Lîstikvana Misrî Seher El-Sayix piştî 20 salan derket ekranê

Piştî bîst salan, lîstikvan Şerîhan di reklamekê de derket ser ekranê ku dîmenên çîroka berxwedaniya xwe ya li hemberî nexweşiyê nîşan bide ku di encama qezeyekê de felc mabû. Piştî rêwîtiyek dirêj a dermankirin û sebreke mezin, wê karibû dîsa li ser lingên xwe bisekine û wekî jinek bi hêz xuya bike.

 
NÊRMÎN TARIQ
Qahîre - Di rêzefîlma Tawis de, Seher El-Sayix rola "Umniya" dilîze ku keçek ji taxeke navdar e, dema ku diçe şahiyeke dawetê li Perava Bakur, an havîngeha dewlemendan wekî ku li Misrê jê re dibêjin, ew ji hêla komek xortên dewlemend ve rastî tecawizê hat û ev bûyer li ser medyaya civakî belav bû. Ji wê gavê ve jiyana Umniya veguherî dojehê. Wekî hemû qurbaniyên destdirêjî lê tê kirin, di vir de qurbanî êşek mezin dikşîne û li beramberî wê kujer bi awayekî normal jiyana xwe didomîne. 
Di demeke ku Umniya ji nav malê hat avêtin, tawanbar jiyana normal dijiya û ji ber ku tu qanûnên parastinê tunebûn Umniya heya derengiya şevê ji xwe re li cihekî bi ewle digeriya.
Çîroka Umniya çîrokên gelek jinên li Misrê vedibêje ku di binpêkirinên mafê jinan de her tim lome li wan tê kirin. Gelo karê televîzyonê di civakeke ku qurbaniyê red dike de dikare rastiyê biguherîne û piştgiriya psîkolojîk, madî, exlaqî û heta civakî pêşkêşî qurbaniyên tecawizê bike. Mûçeyên şêwirmendiya derûnî, digel girîngiya wan, ji jinên feqîr û belengaz re guncav nîn e. Dîmena destavêtinê ya di "Tawis" de her di bîra Umniya de maye.
Li aliyê din, pêşengên malperên tora civakî di navbera kar û doza Vermontê ya ku hêj neqediyaye girêdayî mane, her kes hîn jî li benda darizandinek adil a tecawizkaran e ku ji malbatên dewlemend û naskirî yên Misrê ne. Ji bo piştgiriya rêzefîlma Tawis, pêşandan wê berdewam bike û temaşevanên wê li bendê ne ku Umniya bigihîje mafên xwe da ku bi rehetî bijî.
Lîstika Nîwtian danûstandina bi jinan re ye
Bi riya rêzefîlma "Lîstika Nîwtin"de, Mûna Zekî rola "Hana" dilîze,  ew jinek zewiciye ku her gav ji rexne û tinazên mêrê xwe êş dikişîne, tevî ku ew jinkeke karmend e û xwendiye lê hevserê wê her dayîm wê biçûk dixe . 
tevî serkeftina jinan lê ew kar hewl dide ku   êşa jinan nîşan bide. hevserê Hana yê ku bawer nake ku Hana dikare bi tena xwe rêwîtiyê bike, nûnertiya çanda zilamê Misirî dike. Çîroka Hana êşa jinên Misirî dide xuyang kirin heya ku ew biryarek wek rêwîtiyê an Xebata li derveyî welêt bide.
Rêzefîlam "Xelî Belek Min Zîzî"
Lîstikvan Emîne Xelîl di xelekên pêşîn yên rêzefîlma "Xelî Belek Min Zêzî" de derket û erebeya hevserê xweş şikand ,vê yekê hişt ku tamaşevan bi êşa nexweşiya wê ku nikribû tevger bikra bihesin û piştgirî dan wê. 
Zîzî yek ji qurbaniyên nexweşiya derûniyê ye ku dermankirina wê paşguhkirin.
Kar her tim aliyê erênî derdixe holê, di dema ku Zîzî êş dikşîne, li bermaberî wê şans û bextê zaroka Etiyat ji wê bêtire . Piştî ku mamosteyek rewşa wê dît derfeta dermankirinê ji wê re peyda bû.