Mîhrîcan Şanoyê di roja 6'an de dewam dike

Mîhrîcana Şano ya bi navê "Qêrîna Waşûkanî" di roja 6'an de bi Koma Tiyatro Sariya Baran a Hîlala Zêrîn dewam dike.

Qamişlo – Bi dirûşma "Qêrîna Waşûkanî" 5’emîn mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol a şanoyê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo a bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdarbûna komên şanoyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Di roja 6'an de jî mîhrîcana bi navê "Aşîtî di baskên civîkan de ye" ji aliyê Koma Tiyatro ya Sariya Baran a Hîlala Zêrîn ve hat pêşkêş kirin. Şano li ser rewşa niha ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têde derbas dibe, şîrove dike. Her wiha bandora şer, dagirkerî li ser xweza û zarokan vedibêje.

"Aşîtî bi baskên civîkan ve ye"

Şanoya bi navê "Aşîtî di baskên civîkan de ye" ji aliyê Şanoger Beraa Hesen ve wiha hate şîrove kirin: "Ev sê mehin em amadekariya vê şanoyê dikin. Em bi giştî 12 şanogerên jin cihê xwe divê şanoyê de digirin. Îro em gelek kelecanin ji ber şanoya me şanoya xweser e. Şanoya me rewşa şer û dagirkeriyê li ser xweza û derûniya zarokan vedibêje. Civîkên me yên di şanoyê de jî bi baskên xwe aşitî û aramî ji bo zarokan û xwezayê tînin civakê. Ji ber zarok pêşeroja me ne. Pêwiste em nifşên nû hînî aşitî û aramî bikin, loma me xwest di riya vê şanoyê de em bêjin ku zarok hertim ewin ku azadî, aşitî û aramiyê tînin."

"Divê daristan werin parastin"

Beraa Hesen rola xwe di nava şanoyê de wiha anî ziman: "Rola min di nava şanoyê de daristane. Herkes dema ku derdikeve seyranan, berê xwe didin daristan û şînkahiyan. Daristan herdem kulîlk û fêkiyên xwe dide, lê di dema niha de mirovên ku derdikevin seyranê herderê qirêj dikin. Her wiha kargehên di derdorê daristanan jî bandoreke ne baş li daristanan dike û nema bayê paqijiyê heye. Di riya vê şanoyê de me xwest vê kêmaniyê rexne bikin û gelê xwe hişyar bikin. Her wiha armanca me ew bû ku em hemû cîhanê şiyar bikin da ku şer were sekinandin û aramî were di nava civakan."