Lîstikvana Tûnisî Amina Dachraoui pirsgirêkên jinan tîne ser dikê

Lîstikvana şanoyê û derhêner Amîna Dachraouî ku pirsgirêkên jinên Tûnisî tîne ser dikê, anî ziman ku ji ber zîhniyeta serdest a mêr hê jî zehmetiyan dikşîne.

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis – Lîstikvana şanoyê û derhêner Amina Dachraoui hewl dide pirsgirêkên jinan derxe ser dîkên şanoyê û hişyariya civakê bilind bike.

Amîna Dachraoui diyar kir ku di dema mayîna xwe ya li bajaroka Tatavîn a li başûr rojhilatê welat de li gelek jinên ku rastî tacîza zayendî hatine, guhdarî kiriye û bal kişand ser bandorên psîkolojîk û civakî yên tacîza zayendî ya li ser jinan û got: "Ji ber ku kes tune ye ew dikarin ji bo piştgiriyê serî li wan bidin û ew bi gelemperî tercîh dikin ku bêdeng bimînin."

'Divê şano pirsgirêkên jinan ragihîne'

Amîna Dachraouî anî ziman ku ew di wê baweriyê de ye ku erka şanoyê ye ku pirsgirêkên jinan derbixe holê û wiha got: “Min navê xwendekara ku di lîstika xwe ya şanoyê de rastî tacîzê hat û nexwest ku bêdeng bimîne û kiryar eşkere kir, wek Alev bi nav kir. Jin ji ber zîhniyeta baviksalarî rastî her cure şîdetê tên. Yek ji qadên ku jin rastî tacîzê tên kampusên zanîngehê ne."

'Ji ber zîhniyeta mêr hê jî zehmetiyên min hene'

Amina Dachraoui, ji bo zehmetiyên di warê çand û hunerê de jî wiha got: “Berjewendiyên darayî yên berpirsan li ber çavan tên girtin, dixwazin bi vî riyê hin armancên siyasî pêk bînin. Di asta şexsî de gelek zehmetiyên min hebûn û hê jî hene. Ji van a herî diyar nêzîkatiyên zihniyeta mêr in. Wek jin, tevî ku pirsgirêkên min ên ji zihniyeta desthilatdariyê derdikevin jî ji bo min şerefeke mezin e ku di qada şanoyê de cih digrim.”

'Şert û mercên jiyanê yên jinên Filistînî tên vegotin'

Amina Dachraoui diyar kir ku bi lîstikvana navdar Zahira Ben Ammar re kar kiriye û bi saya wê li Tûnisê û li welatên din gelek performansa pêşkêş kirine. Amina Dachraoui der barê lîstikên ku lîstine de ev agahî parve kir: "Strana "Di pesnê mirinê de" nivîsa ku ji romana 'Bêdengiyên Mirinê' hatiye girtin û nîşandana wê hê jî berdewam dike, min jî di lîstikê de rol girtiye. Di lîstikê de tê gotin ku mirov nemir e û mirin nikare mirov têk bibe. Her wiha lîstika “Trouf” a ku wê li Londonê bê nîşandan, qala koçberiya jinên li Filistînê yên piştî Neqbeyê û şert û mercên zehmet ên jiyanê yên ku di encama wê de derbas bûne, dike.”

Derhêneriya çar lîstikan kir

Amina Dachraoui der barê 4 lîstikên şanoyê yên ku derhêneriya wan kiriye de ev tişt anî ziman: “Ya yekem “Xewna Şevek Havînê” bû. Ev lîstik ronahiyê dide têkiliyên di nava civakê de û asta girêdana wan. Şanoya 'El-Mustasabah' jî behsa rêwîtiya lêgerîna bextewarî û xwegihandinê dike. Ez bi kesên ku dev ji dibistanê berdidin û betal in re pir xebitîm û di encamê de lîstika 'Shoola' derket."

'Tevlibûna jinan têrê nake'

Amina Dachraoui bal kişand ku di warê şanogeriyê de di warê senaryo, derhêner û lîstikvaniyê de jin têra xwe nîn in û wiha got: “Endamên wekî jiyana çandî, têkiliyên malbatî, perspektîfa civakî, berpirsyarî, jiyana civakî dibe sedem ku jin nikaribin xwe di warê şanoyê de bi rê ve bibin lê divê li Tûnisê hebûna jinên ku xebatên berfireh pêşkêş dikin û pirsgirêkan derdixin pêş zêde bibe.