Mîhrîcana Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê li benda şanohezan e

Li bajarê Kobanê amedekariyên lidarxistina Mîhrîcana Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê tên kirin. Mîhrîcana îsal dê 10 komên şanoyê ji Rojava û Rojhilatê Kurdistanê hembêz bike.

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê- Fermandara YPJ’ê Arîn Mîrkan yek ji sembolên berxwedana 134 rojan ya Kobanê ye ku di 5’ê Cotmehê de çalakiyeke fedayî li girê Miştenûr pêk tîne û bi vê fedekariyê re çarenûsa şer bi giştî diguhere.

Tevgera Çand û Hûnera Kobanê û desteya Çandê ya herêmê, ji bo bîranîna Arîn Mîrkan û xwedî derketina li navê wê, di 2021’an de mîhrîcana şano ya bi navê Arîn Bisk û Zulfên Aşitiyê ragihand. Mîhrîcana ku îsal dê bi dewreya xwe ya çaremîn pêk bê, di 3 salên derbasbûyî de pêşwaziya şanogerên Kurd, Ereb, Ermen, Çerkez û Turkmen kiriye ku bûye cihekî girîng ji bo hevgirtin û pêşkêşkirina raman û hestên şanogerên herêmê.

Ajansa me ji bo ku hurguliyên li ser dewreya çaremîn ya mîhrîcanê bigre, li gel endama rêveberiya mîhrîcanê Mîrxan Ismayîl hevdîtin çêkir.

‘Mîrateya şehîd Arîn bi mîhrîcana şano yê re zindî dimîne’

Mîrxan Ismayîl ku ragihand mîhrîcan di 30 Cotmehê de destpê dike, wiha axivî: “Têkoşer Arîn Mîrkan bi çalakiya xwe ya fedayî di berxwedana Kobanê de deng veda û weke sembola jinên şerker û fedayî navê xwe mîsoger kir. Me jî weke Tevgerên çandî yên li herêmê biryar girt ku em bi riya mîhrîcaneke şanoyê, xwedî li têkoşîn û fedekariya şehîd Arîn derkevin. Ji bo vê jî ji 2021’an ve li Kobanê mîhrîcana Arîn Bisk û Zulfên Aşitiyê tê lidarxistin. Îsal jî emê bi diruşmeya “Ji her bajarekî çîrokek û ji her dilekî ramanek” di 30’ê Cotmehê de careke din pêşwaziya vê mîhrîcanê di dewreya xwe ya çaremîn de bikin.”

Mîrxan da zanîn ku divyabû mîhrîcan di 5’ê Cotmehê de pêkhatiba, lê ji ber hîn şert û mercên teknîkî û herêmê, mîhrîcan hatiye taloqkirin.

‘Îsal beşdarbûn dewlemend e’

Mîrxan di berdewama axaftina xwe de behsa komên ku wê îsal beşdarî mîhrîcanê bibin kir. Mîrxan diyar kir ku weke her car dê beşdarbûn di asta gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê û derve de pêk bên û wiha domand: “Ji bo vê jî komîteya şopandinê ku ev 3 meh in di nava liv û tevgerê de ye, dê komên ji Kobanê, Efrîn, Heleb, Qamişlo, Dêrîk, Hesekê û Reqa pêşwazî bike. Îsal jî wê mîhrîcana me bi tevlîbûna komeke şano ya ji Rojhilatê Kurdistanê dewlemend û rengîn bibe.”

‘Emê li çîrokên bajaran û ramanên dilê şanogeran temaşe bikin’

Mîrxan got ku “Emê îsal li gel 10 koman li ser dika navenda Çand û Hûnera Baqî Xido li 10 senaryoyên cuda ku her yek ji wan dê çîroka bajarekî û ramana dilekî pêşkêş bike, temaşe bikin” û wiha pê de çû: “Ya ku mîhrîcana me jî dewlemend dike beşdarbûnên ji bajar, çand û netewên cuda ye ku ev bûye nasnameyeke mîhrîcana Arîn Bisk û Zulfên Aşitiyê. Ji bo vê jî emê bi hev re bi riya şanogeriyê hizir, hest, kêfxweşî û xemgîniya xwe parve bikin.”

‘Dika navenda Çand û Hûnerê li benda her kesî ye’

Endama rêveberiya mîhrîcana Arîn Bisk û Zulefên Aşitiyê Mîrxan Ismayîl axaftina xwe bi banga beşdariya mezin, wiha bi dawî kir: “Hûner qadeke berfereh e, şano jî yek ji rêbazên wê yên herî bi bandor e. Lewra jî daxwaz û banga me ji bo hemû şanogerên Kurd ew e ku bi riya van mîhrîcanan hunera xwe pêşkêş bikin û di van waran de pêşketinên mezin biafirînin. Her wiha banga me ji bo gelê Kobanê heye ku bi beşdarbûna xwe mîhrîcana me ya ku wê 6 rojan dewam bike, mezin bikin û em bikarbin bi vî awayî xwedî li mîrate û têkoşîna şehîd Arîn derkevin û her tim navê wê bilind bihêlin.”