Ji şînê heta Newrozê: Di dilê şer de vegera li jiyanê

Şerê herêmî, zordariya navxweyî û bîranîna komkujiya Çileya 2026’an ku siya xwe dide ser Rojhilatê Kurdistanê, bi hatina Newrozê re pirsek bingehîn dike: Gelo pîrozkirin di dilê tundiyê de cureyekî revê ya ji rastiyê ye an jî formek berxwedanê ye?

ŞÎLAN SEQIZÎ

Navenda Nûçeyan – Di civakên ku tundiya strukturel û şer jiyan kiriye de, pirî caran rîtûelên komî ji asta çandî derdikevin û vedihuherin qada siyasetê. Di şertên wisa de, cejn tenê kevneşopiyan nîşan nadin. Her wiha dibin formek berxwedan û vegerandina demên civakî ya ji mantiqê şer û desthilatdariyê. Li Kurdistanê jî Newroz di nav vê çarçoveyê de tê. Lidarxistina Newrozê di nav şertên şerê herêmî û di bin zordariya navxweyî de tenê domandina rîtûalekî dîrokî nîne, cureyekî ragihandina hebûna siyasî ye jî. Her wiha  piştrastkirinek kolektîf e ku jiyan dikare xwe di dilê tundiya bi rêxistinkirî de xwe dîsa bidomîne. Ji bo wê Newroz li ser vê erdnîgariyyê ne tenê cejnek e, kiryarek têgihiştî ya li dijî siyaseta mirinê ye jî.

Newroz: Rîtûela berxwedanê û kiryara siyasî

Piştî komkujiya Çileya 2026’an a li Rojhilatê Kurdistanê û ev heftiya sêyem e ku ketine nav şerê di navbera Îran û Îsraîl û Emerîkayê de, her wiha aloziya Îranê ya bi welatên Ereb re û bi hatina Newrozê re jî, li Kurdistanê ev cejn wê wek kiryarek siyasî were pîrozkirin? Lidarxistina Newrozê di şertên wisa de dikare li dijî mantiqa mirinê wekî ‘biryarek kolektîf a jiyanê’ bê dîtin? Di demeke ku civak bi hişyarî red dike ku bibe tenê mijara şer de, çandê bi dema siyasetê ve girê dide.
Vegera rîtûalên şînê, lorandin û rawestanê
Di van erdnîgariyan de hîn jî beden rastî tundiyê tên, hêrs zindî ye û civak di rewşek di navbera mayîn û derbasbûnê de ye. Di şertên wisa de, şîn bê wate dibin, tenê dema ku bi kiryarê re veguherin, dikarin bi wate bin. Di heman demê de, li hin deverên Îranê bersiva serdest ew bû vegera rîtûalên şînê, lorandin û rawestanê, mîna ku dema siyasî yek e û her kes di yek kêliya dîrokî de henaseya xwe dikşîne.

Ne kes xwedî ‘kêm şîn’ e û ne jî ‘zêde şîn’ e

Ev cihêwazîbûn ne pirsgirêkek ehlaqî an hestyarî ye, ne kes xwedî ‘kêm şîn’ e û ne jî ‘zêde şîn’ e. Pirsgirêk, lihevketina du rejîmên demkî-hestyarî yên ne hevdem in. Cihêwaziya dîrokî ya van her du modelên şînê, di gelek formên cuda de xuya kir. Heta bi şibandina olî ya di navbera Rojhilatê Kurdistanê û deverê din yên Îranê de jî. Di wan kêliyên dîrokî de, ji bo Kurdistanê di wê demên dîrokî de ketina mantiqê şînê, ne ji bo pîroziyekê bû. Ew, mirin bi xwe bû.

