Li Zîvala Xezayê yekem nivîskara xwedî xeyala zanistî

Henadî Ebid diyar dike ku sohbetên wê bi bavê wê re roleke mezin ji bo firehbûna asoyên mêjiyê wê lîstiye, mamosteyên wê ev yek dîtine loma jî ew her tim beşdarî pêşbirkên xwendinê bûye û di asta Zîvala Xezayê de pileya yekem werdigirtiye.

REFÎF ISLÎM
Xeza- Nivîskar Henadî Ebid 31 salî ye romana xwe ya yekem di bin navê Seat Zeman de nivîsand ku bû yekem romanivîs di warê wêjeya xeyala zanistî de li zîvala Xezayê. Bi vê yekê ji muxatabiya gelemperiya herêmî veguherî gelemperiya welatên Ereb yên cîhanê. Wê karibû şêwazê nivîskarên din ku timî bala xwe didin ser pirsgirêkên koçberî, dorpêç, şer û dagirkeriya Israîlê derbas bikira.
Di zaroktiyê de ji hestên dayikê kêm maye
Bûyerên vê romanê jiyana zarokek ku dayika xwe di 3 salî de winda kiriye û bavê wê berpirsyariya wê ya xwedîkirinê digre ser milên xwe dike. Dema ku zarok temenê 14 salî derbas dike êdî hewceyî dayika xwe dibe. Di wir de ew difikire ku çawa dayika xwe bibîne û jê re tiştên ku hîs dike vebêje her wiha jê şîretan bixwaze.
Henadî Ebid dibêje ku lehenga romanê xwedî hevalek zanyar bûye, navê wî Îhab e û bi navê Einstainê biçûk tê naskirin. Wî dikaribû amûrek deh metre dirêj biafirîne, niştecihên bajêr tu kesî nikaribû wê tecrubeyê bikira lê wê keçikê berê xwe da Îhab da ku jê bixwaze vê yekê tecrube bike ji bo gihandina her du deman û dîtina dayika xwe.
Henadî Ebid diyar dike ku lehenga çîroka wê, tecrubeya rêwîtiya bi demê re kiriye, di destpêkê de rastî zehmetiyan hatiye ku dayika xwe bibîne lê wê keçikê dîtiye ku pê re bibe alîkar da bigihîje dayika xwe û bi rastî jî karibû çend seatan gel wê rûnê. Berî ku vegere dema niha, ew berdewam dike û dibêje di dema veguhezandina wê bi demê re ew rastî xortekî hatiye lê ya ne normal ku vegeriya dema niha wê heman xort dîtiye, li wê derê raz temam dibe ji yên ku dixwazin kitekitên romana wê û sedema navlêkirina wê nas bikin.
Lêvegera ji nivîkar re
Henadî Ebid dibêje ku behreya xwe di nivîskariyê de ji bavê xwe yê ku bûye çend sal wefat kiriye girtiye lewre pirtûkxaneyek wî ya mezin ji pirtûkên zanist, wêje, siyast, tib û gelek ji çîrokên kurt ku taybet ji bo wê dikirîn hebûye. Henadî balê dikşîne ku di 12 saliya xwe de di wêpirtûkxaneyê de fêr bûye, bi demê re gelek pirtûk xwendine.
Henadî Ebid diyar dike ku sohbetên wê bi bavê wê re roleke mezin di firehbûna asoyên mêjiyê wê de çêkiriye, mamosteyên wê ev yek dîtine, ew her tim beşdarî pêşbirkên xwendinê bûye di asta zîvala Xezayê de û pileya yekem werdigirtiye. Jixwe bavê wê nizanibûye ku di temenê 14 salî de ew fêrî nivîsandina nivîsên wêjeyî bûye ji ber ku wê dixwest ji bavê xwe re surprîz bike. Ji ber ku mirin zû hatiye û bavê wê wefat kiriye, ew vê karê wêjeyî diyarî giyana wî dike.
Henadî dide zanîn ku romanek bavê wê bi navê Beyt EL-Arûs hebû ku tê de çîroka aktivîsta Amerîkayê Raşêl Korî ya ku li hemberî Dagirkeriya Israîlê li ber xwe da ji bo ku nehêle malên Filistîniyan hilweşîne vedihewîne.
Gera nasîna nivîskaran
Henadî Ebid piştî ku koleja ragihandinê li zanîngeha Filistînê bi dawî kir û tu derfetên kar ji bi xwe nedît bi awayekî rêxistinî di sala 2008’an de berê xwe da nivîsandinê. Bi armanca ku wêjevan û nivîkaran nas bike dest bi serdana salolên çandî û wêjeyî li zîvala Xezayê kir. Wê çîrokên xwe nîşanî rexnegirên Filistînê da, rexnegiran dîtin ku ew xwedan behremendiyek mezin e lê ew naxwaze tu nivîsên xwe di demên niha de belav bike.
Henadî Ebid teqez kir ku wê di gelek salan de hewldanên xwe yên nivîsê domandine û ji nêrînên rexnegiran ku yek ji wan Yisrî EL-Xol e sûd wergirtiye da ku karê xwe yê wêjeyî baştir bike. Fikra romana Seat Zemen dema ku razayî bû dikeve xewna wê û ji ber ku bingehek wê ya baş di nivîsandinê de heye wê dema xwe winda nekir û di cih de dest bi reşnivîs û dabeşkirina beşên romanê kir. Wê di navbera sala 2020-2021’ê de bi nivîsandina romanê re mijûl bûye.
Qedexeya axaftina li ser mijara romanê
Henadî Ebid rûpelên romana xwe yek bi yek vedike û dibêje ku wê berê xwe daye weşanxaneya li zîvala Xezayê da ku romana xwe biweşîne. Diyar dike ku piştî mezintirîn rexnegirên wêjeyê xwendine, ew bi bendên hişk ên wê rojê matmayî maye lewre weşanxaneyê jê xwestiye ku pelgeyan radest bike û ji mafê wê dakeve bêyî ku pereyan qezenc bike. Her wiha axaftina wê ya li ser mijara romanê ji saziyên ragihandinê re û belavkirina gotinên wê li ser malperên civakî qedexe kirine.
Bandora wê şaşewaziyê li ser Henadî Ebid çend rojan domiyaye, wê berê xwe daye wezareta çandê ya Filistînê û daxwaza hevdîtina Wezîr Atif Ebû Sêf kiriye. Wezîr Henedî pêşwazî kiriye û jê xwestiye ku romana xwe bi gmailê jiwezaretê re rê bike da ku binirxîne. Piştî demekê Henadî telefonek digre ku jê re tê gotin dê wezaret romana wê biweşîne û jê re gotine ku ew gelekî bi karên ciwanan serbilind in dê di demên pêş de dengvedanek li xwecihî û welatên Ereb de çêbikin.
Henadî Ebid bal dikşîne ku ew di demên amade de naxwaze pereyan ji romana xwe qezenc bike berovajî wê ew dixwaze piştgiriyê bike da ku romana xwe bigihîjîne xwendevanan û bi nirxandina rexnegirên Ereb xwedan bext be. Bi taybetî piştî ku îro bûye berpirsa salonên wêjeyî li Xezayê. Di  dawiyê de ew hêvî dike ku rojekê bibe wekî wêjevanên Îngilîz û pirtûkên wê di malperên cîhanê yên Emezon de mîna, Birwan û Acasa Kirêstîn werin firotin.