Mîhrîcana Filmên Jinan ya Uçan Supurge berdewam dike

Di çarçoveya 27’emîn Mîhrîcana Filmên Jinan a Navnetewî ya Uçan Supurge 11 film-belgesel hatin pêşandin, ji bo her yek ji wan hevpeyvîn û panel hatin li darxistin.

Navenda Nûçeyan- 27’emîn Mîhrîcana Filmên Jinan a Navnetewî ya Uçan Supurge berdewam dike. Di çarçoveya Mîhrîcanê de duh temaşevanan film û belgeselên bi navê “Tahran’da 7 Mevsim”, “Kızkardeşlik”, “Memeli”, “Kadınlar Arasında”, “Kadın”, “Anavatan”, “Karatavuk Bogurtlen, “Sauna Kızkardeşligi”, “Dahomey”, “Hoşçakal Taberiye” û “Kim Mihri” temaşe kirin.

Di çarçoveya mîhrîcanê de Goethe-Institut li Enqere, derhêner Berna Gençalp çîroka ressam Mihrî Rasim Muşfik Açba derxist holê, belgesela ‘Kim Mihri’ nîşan da. Piştî nîşandanê Berna Gençalp di modaretoriya koordînatorê Mîhrîcanê Dalim İlteriş Mayadagli hevpeyvîn kir. Berna Gençalp diyarkir ku nîşandana belgeselê di mîhrîcanê de gelek giring e û da zanîn ku ‘Mihrî’ ku bûye mijara belgeselê piştre naskiriye.

‘Min zanîn ku Mihrî qet nehatiye nasandin’

Berna Gençalp destnîşan kir ku lêkolîn kiriye ka Mihrî berê belgesela wê hatiye çêkirin yan ne ketiye rê û ev tişt got:

“Piştî ku min pirtuka Mahinur Tuna derbarê Mihrî de xwend û piştî ku min zanî belgeselek wê nîne ew fikir pêşket. Piştî ku min zanî li derdora hunerên ciwan û mevzûnên dîroka hunerê qet Mihrî nasnakin, ji bo ez filmek bi navê ‘Kim Mihri’ çêbikim ez ketim rê. Di dawiya film de di nava ên di pêşangehê de digerin, biraziya Mihri heye. Nezih Bey tu caran meta xwe ne ditiye. Di malbatê de tu zanyarî nîne. Nazih Bey piştî ku li pêşangehê geriya, çîrokên ku bihîstiye rastin, bi saya pêşangehê hîs kiriye. Ji ber bi xwe jî plana dawî ya çîrokê di nava rojnameyan de ditiye. Dema temaşeyî film kir, gelek matmayî ma û keyfxweş bû. Ji ber di destê wî de wêne yan jî derbarê Mihri de berhem hene yan nîne min pirs kir got nîne.”

Panela 'Çapemeniya Nû û Femînîzm' hat lidarxistin

Panela mîhrîcanê ya bi navê “Çapemeniya Nû û Femînîzm: Li Tirkiyeyê ciwan û jin” bi moderatoriya rojnamevan Yıldız Tar hat lidarxistin. Koordînatora KızBaşina Ceren Erol, edîtora podcastê ya velvele.net Nesli Uras û ji Komeleya Jinan a Havle Rûmeysa Saydam wek qiseker beşdarî panelê bûn. Koordînatora KizBaşîna ku li Tirkiyeyê ji bo wekheviya zayendî dixebite bi dirûşmeya KizBaşîna ya “Veguherîn, parastin û berdewamî” nirxand. Ceren Erol van tiştan anî ser ziman:

“Veguherîn; Dirûşma me ew e ku em feraseta civakê biguherînin femînîzmê bi gelek beşên civakê yên Tirkiyeyê bidin nasîn û hewl bidin ku nîşan bidin ku pêwîstiya wan jî bi femînîzmê heye. Em hertim hewil didin ku giştî bin û bi her ziman û aliyan re zimanek cuda bikarbînin.”

Ceren Erol di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo ku xwe bigihînîn her jinekî. Ceren Erol destnîşan kir ku yek ji wan zehmetiyên ku ew pê re rû bi rû ne belavbûna bilez a dezenformasyona di medyaya dîjîtal de ye. Ceren Erol destnîşan kir ku wan di van salên dawî de di medyaya dîjîtal de zimanekî nermtir bi kar anîne.

‘Velvele di gadên cuda de jî hewil dide gotinê xwe bîne ser iman

Nesli Uras, edîtorê podcasta Velvele, got ku Velvele, ku tenê wekî blogek dest pê kir, nuha bûye "medyayek Lubunya" ku xwedan kanalên YouTube û podcastê ye û hewl dide ku di warên din de bibe xwedî gotin. Nesli Uras diyar kir ku di Cotmeha 2021an de bi Koordînatora Projeya Velvele û edîtor Fulden Ergen dest bi weşana xwe kiriye û got ku podkasta "On Bir Şeyler" ya ku beşa 66’emîn hefteya borî hat weşandin, ji bo jin û lubunyayan ku tê weşandin amûrek baş e. pirsgirêkên dîtinê hene.

Di dawiya panelê de ji beşdaran re ji aliyê Weqfa Flying Broom ve xelata camê hat dayîn. Mîhrîcana ku di 9'ê Gulanê de dest pê kir, wê di 16'ê Gulanê de biqede.