Ji rîtûelek çandî bêtir li wateya Newrozê tê barkirin

Tundî berdewam e, beden jî hedef in, her rawestandinek jî dibû makîneyeke zordestiyê. Di van şert û mercan de ger şîn sewrwer bibe, wê demê şûna ku berxwedanê xurt bike, wê veguhere amûra bindestkirinê. Bi zimanê Michel Foucault, mirov dikare bêje ku desthilatdarî hewl dide bibe amûra ferzkirina aboriya hestiyarî ya navendî, li ser yên hatine paşguhkirin bê ferzkirin. Aboriyeke li dijberî mantiqê mayîn, domandin û navend- jiyan be. Li vir li wateya Newrozê ji rîtûlekî çandî bêtir tê barkirin. Ew, vediguhere formek ji ‘dema siyasî ya alternatîf’, demeke ku civak rîtma xwe li dijî rîtma şer û zordariyê saz dike, li şûna ku jiyan were rawestandin.

Kîjan şîn di kîjan dema dîrokî de xizmeta jiyanê bike?

Di dawiyê de, mesele ne redkirina şînê ye û ne jî kêmkirina êşê ye. Nakokiya bingehîn li ser ‘forma şînê’ û ‘dema şînê’ ye. Pirs ew e ku Newroz bê pîrozkirin an şîn be, kîjan şîn di kîjan dema dîrokî de xizmeta jiyanê bike. Kurdistan di demên komkujiyan de mecbûr e şîneke dem kurt hilbijêre, dikare veguhere pratîkekê û bi jiyanê re jî dilsoz be. Lê rejîma Îranî ya serdest pirî caran şîneke nû û dirêj, pîroz dubare hildiberîne, demên pratîkî jî tên rawestandin.

Newroz tenê cejn nîne, ragihandina hebûna kolektîf e li dijî siyaseta mirinê ye jî

Ev lihevketineke ne çandî ye, siyasî- biyoljîk; pevçûnek di navbera ramana mirin û navendîkirina jiyanê de ye, di navbera rawestan û derbasbûnê de ye. Di vê çarçoveyê de, Newroz tenê cejn nîne, her wiha ragihandina hebûna kolektîf e li dijî siyaseta mirinê; demeke ku civak dibêje ‘heta di dilê şer de jî jiyan dikare xwe ji nû ve birêxistin bike.’

Newroza Kurdistanê; dijberî siyaseta mirinê

Newroz li Kurdistanê nikare di mantiqa cejnên li gor salnamê an rîtûalên çandî yên bi ewle de bê famkirin. Ya ku di Rojhilatê Kurdistanê de, bi taybetî li Kirmanşah, Îlam û herî dawiyê li Urmiyê di du salên dawî de çêbûye, guhertinek di çendinê de, di têkiliya navbera siyaset, beden û demê de diyar dike. Di vê çarçoveyî de, Newroz ne rawestandina siyasetê ye,  rawestandina mantiqê desthilatdariyê ye; bi taybetî di demeke ku civak red dike rola ‘kesên xemgîn’ ya ku desthilat ji bo wan nivîsandiye, bileyze.
Newrozê rola vejandina subjektiyê û şikandina siyaseta înkarê lîst
Di şertên ku herêm di heman demê de di şerê herêmî û zordariya navxweyî de ye, ev redkirina rola ‘kesê têkçûyî’ û ew bi xwe jî kiryarekî siyasî ye. Kiryarek nîşan dide ku desthilatdarî heta di lutkeya tundiyê de jî, nikare civakê bi temamî bike bin kontrolê. Ev Newroz vegera ‘jiyana normal’ nîne, ji nû ve pênasekirina jiyanê ya wek qada pevçûnê ye. Di du salên dawî de beriya komkujiya Çileya 2026’an, Newrozê rola vejandina subjektiyê û şikandina siyaseta înkarê lîstiye. Zordariya xwînî li Kirmanşah, Şebad û Îlamê dikare wek bedêla cureyek nû yê ‘xwe-diyarkirina siyasî’ ya gelên van herêman jî were dîtin.

