“Mîhrîcan bêrîkirinên me anîn pêş çavê me”

Mîhrîcana çandî ya li çiyayê Şengalê hat lidarxistin di roja xwe ya sêyemîn de bi pêşandana hemû aliyên hûnerî û çandî ya civaka Êzidî bi dawî bû. Jinên ku beşdarî mîhrîcanê bûn gotin; “Ev mîhrîcan bêrîkirinên me anîn pêş çavên me.”

ŞÎLAN ÊZIDXAN

Şengal – Çanda qedîm ya Êzîdxanê giştî gerdunê di hundirê xwe de dihewîne. Îro li çîyayê Şengalê ya ku  ev gelê qedîm di hembêza xwe de parast û ji destanê pekrewanan re bu wargeh bi coş û geş e. Ji ber ku   şahîdiya nirxên xwedavenda ji bo vê civakê afirandiye piştî ewqas êş û azaran re dubare malavaniyê  dike. Bi vê  felsefê ve Çand û Hunera Çiyayê Şengalê di bin diruşmeya ‘Li hember fermanê çanda xwe biparêze’ yekemîn mîhrîcana çand û hunerê li dar xist, mîhrîcana ku gelek aliyên çandî û hûnerî ya civaka Êzidî tê de hat pêşandin 3 rojan berdewam kir û dûh bi dawî bû. Roja yekemîn ya mîhrîcanê bi duaya rojê li çiyayê Çilmêra destpê kir. Roja duyemîn û siyemîn bi şahiyên rengîn li geliyê kersê derbas bû.

Bi berheman qada mihricanê xemilî

Di mîhrîcanê de alavên kevnar ên çandî (meşk, tenûr, derguş, têşî, destar, cer ê avê, merş, kulav û hwd) bala mirovan dikşand ser xwe. Heman  demê  ji  berhemên Şengalê kizwan, hejîr, zeytun, nivîşk, nanê sêlê û hingiv ji mêvanan re hat pêşkeş kirin. Pêşengehê de wêneyên pakrewanê Şengalê yê ku bi dest hatibun xezkirin bi hemu heybeta xwe ve   mîhrîcan watedar kirin. Bi cilên spî yê Êzidiyan jinên Şengalî çanda xwe ya kevnar nîşan dan.

Di bin konên kevnar de çîrok hatin gotin

Li qada mîhrîcanê konên kevnar hatin danîn. Di bin konê kevnar de ji zarokan re çîrokê Êzdatî hatin gotin   û  her wiha dayîkan teşiyê xwe ristin. Di berdewamiya şahiyê de komên şano, govend, koro yên çiyayê  Şengalê berhemên xwe pêşkêşî mêvanan kirin. Di mîhrîcanê de jinên ciwan bi leyîstokên xwe yên hêkanê, bazevanî û hwd pêşkeş  kirin. Şahî bi stranên koma dengbêjên Şengalê, stranên hunermend Comert, Hemîdê Mecîd Îda Şengalî, Helbestvan Bêrîvan Hiso, Celo Şengalî û Eyman Elzibeyerî geş bû.

“Çanda xwe parastin, nasnameya xwe parastin e”

Şêniya gundê Digurê Feyruz Şero girêdayî girîngiya çand û hunerê ji ajansa me re wiha axivî; “Çanda  xwe parastin, nasnameya xwe parastin e.” Feyruz Şero fikrê xwe yê der barê çanda Êzdatî de bi vî awayî anî  ziman; “Mîhrîcan bêrîkirinên me anîn pêş çavê me. Em gelek şehnaz bun ku rê û resmê me ji milê ciwanên me ve tê hiskirin û parastin. Îro bi piranî cilê Êzdatî li xwe kiribun, hemu amurên me yên çandî  hatin pêşkêşkirin, ev di mirov de hêviya jiyanê dide avakirin ji ber wê jî em îro gelekî bi coş û moral bûn.”

Mîhrîcan bi gerandina govenda azadîyê û ji milê çand û huner a Çîyayê Şengalê ve xelat dayîna  Hunermend û Xebatkarên Ragihandinê ve bi dawî bû…