Mîhîrcana Şehîd Bêrîtan li Wargeha Mexmûrê didome

Di roja yekemîn a mîhrîcana çand û hunerê ya Şehîd Bêrîtan de wêne, berhemên çandî û xwarinên Kurdewarî hatin pêşkêşkirin û êvarê saet di 8’an de li belgefîlma Hêza hat temaşekirin.

Navenda Nûçeyan – Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 8’emîn Mîhrîcana çand û hunerê ya Şehîd Bêrîtan bi coş û kelacenek mezin berdewam dike. 8’emîn Mîhrîcana Şehîd Bêrîtan a li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî bi çalakiyên rengîn didome. Mîhrîcana ku danê sibehê hatibû destpêkirin heya saetên dereng ên şevê bi temaşekirina belgefîlma Hêza, roja yekem bi dawî kir.

Belgefîlma Hêza li salona Konferansê ji hêla gel ve hat temaşekirin. Dayika bi navê Nadye Ozgun a ku belgefîlma Hêza temaşe kir der heqê belgefîlmê de nêrînên xwe ji ajansa me re anî ziman.

Dayika Nadye Ozgun di destpêkê de tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê bi bîr anî û got; “Dema min li belgefîlma Hêza temaşe kir, min careke din hêz, bawerî û îradeya jinan dît. Ya herî girîng jî ew e ku in dît şehîdên jin mîrasek çawa bi nirx û hêz ava kirine ji bo me. Ez di wê baweriyê de me ku şoreşa bi jinan hatiye destpêkirin wê bi saya wan bi ser bikeve. Ya herî bi bandor jî ruxmê tevahî hovîtiyê jî li ber xwe didin, teslîmiyetê qebûl nakin. Ev yek ji bo jinan gelek girîng e. Pêwîst e ji îro pê ve jî weke jin û gelê Kurd em baş bizanin ku her kes dijminê me ye em hêza xwe bikin yek û li hemberî dijminên jin û mirovahiyê têkoşîna xwe bimeşînin.”