Newroz piştî komkujiyê û di nav şer de ji nav birînê derdikeve

Eger şîna siyasî yek ji amûrên bingehîn ên rêveberiya mirinê be, amûrek ji bo tirsê, rawestandina pratîk û qelskirina asoya pêşerojê; Newroza Kurdistanê tam li dijî vê mantiqê radiweste. Di şertên wisa de pîrozkirina Newrozê di dilê şer de wateyek du-alî dihewîne: domandina dîrokî ya civakê bi bîr dixe, hewldaneke ji bo vegerandina pêşerojê ji dilê rewşa awarte. Li vir em bi înkara windabûnê an efûkirina komkujiyê re rûbirû ne. Berovajî, Newroz piştî komkujiyê û di nav şer de ji nav birînê derdikeve. Ferqa bingehîn ev e; windabûn li şûna ku bibe rewşa psîkolojîk-siyasî ya serdest, dibe rewşek derbasbûyî. Bi vî awayî, Newroz ne cejna jibîrkirinê ye, redkirina mayîna dirêj a di şînê de ye, redkirineke ku rasterast sîstema desthilatê ya mirinê têk dide ye.

Dema ku tirs di bîra kolektîf a civakî de tê çandin

Ev kêlî xwedî girîngiyeke stratejîk e, ji ber ku hêzên zordar mirinê tenê ji bo tunekirina fîzîkî bikar naynin, ji bo afirandina tirseke psîkolojîk jî bikar tînin. Dema ku tirs di bîra kolektîf a civakî de tê çandin, bedenê teng dike, têkiliyên civakî qut dike û pêşeroj ne pêkan dike. Newroza siyasî ya Kurdistanê tam vê rêzezincîrê dike hedefa xwe: vegera bedenan ji bo qada giştî, ji nû ve avakirina komê û banga li demekê ku hîn nehatiye.

Govend, cil û berg, agir û stran ne sembolên bê alî ne

Di şertên wisa de heta elementên ku di Newrozê de xuya dikin ku rîtûel in; wek govend, cil û berg, agir û stran, ji asta sembolên çandî derdikevin û dibin amûrên ji nû ve avakirina siyasî; di demeke ku şer hewl dide wê bêdeng bike de, amûrên ji bo vegerandina qada giştî. Li vir govend, cil û berg, agir û stran ne sembolên bê alî ne; ew teknîkên siyasî ne ji bo vegerandina qada giştî, dem û bedenê.

‘Jiyana ku xwe rêxistin dike, mirinê bêçek dike’

Girîngiya Newrozê di şertên piştî komkujiyê û di dilê şerê ku ketî hefteya sêyem de, bi taybetî piştî bûyerên çileya sala 2026’an li Kirmanşah, Şabad û Îlamê, di vê wateyê bi xwe de. Civakek rastî zordariyek çalak tê, eger di mantiqê şîna cemidî de rawestiyayî bimîne, wê demê xwe radestî projeya desthilatiyê dike. Newroza Kurdistanê di vê çarçoveyê de destwerdanek siyasî ye, ne wek hêvîdariyeke çors e, kiryarek hişmendî ye ji bo bêbandorkirina aboriya tirsê. Peyama wê eşkere ye: ‘Jiyana ku xwe rêxistin dike, mirinê bêçek dike.’

Newroza Kurdistanê ne sembola lihevhatinê ya bi rewşa heyî re ye

Ji vî aliyî ve dikare Newroz wek beşek ji stratejiya mayîn û domandina têkoşînê were famkirin, ne wek xemilandinek çandî li aliyê siyasetê. Ev Newroz siyasetê ji asta dirûşm û daxwazan dibe asta jiyana rojane, cihê ku desthilat dixwaze siyaset jê were derxistin. Di cîhaneke ku desthilat bi mirinê tê pêkanîn de, veguherandina jiyanê ya ji bo pratîkek kolektîf, radîkaltirîn forma berxwedanê ye.
Bi rastî, Newroz di dilê şer de cureyek ‘rawestandina mantiqa awarte ye’, demeke ku civak nîşan dide ku heta di şertên şer de jî dikare demeke din ji bo jiyan û pratîkê biafirîne. Li vir Newroza Kurdistanê ne sembola lihevhatinê ya bi rewşa heyî re ye, ragihandina şerê li dijî sîstema mirinê ye.