Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Amsterdamê dê 13'ê Gulanê dest pê bike

Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Amsterdamê 13'ê Gulanê dest pê dike. Di mîhrîcanê de dê 25 fîlm bêne nîşandan û gelek çalakiyên çandî jî dê bêne lidarxistin.

Navenda Nûçeyan - Wek gelek deverên Ewropayê, paytexta Hollanda Amsterdam jî dê malovaniyê ji Mîhrîcana Fîlmên Kurd re bike. 1'emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Amsterdamê dê 13'ê Gulanê dest pê bike û heta 15'ê Gulanê dewam bike. Di mîhrîcanê de dê 25 fîlm bêne nîşandan û gelek çalakiyên çandî jî wê bêne lidarxistin.

Dê 25 fîlm bên nîşandan 

Dîrektorê mîhrîcanê Rêber Dosky ragihand ku di mîhrîcanê de dê 25 fîlm bêne nîşandan. Rêber ku 25 sal in li Hollandayê ye, diyar kir ku ew dixwazin bi rêya vê mîhrîcanê di navbera çand û nifşan de pirekê ava bikin.

Fîlmên bêne nîşandan ji aliyê Rêber Doksy û koordînatora bernameya Berî Shalmashî ve hate kirin. Fîlm wê li salona sînemayê ya Ketel Hûîs bêne nîşandan.

Di destpêka mîhrîcanê de fîlmê 'Cîran' ê Mano Xelîl wê were nîşandan. Fîlmê Mano Xelîl ê ji Rojavayê Kurdistanê, sala 2021'ê li Mîhrîcana Fîlman a navneteweyî ya Gangneûngê ku li Koreya Başûr hate lidarxistin, xelata "Fîlmê herî baş" wergirtibû. Fîlmê 'Cîran' qala çîroka zarokekî kurd dike ku di salên 1980'î de li gundekî li ser sînorê Rojava ye û yekemcar diçe dibistanê.

Dê çar derhêner derkevin pêşberî temaşevanan

Rêber Dosky ragihand, ji ber ku cara ewil ew mihrîcanê li dar dixin, li gorî derfetan karine tenê çar derhêneran vexwînin û anî ziman ku Mano Xelîl yek ji wan derhêneran e.

Derhênerê fîlmê 'Dema dirîreşkan (Blackberry Season) Haşim Aydemîr jî wê di mihrîcanê de derkeve pêşberî temaşevanan. Ev fîlm jî li gorî bîranînên têkoşer Murat Turk hatiye amadekirin ku 28 sal in li girtîgehên tirk girtî ye.

Mîhrîcana Fîlmên Kurd bi rêya medya dîjîtal, reklam û hevpeyvînên bi rojnameyên herêmî re hate nasandin.

Rêber Dosky li ser sedema lidarxistina festîvalê bal kişand ser lêgerînên nifşê nû. Dîrektorê festîvalê Rêber Dosky bi bîr xist ku piraniya Kurdên li Hollandayê di salên 1970'î de ji ber sedemên siyasî xwe li vî welatî girtine, nifşê nû jî êdî bûye parçeyek ji Hollandayê û got, "Em dixwazin çanda kurd hem nîşanî nifşê nû hem jî Hollandayiyan bidin û bi vî rengî di navbera nifş û çandan de pirekê ava bikin."

Di festîvalê de her wiha wê muzîk jî hebe. Hunermendên xwecihî Meral Polat û Naaz jî wê derkevin ser dikê.