"Mîhrîcana Reqsê ya kevnar" Riya xwe li başûrê Lubnanê vedike û li hemberî krîzan li ber xwe dide

Li taxa kevnar a Sûriyeyê li başûrê Lubnanê, 20 welat kom bûn û çandên xwe bi pêşandanên cur be cur ên reqsê ên folklora, klasîk û reqsa balê li ser sehneya neteweyî ya Lubnanê pêşkêş kirin. Ev yek jî dikeve nava çalakiyên rûniştina duyemîn a Mîhrîcana Lubnanê ya Navneteweyî ji bo Dansa Hemdem ku ji hêla Komeleya Tîro ya Hunerî û sehneya Istenbolî ve hatiye organîzekirin, di 24’ê Tîrmehê de dest pê kir û heya roja 26’ê Tîrmehê berdewam dike.

CAROLÎNE BAZZÎ
Beyrûd- Roja yekem ji mîhrîcanê li ser sehneya neteweyî ya Sûriyeyê bi pêşandanên zindî ku dibistana Maya ya hunerê û koma Kofiya ya çanda Filistînî hat pêşkêşkirin. Di mîhrîcanê de ji Misrê reqsvanê nemir Husam Ebdel Hemîd Tewfîq û Nûra Bakra ji koma guherên gelêrî ya Filistînê hatin xelatkirin. 
Mîhrîcan berdewamiya qadên azadî û hêzdarkirina jinan e
Endama Komeleya Tîro ya huneran bijîşk Cena El-Husin ji ajansa me re wiha dibêje; "Tevî ew êşên ku em li Lubnanê dijîn jî dîsa me biryar da em mîhrîcanê organîz bikin û dabeşî du beşan bikin. Beşa pêşandanên zindî yên xwecihî û beşa onlayn ku komên cîhanî ji Misir, Ispanya, Îtalya, Almanya, Kanada, Urdun û Yûnanistanê beşdar bûn. 
Cena El-Husin dibîne ku şanoya Istenbolî, şanoyeke berxwedêr e û karê dilxwaziyê vedijîne.
Du formên cuda hatin pêşkêşkirin, yek reqsa Balê ya klasîk û beşa duyem jî reqsa folklorî bû 
Der barê pêşandanên zindî de jî dibêje; "Koma El-Kofiya ya Filistînê ku ji kampa Eyn El-Hilwe hat, rûyekî din ê kampê ye. Ew rûyê hunerî û çandî ye. Dibistana Maya ya huneran cureyên reqsê yên cur ber cur pêşkêş kir, me du formên cuda dîtin. Formeke li ser Rojava ye, wek reqsa Balê ya klasîk û beşa duyem jî reqsa folklorî bû.” 
Cena El-Husin li ser koma hunerên gelêrî ya Filistînê ku di mîhrîcanê de hat xelatkirin axivî û got; "Tevî zehmetî û astengiyên ku pê re rû bi rû dimîne jî dîsa afrîneriya komê gelek e. Gelo  êş dikare vê cesaretê bide avakirin? Li tu welatên Ereban asta hunerî wekî ya li Filistînê bi pêş nakeve.” 
  Cena El-Husin got ku Qasim Istenbulî li ser ramana hêzdarkirina jinan kar kiriye, jixwe dibistana Maya Nime gelek keçan digire nava xwe û wiha axaftina xwe berdewam kir; "Tiştê ku min bi Qasim Istenbulî ve girê dide ew e ku ew tevî karên hunerî yên giştî, li ser mijara hêzdarkirina jinan zêdetir dixebite.
“Mîhrîcan berdewamiya qadên azadiyê ye ew jî girêdayî hiş e, ne tenê tevgera bedenî ye”
Wêneyê hêzdarkirina jinan di mîhrîcanê de bi riya azadiya fizîkî, bi riya lidarxistina mîhrîcaneke reqsê li ser sehneyê ii navenda bajarê Sûriyeyê bi keçikên ku hin ji wan hîcab didin serê xwe derdikeve hole. Ev jî nîşan dide ku ne pêwîst e em xwe tazî bikin ji bo hunera xwe pêşkêş bikin. Ev mîhrîcan berdewamiya qadên azadiyê ye ku ew girêdayî hiş e jî ne tenê tevgera bedenî ye. 
Sazkarê şanoya neteweyî ya xwebeş Qasim Istenbulî da zanîn ku dewreya yekem a mîhrîcanê di sala 2019’an de dest pê kiriye. Li ser wê demê dibêje: “Me beriyar da em mîhrîcanê organîz bikin. Gelek bijarte li gel me hebûn, yek jê ew bû ku em mîhrîcanê li ser peravên deryayê li dar bixin. Ger ku me nikaribûya li ser sehneyê çêbikira, me yê wisa bikira, ji ber ku  di vê demê de hewcedariya gel bi kêfxweşî û hêviyê heye.”
“Armanc bi mîhrîcanê komkirina gel e”
Mîhrîcanê, pêşandanên navneteweyî yên pispor û amator, ji bilî dabînkirina beşek ji folklora Filistînê reqsa balê, klasîk û celebên dansa hemdem girt nava xwe. 
Qasim Istenbulî dibêje ku armanca mîhrîcanê komkirina gel e. Dirûşma mîhrîcanê ya îsal ev e: "Huner ji bo guhertinê ye" û em jî hewceyî guhertinê ne. Ew balê dikşîne ser hebûna jinan di hemû waran de û dibêje; "Em hewceyî jinan in, çi li ser sehneyê dibe çi jî bi riya reqs û stranbêjiyê, ji ber ku em bi vî awayî tiştên qedexekirî dişkînin.
Der barê pirsa me ya çima mîhrîcan di vê demê de hatiye lidarxistin de Qasim Istenbulî wiha dibêje; "Huner neynika civakê ye. Mînak gelê Filistînê heta niha huneran pêşkêş dike, bi riya çand û hunerê li hemberî dagirkeriyê li ber xwe dide.” 
Der barê girîngiya şanoya belaş de, dibêje; "Di qonaxa niha de tu kes heqê bilêtekê nade ku beşdarî mîhrîcanê bibe. Hêzbûna vî cihî ew e ku alîkariya ciwanên dixwazin hilberînên şanoyê pêk bînin û pereyê wan tune ye dike.” 
“Dans derman e û me xwest em zarokan kêfxweş bikin”
Sazkara dibistana Maya ya huneran Maya Nime kêfxweşiya xwe ya ji bo tevlibûna dibistana wê di mîhrîcanê de anî ziman û got; "Reqs derman e, ew alîkariya zarokan dike ku ji rastiya bi êş derkevin û dilşad bibin. Bi rastî jî me bi vê yekê karibû kêfxweşiyê li gel zarok û malbatên wan belav bikira. Em ne tenê dibistana reqsê ne, berovajî wê em li ser pêşketina behremendiyên zarokan jî kar dikin.”
“Bi kêfxweşî em bi çand û nasnameya xwe ya Filistînê ve girêdayî ne”
Ji koma El-Kofiya ya Filistînê Îsraa dibje; "Em beşdarî Mîhrîcana Reqsê ya Hemdem bûn. Ji ber ku bi saya vê beşdariyê, me xwest em peyamek ji cîhanê re ragihînin ku em ê dev ji nasnameya xwe ya Filistînê bernedin. Bi mîrat, şahî û reqsê û tevî her tiştî, em ê reqs û stranan bidomînin.”