Meys Bedran: Min astengî veguherandin israrê

Meys li ser hilbijartina navê pirtûka xwe ya yekem a bi navê, “Li Ser Rastkirina Xewnekê” wiha dibêje; “Min ev nav hilbijart ji ber ku ev pirtûk destpêka riya min bû. Pirtûk li weşanxaneya Dar Yava ya Urdunê di sala 2019’an de hat çapkirin.

TEHRÎR BENÎ SEXIR
Ramallah - Meys Bedran a 16 salî ku xwedan behremendiyeke nivîsandinê bû lê di xwendinê de lawazî dikişand nehişt ku vê yekê bandoreke neyînî li ser behremendiya wê bike. Meys Bedran a xwendekara dibistana keçikan EL-Bîre ya nû ye, refa dehan dixwîne, dibêje ku lawazbûna wê ya di xwendinê de nedihişt ku bi awayekî baş gotinên xwe bigihîne her kesê ji ber vê di pêşbirkan de têk diçû lê vê têkçûnê di kesayete wê de israrê da avakirin.
Meys Bedran dar barê destpêka vedîtina behremendiya xwe de wiha dibêje; “Di refa şeşan de dema ku min nameyek nivîsand û xwend mamosteya min a zimanê Erebî gelekî eciband û di wir de behremendiya min dît. Wê di cih de piştgirî da min, ji bo ku ez dest bi nivîsê bikim. Di destpêkê de ez rastî gelek zehmetiyan hatim, ez bi wezareta perwerdeyê re tevli pêşbirkan bûm. Tevî perwerde û piştgiriya ku min ji mamosteyên xwe girtibû jî dîsa min di xwendinê de lawazî didît ku ew jî dibû sedema têkçûna min.”
Meys Bedran wiha didomîne; “Behremendiya min ji aliyê mamoste, malbat û hevalên min ve gelek destekê dît. Ji bo ku mirov karê xwe berdewam bike her dem hewceyî bi piştgiriyeke derûnî û manewî heye lê dema ku mirov vê destekê ji derdora xwe nebîne ev nayê wateya teslîmiyetê.”
Ji bo ku Meys aliyên xwe yên neyînî derbas bike dest bi lêgerîna aliyên xwe yên lawaz kiriye. Li ser vê yekê jî dibêje; “Ez li aliyên xwe yên lawaz ên ku ji min re têkçûnê dianîn digeriyam û min dest bi çareseriyê kir. Ez ji pirsgirêka şermê xilas bûm û bi rastî jî min di pêşbirkan de serkeftinê bi dest xist.
Meys dibêje; “Ev serkeftin ne bijarteya min a tekane bû. Ji bo pêşveçûnê ez hewceyî karekî bûm, ji ber vê yekê bijarteya min ew bû ku hemû nivîsên xwe bikim pirtûk. Wekî keçeke ciwan, ez rêbazên ji bo çapkirinê nizanibûm min komeke ji nivîskarên ku em di temenê hev de bûn nas kir û wan alîkarî dan min, li ber ku min hîn kirin ka çawa pirtûkê çap bikim.”
Pirtûka wê ya yekem a bi navê, “Li Ser Rastkirina Xewnekê” hat çapkirin. Der barê hilbijartina vî navî de Meys wiha dibêje; “Min ev nav hilbijart ji ber ku ev pirtûk destpêka riya min bû. Pirtûk di weşanxanya Dar Yava ya Urdunê di sala 2019’an de hat çapkirin. Piştî vê tecrubeyê, di warê nivîsê de bi pêş ketim û min gelek nivîskarên wekî Welîd EL-Hodlî û nivîskar Ferc Ebid EL-Hesîb ê rehmetî ku her dayîm piştgirî dida pênûsa min, nas kirin. Min dît ku pirtûkek tenê ji bo min ne bes e ji ber vê ez jî tevli nivîskaran bûm û me bi hev re pirtûkek bi navê, “Xewn” çap kir.
Meys Bedran di dawiya axaftina xwe de bi peyamek ji nifşên ciwan re wiha got; “Ji bo pêkhatina armancên xwe xwe bi xwendina zanîngehan bi sînor nekin, li behremendiyên xwe bigerin. Sînorên afrîneriyê tune ne divê ku mirov ji bo bigihîje armanc û xewnên xwe hewl bide.”