Mereqa xwe ya zarokatiyê bi şanogeriya zimanê dayikê derxist ser dikê

Ji şanogerên Şanoya Mencelê Perinaz Delazy, da zanîn ku ji ber sedema pandemiyê demek ji temaşevanên xwe dur mane.

 
MEDİNE MAMEDOGLU
Wan - Ji lîstikvanên Şanoya Mencelê Perinaz Delazy a 25 salî ku bi zimanê xwe yê dayikê derdikeve dike ji ber sedema pandemiyê saleke ji dikên şanoyê dur maye. Em bi Perinaz Delazy a ku li Wanê heskirin û baldariya welatiyan kêşaye ser xwe xebatên wê yên şanoyê axivîn.  
Perinaz Delazy, dema hê 6 salî bi xwişka xwe re diçu ber şanoyê mereqa şaniyê kiriye. Heskirina wê ya şanoyê ku di zarokatiyê de bi tesadufî despêkirî dema mezinbû xist meriyetê. Di 17 saliyê de bi qursên şanoyê xwe pêş xist û derket dikan. Perinaz a ku bi zimanê dayika xwe dest bi şanogeriyê kirî her ku çu zêdetir pêve hat girêdan û dikên şanoyê ji bo xwe qadên herî azad dibîne.
Perinaz diyar kir ku wê li Navenda Çand û Hunerê ya Bêrîvan a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê şanogeriyê dikir û dema qeyum danîn ser şaredariyê ew ji kar avêtin. Perinaz bilêv kir ku ji bo cihek kar bibîne bi şanogerên Wanê re bi mehan xebitîne û bi hev re bi navê ‘Şanoya Mencel’ şanoyek çêkirin û derketin dikê û wiha domand: “Li gorî derfetên xwe me cihek çêkir. Di avakirina şanoya me de para her kesê heye. Paşê jî me dest bi xebatên xwe kir. Bi mencelê me li Wanê bingehê şanogeriya Kurdî danî. Me festîfal û atolya çêkirin. Ne tenê şano, me di nava wê de gelek şaxên hunerê pêşxist. Temaşevanên dihatin seyîra me jî piştevaniya xwe didan nîşandan. Despêkê di mijara temaşevanan de me zorî kêşa, paşê gelê Wanê ji me heskir û li me xwedî derketin.”
“Li ser înternetê bi skêçan em derdikevin pêşberî temaşevanan” 
Perinaz Delazy, destnîşan kir ku ji ber sedema pandemiyê saleke ew derneketine dike û wiha pêde çu: “Ji ber pandemiyê ev saleke em derneketine pêşberî temaşevanan. Me bêriya temaşevanên xwe kiriye. Divê hem ji bo me, hem jî ji bo şanohezan çareyek bê dîtin. Em bi rêya înternetê derdikevin pêşberî temaşevanan û bi vî awayî hewil didin çareseriyê bibînin. Tenê daxwaza me ewe em demek nêz bi temaşevanên xwe re bên ba hev û şanoyên Kurdî bilîzin.”