
Di dema xebatên televîzyonê de ku bi diravê ve girêdayî ne, bernameya "Emîr Şoara" helbest ji derdorên teng ber bi navenda giştî ve hilberandiye. Henan Ferfûr dibêje ku dema stran an bername bi peyvên sivik werin pêşkêşkirin wê demê têgihîştina giştî dibe qurbanî. Gel li bendê ye ku em ji wan re naverokeke baş pêşkêş bikin, ev yek jî tam di bernameya "Emîr Şoara" de derket pêş.
Li kêleka nivîsandina helbestê Henan di dema xwendina helbestê de xwedan kesayetek bi hêz û cesaret e, destnîşan dike ku di zarokatiya xwe de di xwendina helbestê de bi cesaret bûye û dibêje; “Xwendina helbestê gelekî ji min re bû alîkar ku ez pê dengê xwe kontrol bikim. Li aliyê din civaka ku ez tê de dijîm girîngî dide helbestê, ji ber vê ez dibînim ku di dema xwendina helbestê de ez bi kedeke mezin radibim.”
"Wela Dalîn" Dîwana ku hêrs û ramanek cuda ya rastiyê vedibêje
Henan Ferfûr îtîraf dike ku di helbestê de tu kes temam nîn e lê di heman demê de înkar nake ku ji rikbirina li ser helbestvan hez dike.
Dîwanek helbestî ya bi navê "Lew" a Henan Ferfûr heye ku beriya heyamekê wê çap kiribû, ew niha xwe ji dîwana xwe ya demên pêş a bi navê "Wele Dalîn" re amade dike û dide zanîn ku bêtir helbestên serhildêr an rikberî bala wê dikşînin, helbestên ku hêrs û ramaneke cuda ya rastiyê vedibêjin.
Henan Ferfûr bi sê nivîsan beşdarî pêşbirka "Emîr Şoara" bû, nivîsa yekem bi sernavê "pêxemberiya jinekê"bû. Li ser wê nivîsê dibêje ku ew nivîs, rastiyeke ku em jê êşê dikşînin. Hewcedariya Rojhilata Navîn bi jineke xwedî hişmendî û jêhatî heye ku karibe pêşengiyê bike da ku rastiya tarîbûyî derxe qada hişmendiyeke ronî.
Henan Ferfûr diyar dike ku divê jin li ser xwe bixebitin û xwe ji hemû qeyd û bendan rizgar bikin.
Zarokên Ereb di şaristaniyê de paşve mane
Henan Ferfûr da zanîn ku ji bo rewş û rastiya jinan a heyî were guhertin divê jin ji xwe dest pê bikin û bi xwe merhele bi merhele vîna xew bigihîjînin heta qonaxa serkeftinê. Ji ber ku guhertin bi riya zilam nabe loma divê ku jin, bi sekn û biryarên xwe ji qonaxa heyî derbas bibin lewre azadî nayê dayîn, te qezenckirin.
Der barê çarenûsa helbestê de di dema paşvekişîna bikarhênerên zimanê Erebî de jî Henan Ferfûr wiha dibêje; “Zimanê Erebî qurbaniya ragihandin û materyalên perwerdeyê ye, nêzî sih sal in hê nehatiye guhertin. Ji ber wê zarokên Ereb di warê zanyariyê de kêm dimînin.
Henan Ferfûr di dawiya axaftina xwe de got ku helbest tu carî namire ji ber ku pêwendiyeke dîrokî bi genên mirovên Ereb re heye û ew bawer dike ku teoriyên ku behsa mirina felsefe û helbestê dikin, teoriyên ne rast in.