Lîstika ‘Sira tenêtiya min tu yî’ çîroka êş û berxwedanê ya jinên ji çar nifşan e

Di lîstika "Sira tenêtiya min tu yî” de wêrekî û evîna jinên ku sînorên qanûnên serdestiya mêr derbas dikin tên dîtin; jinên ji çar nifşan, jiyan û mirinê bi rûmet hildibijêrin û peyama azadiyê ji kûrahiya dîrokê tînin ser dikê.

SENIYA MORADÎ

Sine –
Lîstika bi navê "Sira tenêtiya min tu yî” berhema derhêner û nivîskar Qutbedîn Saqiqî ye, çîrokekî nêzî rastiyê ya jiyana jinên ji çar nifşan a Sineyê vedibêje; jin li dijî zilma hikûmetan û qanûnên serwer ên mêr derketine û li ber xwe dane. Jinan her dem jiyana bi têkoşîn derbas kirine û jiyana bi rûmet hilbijartine; yan serbilindî jiyane yan jî mirina bi rûmet hilbijartine. Em di vê lîstikê de wêrekiya jinên li dijî biçûkxistinê serî netewandinê dîbinin; tu qanûn wan dîl nagire û azadî di xwîn û giyanê wan de ye. Mirin di lugata wan de nîn e lê jiyana koletiyê jî qebûl nakin.

Jinên ku di bin kevneşopî û zexta civakê de ne

Ev jin, ji ber sitewrî, nebûna hevjînên xwe yan jî windakirina hezkiriyên xwe, rastî zext û zilma civak û kevneşopiyên dijminên jinan hatine. Wext derbas dibe lê êş dimînin. Di lîstikê de, jinên ji çar nifşan dawî li jiyana xwe tînin; vê yekê bi awayekî biryardarî dikin û çarenûsa xwe digrin destên xwe. Her çendî besnê xwekuştinê neyê dayîn jî ji ber ku vebijark di navbera zîlet û mirinê de ye û ger ev vebijark zîlet nebe, mirin dibe tişteke bi teqdîr.

Serweriya mêr, ji nifşek derbasî nifşa din dibe; heta niha jî jinên sitewrî tên biçûkxistin, jinên hevjînên xwe winda kirine rastî zilmê tên, mafên wan ên mîrasê tên desteserkirin, rastî bêbextiyê tên û bi darê zorê bi mêrên bi bandor re tên zewicandin. Ala serweriya mêr hê jî tê rakirin.

Têkoşîna jinan a bêdawî

Ruxmê vê yekê jî têkoşîna jinan didome û her nifş bi şêwazeke cuda li ber xwe dide. Hinek ji wan pişta xwe didin hemû qanûnên serweriya mêr û serîtewandina ji bo biçûkxistinê red dikin. Jinên di lîstikê de tên zindîkirin, bi hezkirina jiyanê dagirtî ne; lê jiyana wan tenê heta azad bin, bi nirx tê hesibandin. Di riya azadiyê de mirinê pîroz dibînin. Wêrektiya wan ji nifşek derbasî nifşeke din dibe û çar nifşan di nava xwe de dihewîne. Ev jin, tinazê xwe bi qanûnên ku tenê ji bo mêran hatine nivîsandin û ji mirovbûnê bêpar in, dikin.

Mirin ne teslîmbûn e hilbijartina azadiyê ye

Jin mecbûriyet û fêrbûnên jiyanê yên neçar dikin qanûnên serdestiya mêran qebûl bikin, binpê dikin. Jin di tevahiya dîrokê de li dijî hikûmet û qanûnên serdestiya mêr derketine. Di vê lîstikê de, em dîbinin ku jin berevajî têgihîştina hevpar a xwekuştinê, mirinê hildibijêrin; ev yek ne ji ber qelsbûne, ji ber biryardariya wan e. Ew ne girêdayî jiyanê ne; jiyan girêdayî wan e. Di her tabloyê de, jinek ku rûmet, mirovahî û hêzkirinê fam kiriye heye û naxwaze ji rûmeta xwe gavek jî paşve biavêje.

Lîstika "Sira tenêtiya min tu yî” bi lîstîkvaniya Kejal Qemerî, Semiye Rehîmî, Şima Melayî, Şehre Şeyhûlîslamî, Hawjîn Huseynî, Niştiman Resulzade, Şîlan Edîb, Kuroş Ahmedî, Feridîn Qaderî, Reza Hac-Husrevî, Kasra Kiyani-rad, Raman Muhamedî, Mubin Sebzî, Perham Hoşkîsse û Sîwan Sîdî, di navbera rojên 10–30’yê Tebaxê de, li Akademiya Hunerê ya Qutbedîn Saqiqî tê pêşkêkirin.

Ev lîstik, diyarî şehîdên jîngehê Hemîd Muradî, Xebat Emînî û Çiyako Yusif Zade tê kirin û bîranîn û peyama wan zindî dike.