Li Xezayê ji bo zarokan şahiya îmzekirina pirtûka Mîrasa Filistînî ya Interaktîf

Navenda Avakerên Sibe di çarçoveya parastina mîrateyê û xurtkirina hafizeya Filistînê de şahiyek ji bo îmzekirina pirtûka "Mîrasa Filistînî ya Interaktîf ji bo Zarokan" li dar xist.

NAGHAM KARAJEH

Xeza Navenda Avakerên Sibe ya Komeleya Çand û Ramana Azad bi hevkariya Rêxistina Alîkariyê ya Yekemîn a Navdewletî şahiyek ji bo îmzekirina pirtûka "Mîrasa Filistînî ya Interaktîf ji bo Zarokan" li dar xist. Di şahiyê de Wezareta Tûrîzm û Çandê, li gel nûnerên saziyên çandî û sivîl amade bûn. Şahî li navenda Komeleya Çand Ramana Azad a li başûrê Xezayê hat lidarxistn.

"Huner şoreş û berxwedan e"

Rêvebera Giştî ya Komeleya Çand û Ramana Azad Meryem Zeqût diyar kir ku huner şoreş û berxwedan e û qetilkirina rojnameger Şêrîn Ebû Aqle jî ev yek piştrast kir û wiha lê zêde kıir: "Bûyerên ku Şêrîn Ebû Aqle dişopand ji bombe û guleyan xurtir bûn."

"Di pirtûkê de amûrên jiyana kevnar hene"

 Rêvebera Navenda Avakerên Sibe Amal Xudêr da zanîn pirtûka Mîrasa Felestînî ya Interaktîf ji bo Zaroka ji aliyê 18 endamên Komeleya Çand û Ramana Azad ve hatiye amadekirin û wiha pê de çû: "Di pirtûkê de amûrên jiyana kevnar û komek çalakiyên înteraktîf ên ku zarok bi rêya wan dikarin bajarên Filistînê û cihên dîrokî nas bikin hene."

Çalakiyên înteraktîf

Koordînatora çalakiyên çandî li Navenda Avakerên Sibe Meysa Selama destnîşan kir ku di pirtûkê de komek çalakiyên înteraktîf ku mîrat û nasnameya Filistînê xurt dikin hene û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Divê ev pirtûka înteraktîf bi navgîniya serlêdanan ve were pêşve xistin ku bi navgîniya wan her zarokek ji cîhanê bikaribe li Xezayê bigere."

"Naveroka pirtûkê li ser bernameyên ku bala zarokan dikêşine"

Yek ji jinên ku beşdarî amadekirina pirtûkê bûye Melek El-Biyûk eşkere kir ku di pirtûkê de çend bernameyên ku bala zarokan dikşîne hene û wiha axivî: "Fikra me ya amadekirina vê pirtûkê ji valahiyê derneket. Dagirkerî her tim hewl dide mîrateya Filistînê bidize û ji holê rake û erkê me ye ku heta ku ji destê me tê em wê biparêzin û me dît ku herî zêde zarok tên hedef girtin ji ber ku ew nifşên paşerojê ne ji ber vê yekê me dest bi amadekirina vê pirtûkê kir."

"Ez ji hemû dayikan daxwaz dikim ku vê pirtûkê bikirin"

Seher Şelûna ku ew jî yek ji beşdarên amadekirina pirtûkê ye got ku hevalekî wan fikra amadekirina vê pirtûkê pêşniyar kir û wan jî piştgirî dan fikra wî û wiha bi lêv kir: "Xebat li ser pirtûkê sê rojan berdewam kir. Em gelek caran bi Wezareta Antîkan re geriyan, da ku em pirtûkek bi agahdariya hêja amade bikin. Ji ber girîngiya agahdarî û çalakiyên curbecur ên perwerdehiyê yên ji bo zarokan di pirtûkê de, ez ji hemû dayikan daxwaz dikim ku vê pirtûkê bikirin."

Şehed Şibêr ku ew jî yek ji beşdarên amadekirina pirtûkê ye eşkere kir ku ev pirtûk dê ji zarokê re xizmet bike ji bo hînbûn û gihandina agahiyan bi awayekî hêsan.

Şahiya îmzekirina pirtûkê bi pêşandana hunerî û bi xelatkirina beşdarên amadekirina pirtûkê bi dawî bû.